Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Tilîlî lîlî! kebaniya helbesta kurmancî Xecê Omerî dibe bûk
2013-02-11 16:05
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Sal sala 2013ê, 11ê Sibatê, saet 6ê êvarê…

Li Qoserê, li Salona Şahî û Dawetan ya Dunayserê, di def û dawetek giran de, li ber çavên pîrên perixî, kalên kokimî û keçikên rindik û xortikên şahîk, li ber çavên mêr û camêran, jinik û canikan kebaniya helbesta kurmancî Xecê Omerî dibe bûk. Wey sed pîroz û bimbarek, ji wêde hat siwarek, go vaye bûk û zava, li keç û xortan aqûbetek!

Ji ber ku em xwişk û birayên Xecê ne, li ser edetên berê me go ê minasib ew e ku em li xwe şûna xwe giran bikin, xwe li şîna xwe bigrin û neçin nekevin govendê. Dibêjin ‘’dil li ser dilan re cîh namîne ji derd û kulan re’’.

Herçiqas bûkê hine li neynûkê di ber re di bin çavan re li dor xwe dinêre û dikene jî, em baş dizanin ku îro ji bo Nisêbînê roja reş e: Xecokê lê xecxecokê, hêsir bariyan wekî cokê, te Nisêbîn ji bîr kir, kêf bû kêfa Qoserokê.

Elbet ne tenê ku Nisêbin li ber çûyina Xecê dikeve!

Li gor agahiyên me ji Ajansa Nûçeyên Pitpitokan sitendine li hinek der û deverên din jî heval û hogirên Xecê şîn danîne.

Li Gundikê Melî, editore Kurdigehê Mirad Gundikî gotiye ‘’Xecê wê bibe bûk, wê bibe bermalî, wê bibe jina bi kofî û kitan û wê careke din berê xwe qet nede helbestê’’ û rabûye tep li xwe xistine û helbesta wê ya dawî li ser gora Mem û Zînê xwendiye.

Dîsa li deşta Sirûcê, cotkarê deşta Sirûcê Omer Faruk Baran gotiye ‘’Yanî çilo bêjim, immm, wilo bêjim, yanî me tim bihistiye dibên xwesû dîn û îman tine, bûkê zar û ziman tine. Lê ê Xecê ne wilo ye, bi Xwedê, bi rebbê Îsa û Mûsa wê ew bibe jineke malkir û wê bi zar û zimanê xwe heft xwesûyan bi hev re bixeniqîne, Omerî wilo ne heyran, çilowilo ne’’

Me pir got, pir dirêj kir şahî şahî gotî, şîn şîn gotî. Ji ber ku bê ziman jiyan dibe lê bê zewac nabe em ji Simaîl Gokdemîr û Xecê Omerî re silav û serkeftinên Kurdîgehê dişinin û wekî din jî tiştekî nabêjin. De bes e lo, bizewicin herin, daweta mîran e, gotin ne a feqîran e!

Komîteya Amadekar a Zewacên Nivîskarên Kurdîgehê