Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Tu li Tirkiyeyê hatiyî dinyayê û tu, hebe-nebe tirk î!!!
2013-01-30 19:37
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Li ber bi êvarê ve...

Li kargeheka li Washintonê ya ko ez lê dişixulim, hinek ji xebatkarên kargehê peseporteka Tirkiyeyê li destên min şidandin.

Wan gotin ko xweyîyê peseportê nizane bi ingilîzîyê biaxive û hêvî kirin ko ez arîkariya wî bikim. Paşê xebatkaran zelamekê li pêşiyê nîşanî min kirin ko gotin ew e…

Ew zilamêkê nêzîkê çil salîyê bû û bejna wî nêvincî bû, ez nêzîkê wî bûm û min jê re got ‘’ez çawa dikarim arîkariya te bikim?’’.

Çawa ko wî dît ez bi zimanê tirkî diaxivim reng bi rûyê wî de hat, bêhna wî fireh bû û beşişî/girnijî û ho got ‘’çi qas keyfxweşîyeka mezin e ko mirov tirkan li vê derê bibîne!’’

Min jî jê re got ‘’na ez ne tirk im, ez kurd im’’

Ew rengê ko pêşiya hingê bi rûyê wî de hatibû jê çû, pilmê xwe kir.
[pilmê xwe kir=rûyê wî tirş bû]

Paşê ew li min zivirî û got ‘’çira tu welê dibêjî!’’

Min jê re got min fêm nekir!...

Wî dîsa ew pirs, pirsî ‘’tu ji ber çi dibêjî, ez kurd im?’’

Dibe ko ji ber ez kurd im, an no…

Zelam: Tu li Tirkiyeyê hatiyî dinyayê û tu hebe-nebe tirk î, qene li Emrîkayê nebêje ez kurd im ko mejiyê xelkan şêlo neke! Ma tu nizanî ko Tirkiye welatek e ko Xwedê ew daye me tirkan?
[qene=qet nebe]

Min hingê jê pirsî: ‘’heger welê be qey kurdên li Îranê faris in û yên li Suriyeyê û Êraqê jî ereb in!’’

Bersiva zelamî: ‘’qey ne welê ne!’’

Min jê pirsî: ‘’qey tu bawer nakî ko kurd hene?’’

Bersiva wî: erê ez bawer nakim… û paşê li gotinên xwe zêde kir ko got: pîroziyê me yê şirîk/hevpar Atatirk e û xelaskera me Kemalîzm e.

[navê Atatirkî Mistefa Kemal Atatirk e û ji bo Atatirkperestiyê navê Kemalîzmê jî tê gotin…Mrd]

Min hingê ji xwe re got: IHAA!! –Bîngo!!’’- Ev gotin li min nas in!

- Û bêguman e ko tu esilkurd î ma ne?

Bersiva mêro: ‘’erê dê û babê min bi hev re bi kurdîyê diaxivin lê ez ji wan fêm nakim bi eslê xwe em ji Elazixê ne’’

Û paşê li min zivirî û pirsî: erê te çawa zanî ko ez esilkurd im?

Min gotê: ‘’bi tenê mirovên asîmîle bûbin dikarin bibin xweyîyê îdeolojîya te!! ‘’

----
Serkanî: www.facebook.com/Mustafa Acar

::.. Nivîs: Mustafa Acar
::.. Werger: Miradê Gundikî

----