Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[Çîrok] Şoreşgerîya evînê - Beşa yêkê -
2011-01-29 13:25
Dilyar Amûdê
info@kurdigeh.com
Dengê banga sibê û dengê Şivan Perwer tevlihev dibûn... Dûmana çixarê ode dagir kiribû.. Xem di nav dûmana çixareyan de winda bûbû. Belkî bi wê dûmanê xemgînya xwe vedişart lê wî jî nedizanî bê ji çi aciz e û ji bo çi aciz e.

Lê tiştek tenê hebû ku ew jê ewle bû, ew jî jiyana wî ya valabû, hêvîyên wî nemabûn, her tişt berterefbibû, dilê wî şikestîbû..

Heta wê şevê jî nedizanî û nedikarî çareyekê ji arîşeyên xwe re bibîn, lê biryar dabû ku êdî wê çareserbike.

Divê her tiştî çêke, divê jiyana xwe vegerîne, divê hêvîya xwe a çilmisî dîsa biçîne, divê peymanê xwe bi cî bîne.

Peymanên wî ne ji kesî re bûn û ji nefsa wî re bûn, divê her tiştî nû bike, biryar dabû ku êdî ew şev wê ne wek ti şevan be, biryar dabû ku êdî wê xewnan bibîne, wê jiyana rengareng bibîne...

Dem hatibû ku şoreşa xwe pêk bîne, biryara xwe dabû ku wê her tişt di wê şevê de bê guhertin.

Ew şev du caran daketbû wê kolana lê meşiyayîbû.

Ramanên xwe ên belawela rêşkiribûn û giş li ser masê xwe raxistbûn, li wan dimeyzand, bi destên xwe sînga xwe çirand û dilê xwe jî derxst. Danî di nava wan ramanan de, xwest ku hestên xwe tev li mejîyê xwe bike, tev li bawerîyên xwe bike...

Dixwest evîneke rast ji xwere çê bike, evîneke bêderew...

Evîneke him bimentiq û bi hestî dixwest xwe nû bike. Ji xwe re digot ev şev wê ne wek gelek şevên kevn be, ev şeva man û yan nemanê ye, tiştê pêşî hat bîra wî evîna wî ya windabûyî.

Got:

— Gelo piştî min hefqasî dilê wê şikenenad ezê çawa karbim wê dîsa bi dest bixim.

Rabû ji xwe re qehweyek çêkir, li fûrandina qehwê nerî tê de evîna xwe dît. Hat bîra wî, cara pêşîyê dema ku çû bûn mala hevalekê xwe nizanîbû qehwê çê ke û hat bîra wî bê evîna wî çawa qehweyek bi kef ji wan re çê kir. Hat bîra wî ku evîna wî ji qehwê hez nake, lê qehwa wê tevî wilo jî gelekî xweş bû. Zanîbû ku ji bo karibe rabe ser lingan û şoreşa xwe pêk bîne divê dilê wî bijene. Divê beybûna di dilê wî de çilmsiye ji nû ve bipişkive, lê wî zanîbû ku ew tişta şikenenadiye ti tişt nikari bicebirîne.

Dixwest ku di nav ew tiştên di evînê de kuştiye bi dilovaniya evîna wî tune bibe.

Biryara xwe da ku wê here cara dawî pê re bipeyive, yan wê her tiştî çê bike û yan jî wê bêdil jiyana xwe dewam bike. Wî zanibû ku bêyî dilî xwîn li laşî nagere, rengan nabîne çavê.

Biryar dabû ku wê şerê xwe bibe serî, îşev jê re şeva manê yan nemanê bû...

|| Dawiya beşa yêkê. Di beşa didoyê de; Hûn dê bibînin ka lehengê çîrokê şerê xwe yê bi evînê re çawa dibe serî.