Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Li şûna tu xwe bikî qurbana peymanên xwe, here xwîna helbestên xwe ji erdê rake!
2013-02-06 12:24
Zero BEXTEWAR
info@kurdigeh.com
Eger min di seradekî kunteng de genimên xwe ji zîwanên ehmeqan bi hosteyî û bi jinekurdî bibijarta wê hingê min xwe hewceyê dost û yarikiya xerîba atlasa kizwanan jî nedikira. Paşê wê porê min, ê ku ji ber çiraya xwendinê bûyî zerikî, biketa cizbê da ku dîsa zora jolegeran bibira.



Lê ka bêjin piştî rewşê Rewşên bê çi fêde ye?



Çavên me çima ji hev cuda ne? Jiyana me cuda, serpêhatiyên me cuda, hestên me cuda, kirin û mirinên me cuda... Ma tu jî ne bindest î Bêrîvan? Ma tu jî ne bindest î Egîdo? An ez xelet im, ji ber ku çavên min ên hewl û miyop her tiştî xelet dibînin?



Eger min li serê tûjikê gundê xwe qereqolên ku tecawuzî xwezaya Çemê Karê û Deşta Garisan dikin nedîtibûya min ê mizilmewt û ava zer nekira pariyê devgeniyên doxînsist! Paşê ew çavên hewl û miyop xutbeya terkkirina kenxweş-xapînokê nedida.



Lê ka hûn ê bikaribin bistrên vî hevîrê ji serî heta binî (ji qal û belayê vir ve) ji xwê mayî bêpar?



Li şûna tu xwe bikî qurbana peymanên xwe, here xwîna helbestên xwe ji erdê rake! Heyfa wan hilîne! Û ev helwest, tê bibînî, ji helbestek dipdirêj hatiyê û xwe li ser bedena min a çûv de daliqandiye. Bi serûpepikan ve etîketa “ego”yê, nezanîna hezkirinê, kompleksa serketinê... Hooo, malmîrato, ma tu ketî şkefta sînemdefteran û te jiyana wan diziye? Qota!



Eger ji aliyek de Fêrîkê Ûsiv li Heciyê Cindî nenêriya, di yê din de jî Evdila Peşêw li pirtûkên Evdila Goran negeriya min xwe natavêta bextê Serkîsofa kalikê Wî. “Ezmanê we, ez nizanim ji çi yê we dirêjtir e” digot Mamo. Hêmayên wî jî wek çavên min kardox in qey!



Bêhna sebrê tê? Nayê min, tu carî jî nehat. Bila newe, -haşa ji civatê- ji bilokê kurê min ve! Bendewariyên vala û sebira ehmeqî ji kengî ve di zikê mêyekê de bûne cêwî? Pirsên we hene hê?



Got: “har û barbar û zinar çi gotine hev?”



De bêjin, di binxeta laşê te de neviyên zincîrxirab zîtikan didin hey Harooo!



De bêjin, binxeta laşê te û ew mejiyê ku taca serê te cih guherandine, tu masturbasyona ramanan î: piştî ramanek tu gilîza diverişînê di gulebaxçeyên vê xakê de, Barbarooo!



De bêjim, aha li hemberî te ez heme, Zinar im!



Hooop, ez zilamê Elîxanî me: “Kurdînivîs zêde gazinan dikin û heta pişt mala Xwedê rast in!”



Bi vê sura realîst ve, da ku ji xwe re bikim esas vê awirtêdanê ez ê biweritînim kokên dest tavêjin lihevketinên birînên min. “Mala min ê tê dinyayê ava bikî, pa ne tu kêrî seriyek pîvaz jî nayî dîno!” Lê helbûkî Berhen Bereh dibêje: “ne ji van bajariyan bûya, ava coya min nedixitimî”



Lê wê bimirin ev çav, bila devên we bi ken be! Lê wê bimirin ev peyv, bila dilê we rehet be! Ez ê biqeştim û biçim, û lê tu minetê jî nakim. Da ku hûn jî binasin, bê min Beko çi tînin li serê evîndara Mîr Mihemed Beg- Keçperiyê! Da ku bikeve serê wî/ê: firotinên xwîna helbestan wê bibin bobeleta bazarên ku mêxikan difiroşin!



Çend roj û şevên vî çavî mane. Wê were girtin! Digerim, dibînim lê wê di nêzik de bêjin: Korooo!



Selamî Esen

Sibat 2013 /Cizîr