|
Arjen-î-ka |
 |
2013-01-23 11:54 |
Rêdur Dîjle info@kurdigeh.com |
|
Dilê min firtoneyeke payîzî Zer zer, zer zuhumîn Ji deman demeke esirîn Di her qirçînê de, ji quflan qufil Gulwaz dişêkên, dil-manî Pel û pelşîn, pîşo Tavilde qurnefîla dilê min diraweşî!
Ka bêje bo min payîzê! Hafil ji -gelekan gelektir- Tu zanî, çêtir Hewqasî jî tu kirhtir: Hest û best,helbest Çi hûrdek, çi girdek Ma qey a soxî “Helbest” e? Dixezibînî çovê xwe î bikotek!
Rêdûr Dîjle/Amed-2012
""Ji bo Arjen Arî-yî"" |
|
|