Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Pêwendiya Zanîngehan û Zanistîbûnê
2013-01-24 13:07
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com

Zanistîbûn bes, li der-dora azadiya ramanan pêk tê. Zanistîbûn, matodeke ramanî ye ku dişê di derdora zanistê de bê hilbirîn. Tekane hêza ku dişê derdora zanistbûnê pêk bîne jî, azadiya îfadeyê ye. Her sîstemeke siyasî, rejîmeke sîyasî ku tê de azadiya îfadeyê di tengasiyê de be, li wirê ne pêkhatina zanistbûnê, ne jî hilberîna zanistê mimkin e. Ev, bi taybetî, ji bo zanistên wek Dîrok, Sosyolojî, Antropolojî, Zanistên Siyasetê, Ekonomî merceke bingehîn e. Ji bo disîplînên normatîf wek hiqûq, ji bo zanistên mirovî jî rewş ev e.

Li her aliyên dinyayê, li hemû dewletan zanîngeh hene. Lê hebûna zanîngehan, nayê wê wateyê ku li wan deran bi awakî tekûz têgihîştina zanistê, metoda zanistî di jiyanê de pêk tê.
Ger di sîstema sîyasîya civata dewletekî de, di rejîma sîyasîya dewletekî de azadiya îfadeyê tunebe, azadiya îfadeyê bisaznebûbe; ger ji aliyê çanda siyasî ve, ji aliyê destûr û qanûnan ve azadiya îfadeyê tête sînorkirin, li wê civatê, li wê dewletê naşê bête gotin ku zanist geşedankiriye û têgihîştineke zanistî heye.

“Bo jiyanê xwarin pêwist e, av vexwarin pêwist e.” Şertê xwezayî î jiyanê ev e. Lê em pêdivî bi dubarekirina vê nabînin. Wek xwezayî em ji qebûlek wiha piştrast in. Ji bo jiyanê xwarin, av çi be, ji bo zanistê jî azadiya îfadeyê, rexneya azad ew e. Lê pêwistiya me her dem bi behsa vê, kirpandina vê dertê holê.

Her dem kirpandina pêwistiya şertê azadiya îfadeyê bo têgihîştina zanistê, bo zanîngehê bi saziya îdeolojiya fermî re pêwendîdar e. Îdeolojiya fermî, di jiyana ramana tirk de, di jiyana zanist-hunera tirk de saziyeke pir bi tesîr e. Zanîna îdeolojiya fermî, zanistê jî, hunerê jî, zanîngehê jî bi rê ve dibe. Zanînên îdeolojiya fermî, wek zanistî, hiqûqî tên qebûlkirin. Îdeolojiya fermî, di jiyana siyasî ya tirk de, di jiyana zanist a tirk de saziyeke pir bi tesîr e. Îdeolojiya fermî, saziyeke pir girîng a sîstema siyasî ya tirk, a rejîma siyasî ya tirk e. Divê bête kirpandin ku îdeolojiya fermî ne îdeolojiyeke ji rêzê ye, ew îdeolojî ye ku bi mueyîdeyên îdarî û sezayî tête parastin.
Li zanîngehê armanca bingehîn a xweseriya aborî, xweseriya îdarî parastin û geşedana xweseriya akademîk, azadiya akademîk e. Lê ger di sîstema siyasî ya wî welatî de, di rejima siyasiya wî welatî de, azadiya îfadeyê bisaz nebûbe, ger azadiya îfadeyê hatibe sînorkirin; tu wateyeke xweseriya akademîk, azadiya akademîk nîn e. Ger azadiya îfadeyê tune be, azadiya akademîk jî tune ye. Armanca xweseriya akademîk ew e ku zanîngeh li gor planên xwe î stratejîk dikaribe ji yên din cuda be, dikaribe programên xwe î perwerdehiyê, polîtîkayên xwe î lêkolîn û analîzê tesbît bike. Ger azadiya îfadeyê saz nebûbe, ger îdeolojiya fermî diyarkarê jiyana raman û zanistê be, zanîngeh nikarin ev planên xwe pêk bînin.

Helbet, azadiya îfadeyê bes bo zanîngehê, bo mamosteyên zanîngehê pêk nayê. Helbet azadiya îfadeyê, bo hemû civatê ye û divê di destûrnameyê de bi awakî bê“lê”, bê“feqet” cih bigire.
Lê, li Tirkiyeyê, metirsiyeke zanîngehê wek azadiya îfadeyê tune ye. Herhal zanîngeh, azadiya îfadeyê wek mesaîya saziyên mafê mirovan, parêzvanên mafê mirovan, akademiya mafê mirovan dihesibîne. Li cîhekî ku îdeolojiya fermî, li ser jiyana ramanê, li ser jiyana zanistê zordariyeke giran bike, di mijara azadiya îfadeyê de bêeleqebûna zanîngehê behêtkar û baldar e. Halbûkî, li cihê ku azadiya îfadeyê tê sînorkirin xweseriya akademîk filan pêk nayê. Helbet dê saziyên mafê mirovan, parêzvanên mafê mirovan, akademiya mafê mirovan azadiya îfadeyê li her cih, her dem biparêzin. Lê, dûrbûna zanîngehê ji vê mijarê her dem dê bibe mijara rexneyê.

Di nava saziyên ku îdeolojiya fermî diparêzin, li hember azadiya îfadeyê derdikevin de sê sazî di serî de cih digrin. Zanîngeh, dadgeha bilind û çapemenî. Çapemeniya tirk… Li Tirkiyeyê, ev her sê sazî jî bi awakî bi dewletê ve girêdayî ne. Ez ne di wê qen’etê de me ku çapemeniya kurd jî gihîştiye hişmendiya îdeolojiya fermî û azadiya îfadeyê.
Helbet li zanîngehê mamosteyên ku gihîştine hişmendiya erka azadiya îfadeyê û îdeolojiya fermî hene. Lê divê ev wek kesî bên nirxandin. Wek sazî zanîngeh, YOK ew sazî ne ku li hember azadiya îfadeyê dertên, ew sazî ne ku piştevaniya îdeolojiya fermî dikin.

Di dema te’yînkirina rektoran de, di belavok, biroşurên ku berendamên rektoriyê diweşînin de, bi zelalî dîtina vê bêmetirsiyê mimkin e. Di dema ev hilbijartin, te’yînkirinan de, di belovok, biroşurên ku tên amadekirin de, pêşniyarên wek “ji bo ku di nava hemû civatê de azadiya îfadeyê bêgeşedankirin ez dê têbikoşim” cih nagirin. Di belavok û biroşuran de, bes başkirinên di mijarên teknîkî de tên pêşniyazkirin.
Rektorî, dê çawa rektor bê hilbijartin mijarên teknîkî ne. Eger di sîstemeke siyasî de, azadiya îfadeyê sazbûbe, hilbijartina rektor mijarek girîng nîn e. Li cihê ku azadiya îfadeyê, rexneya azad saz bûbe; li cihê ku hawirdorek zanistî pêk hatibe, dixwazî rektor mamosteyên zanîngehê hilbijêre, dixwazî heyeta mitewelî te’yîn bike,dixwazî mebûs te’yîn bike, dixwazî serokkomar/serokwezîr te’yîn bike ne girîng e. Lê, di wê sîstema sîyasî de, rejîma sîyasî de, ger azadiya îfadeyê bisînor be, ger îdeolojiya fermî jiyana ramanê, zanistê, hunerê bi rê ve bibe; li wê derê rektor mamosteyên zanîngehê bi xwe hilbijêrin YOK, serokkomar hwd. di navber da tunebin dîsa jî zanîngeh ne zanîngeh e. Bêguman ev di derbarê hilbijartina dekanan de jî dê bê gotin.

Azadiya Akademîk, ‘Tawanên Ramanê’ Naparêze
Şaxê Ciwanên Bajarê Îzmirê yê Partiya Dad û Pêşketinê (AKP), roja 18ê Çiriya Paşîn 2006an, li İzmirê, bi mijara “Tesîra Civakî ya Pêwendiyên YE-Tirkiyeyê” konferansek li dar xist. Di vê konferansê de, profesorê zanistên sîyasetê Atilla Yayla axivî. Prof. Dr. Atilla Yayla, mamosteyekî ye ku di Civata Ramanên Lîberal de cih digre. Di dawiya vê konferansê de, bi hinceta, “Li me’newiyata Atatirkî heqaret hatiye kirin” di derbarê mamoste Atilla de îxbar tê kirin. Di îxbarê de tê gotin ku di dema konferansê de bi çend caran bo Atatirkî “ev mirov” hatiye gotin. Bi rojan çapemeniya Egeyê, paşê jî bi gelemperî çapemeniyê vê mijarê bikar anî. Li ser vê mijarê, zanîngeha Gaziyê di derheqê Atilla Yaylayê de lêpirsîn da destpêkirin, ketina wî ya dersan qedexe kir. Li Îzmirê, di Dadgeha Seza ya ‘Esliyeyê de, li gor qanûna di derbarê tewanên li hember Atatirkî ya hejmara 5816an, doz hat vekirinê. Di dawiya vê dozê de, Atilla Yayla sal û sê meh seza xwar.

Aha xweseriya akademîk, dema profesorekî di derbarê hin mijaran de ramanên xwe vebêje wî naparêze. Helbet azadiya îfadeyê mercê bingehîn e. Ger azadiya îfadeyê nebe, xweseriya akademîk bikêrî tu tiştî nayê. Tesîra rewşeke wiha li ser zanîngehê, li ser çapemeniyê çi ye? Ger daxuyaniya ramanê di hin mijaran de, bi mueyîdeyên îdarî û sezayî bên pêşwazîkirin, ev pêvajo, dê tesîreke wek çi li zanîngeh û çapameniyê bike? Ev, dê berî her tiştî otosansurê sazbike. Otosansur jî, di jiyana ramanê de, di jiyana zanist û hunerê de bêberhemiyê tîne. Di rewşeke wiha de mejî pûç dibin. Saziyên wek sansur, otosansurê, ew sazî ne ku li hev tesîr dikin û divê bi hev re bên nirxandin. Dikare bê gotin ku otosansur, di jiyana ramanê de texrîbatên pir girantir pêk tîne.
Kovarên Bihakim, Hakim, jûrî…

Li cihekî ku îdeolojiya fermî, zanistê, hunerê, zanîngehê bi rê ve bibe, kovarên bihakim, hakim û jûrî dikarin çi bikin? Li derdoreke wiha erka hakiman bi qalîteya zanistî re ne ‘eleqedar e. Di vê hawirdorê de, hakim tenê karekî dikin, ew jî kontrola dîtinên di nivîsan de li gor îdeolojiya fermî ye. Ev ne ji bo metirsiyeke zanistî ye, wezîfekî polîsî ye. Tirsa hin rêveberên ku bi îlhah dibêjin “hakim”, “hakim” ev e. Dibe ku di civatên demokratîk de erkeke lêkolîna qalîteya zanistî ya hakiman hebe, lê di civatên ku îdeolojiya fermî, jiyana ramanê diyardikin, bi rê ve dibin de, bes erka wan erkeke polîsî ye.

Dema ku mijar hakim û jûrî bin, nivîsa Mesut Yegenî a 13ê Sibata 2011an ku di Radikalê de, bi navê “Mirov Çawa Dibe Profesor?” weşiya, nivîseke balkêş e. Prof. Dr. Mesut Yegen, ev nivîsa xwe di 21ê Sibata 2011 û 27ê Sibata 2011an de, di rojnameya Tarafê de domandiye. Di vê çarçoveyê de nivîsa Prof. Dr. Feride Acarê, di 20ê Sibata 2011an de, di Radikalê de bi navê “Mirov Çawa Nabe Profesor?” weşiya. Divê ev jî bê lêkolînkirin. Çawa dibin profesor, çawa nabin profesor jî bi mijara xebatên Mesut Yegenî î bi civata kurdan re pêwendîdar diyar dikin.
Saziya Xwendina Bilind(YOK), Pêşnumayek Qanûna Xwendina Bilind î nû amade kiriye. Dixwaze Qanûna YOKê ya bi hejmara 2547an a di 1981an de derketiye biguherîne. Di Kanûna Pêşîn a 2012an de, mamosteyên zanîngehê, mensûbên çapemeniyê, ramanên xwe î di derbarê pêşnumaya nû de diyar dikin. Di nivîsên ku di çapemeniyê de cih girtin de, di mijarên wek rektorî, dekanî, beş, pêwendiyên vana bi hev re, budçeyê de raman, pêşniyaz tên derbirîn. Bi tevî ku têgihên wek xweseriya akademîk, azadiya akademîk pir tên ziman jî, qet li ser azadiya îfadeyê ranawestin, kêmasiya vê hîsnekirin mijareke balkêş e. Lê, bêyî azadiya îfadeyê, ku di sîstema sîyasî de, di rejîma sîyasî de azadiya îfadeyê saznebe, dê zanîngeh nebe zanîngeheke rasteqîn. Ev pir zelal e.

-------
Wergera ji zimanê tirkî: Ahmed KANÎ
amed_kani@hotmail.com