Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Arjen Arî hat libîrêanîn
2013-01-29 11:30
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Helbestkarê kurmancînivîs, Arjen Arî, pêr li Navenda Cegerxwînî bi beşdarbûna gelek kesayetên edebiyata kurdîyê hat libîrêanîn.

Rê-û-risma libîrêanînê ya ko Komeleya Nivîskarên Kurd bi piştgirîya Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê çêkir, Emer Fîdanî pêş kêş kir.

Di destpêkê de Dilaver Zaraqî behsa edebiyatkarîya Arjen Arîyî kir û paşê Behzad Arîyê kurê Arjen Arîyî, behsa bavîtîya wî kir.

Di panela rê-û-rismê de bi birêvebirîya Şêxmûs Seferî, Berken Bereh, Kawa Nemir û Şerefxan Cizîrî axiftin.

Piştî panelê helbestkarên ciwan, helbestên Arjen Arîyî xwendin û paşê sitranbêjê Mehmet Atli jî sitranên xwe yên ji helbestên Arjen Arîyî çêkirî gotin.

----


:.. Emer Fîdanî, pêşkêşkarîya rê-û-rismê kir.

---


:.. Dilaver Zaraqî, behsa edebiyatkarîya Arjen Arîyî kir.

--


:.. Kawa Nemirî, behsa cihê zimanê Arjenî yê di edebiyata me de kir
--


:.. Berken Berehî got "Arjen Arî, wijdana Kurdistanê ye!"

--


:.. Berken Bereh dostê bi salan yê Arjenî bû, bi wî re bi salan rêhevalî kiribû lê vê carê li ser dikê bêyî ko ew hebe rûnişt.
---


:.. Piştî her "çûyinekê" xem li paş çûyîyan dîmîne, hêsrên Berkenî yên ji bo Arjenî.

---



:. Helbestkarên ciwan helbestên Arjenî xwendin.

--



:: di dema helbestxwendinê de pêlên hestebarîyê li guhdaran belav bû.

-----

Arjen Arî:

Sala 1956an li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Bi tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê helbestên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel ku weke cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan têt zanîn, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hatiye belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan/beytan pêk dihat. Malikek jê ev bû:
Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê
Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê.
Her wisa, beriya 12ê îlonê helbestên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin. Wek:
Tewrik tewrik tewriko, tevriko
Ber tayê pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko,tevriko
Tevrik tevrik tevriko,tevriko
An,
Roja pala erzan e
Kufletê mal girina
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!
Bi dû 12ê Îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt; wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992ê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişekê çekî bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de li Amedê dijî[ya].

Berhem
Ramûsan min veşartin li geliyekî, şi’r, Avesta, 2000
Ev çiya rûspî ne, şi’r, Avesta, 2002
Destana Kawa, şi’r, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka, Şi’r, Weşanên Lîs, 2006
Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr, Weş. Y.N. Kurd, Duhok, 2007
Çil Çarîn, Şi’r, Weş. Ens. Kurdî ya Amedê, 2008
Şêrgele, Şi’r, Avesta, 2008
::
Serkanîya jînenîgariyê: avestakitap.com