Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
George Sand
2013-03-01 11:09
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Dostayetiya wan di sala 1834-ê de despê kir. Eugène Delacroix (1798–1863) soz dabû ko dê portreyeke wê çêke, lê belê George Sand (1804–1876) wê rojê nekarî biçe, wê nameyek jê re rêkir û got:

— Ez nexweş im, lewra îro pêwîst nake ko ez roja te bi rûyê xwe yê xemgîn xirab bikim. Ma gelo em dikarin sibe hevdu bibînin? Derfeta ko tu portreyekî ji min re çêkî dê ji dest xwe nebim, ew dê bibe sedema dîtin û nasîna te, ew jî xewnek e ko ji mêj ve çavên min li rêya pêkhatina wê maye.

Piştî hingê têkiliyeke hevaltiyê ya dûrûdirêj û taybet ko bi hestên evîndariyeke bêdeng tîkilhev bû di navbera wan de ava bû û sih salan heta mirina Eugène Delacroixî (1863) dewan kir.

George Sanda ko bi navê mêrekî nivîsên xwe belav dikir û pê dihat nas kirin, wê hingê sihsalî bû û nivîskareke navdar bû. Eugène Delacroix jî sihûşeşsalî û di nêv grupa hunermend û entelektuelên Fransayê de şêwekarekî naskirî bû.

Navê wê yê fermî “Amandine Aurore Lucie Dupin” bû, bavê wê esilzade bû û mirovatiya wî bi malbata qiralî re hebû, diya wê jî jineke jîr û zana bû lê belê keça cotkarekî bû. Kontrasteke weha liberçav di civata wê demê de kêm peyda dibû. Wê hingê esilzade û cotkar wekî ko du dinyayên cuda bin, dûrahiya di nêvbera wan de xeteke sor bû.

Dema ko hêj zarok bû bavê wê mir, diya wê vegeriya gundê xwe û dûbendiyeke dijwar li ser mafê xwedîkirina wê di nêvbera diya wê û pîrika wê, diya bavê wê de çêbû. Dadgehê li gor daxwaza Amandine kir û biryar da ko ew dê di nêvbera herduyan de bijî.

Amandine Aurore geh li gundî li nik diya xwe û geh li bajarî li nik pîrika xwe dima. Hevalên wê yên li gundî zarokên cotkarên feqîr bûn. Ew li bajarî bi perwerdeya bilind, jiyana lûks û bi tradisyonên esilzadeyan mezin dibû. Kontrastên herdu dinyayên jihevcuda kesayetiyeke guhertî û balkêş ya wê çêkir.

Sandê sala 1822-ê mêr kir, pîrka wê li gorî tradisyonên malbatê mêreke esilzade ji bo wê hilbijart, wê hingê nozdesalî bû. George Sand di jiyana xwe de nerehet bû, wê nekarî wekî esilzadeyan bijî û nekarî bibe wekî cotkaran jî. Wê biryar da ko jiyaneke xwe ya xweser ava bike, daxwaza cudabûnê ji hevjînê xwe kir, û ji bo ko hewceyî ti kesî nebe û bikare zarokên xwe xwedî bike, dest bi nivîsandinê kir.

Nivîskar Jules Sandeau (1811–1883) dergehê nivîsandinê ji ”Amandine Aurore Lucie Dupin” re vekir. Sandê bi alîkariya wî romanên xwe yên despêkê nivîsîn. Jules Sandeau navê George Sand lê kir ji ber hingê nivîsandin karê mêran bû.

Ji bo ko Sand bikare rehet di nêv mêran de kar bike, wê cilûbergên wan jî li ber xwe kir, fîstanên wê hingê û nemaze yên jinên esilzadeyan zêde giran û ne pratîk bûn. Şerwal jî tenê cilûbergê mêran bû, lewra dema Sand bi şerwalî ve çû karê xwe xelk behitî man wekî ko ecêbek dîtibin.

Sand bû çîroka civatê, axaftin li ser wê pir bûn. Gelek caran fantaziyên xelkê ji rastiyê dûr diçûn, nemaza dema ko Sand tradisyoneke dî ya civatê şikênand û li gorî wê hingê wê şermezariyeke dî ya mezin kir û çixare jî kêşa. Lê belê weha diyar bû ko George Sandê bi bawerî dabû ser rêyekê û êdî ji wê re nederd bû ka kî di heqê wê de çi dibêje.

Namenivîsandina di nêvbera George Sand û Eugène Delacroix de dewam kir. Wan hemî hest, raman, nêrînên xwe yên jiyanê û derdên xwe parve dikirin. Gelekan mereq dikir ka gelo George Sand heyrana kesayetiya Eugène Delacroix bû, an jî ji hunerê wî hez dikir. Sand di pirtûka xwe y abi navê “Bîranîn û impressionên edebî” de ko sala 1862-ê belav kir dibêje:

— Ji dema ko min cara yekê Eugène Delacroix dît heta niho bîst sal borîn, bîst salên hevaltiyeka serkeftî, bextewar im ko behsa wî dikim, Delacroix hêjayî qedirgirtinê ye û hêjayî wê yekê ye ko mirov pesnê wî bide. Ew miroveke delal e û xudanê hunereke spehî ye, mirovatî û huner herdu aliyên kesayatiya wî ne, û jihev cuda nabin.

Grêdana ruhî di nêvbera Sand û Delacroix de weha xurt bû ko dema nexweşî li Delacroix giran bû, Sandê ji destxetê wî yê li jêrê zanî ko ew ne di rewşeke baş de ye.

— Belê ez gelekî xemgîn im, meha borî nameyeke wî gihişt destê min, kêfxweşiya xwe diyar kir ko xwedê zarokek daye min. Got ko ew gelekî ji berê baştir e, lê belê destxetên wî yên spehî û stabîl wê rojê hinekê tevlihev bû.

Eugène Delacroix di nameyekê de behsa pêwîstiya xwe bi dîtina wê, û hestên xwe yên tenêtiyê dike:

— Xanima hêja, ev du roj in ko serêşeke dijwar dest ji min bernade, ji mêj ve me hev nedîtiye, hestên tenêtiyê êşa min zêde dikin, ez dê hewil bidim ko razim, dema derdên jiyanê giran dibin, xew reveke baş e.

Dostayetiya bi rêya namenivîsandinê di nêvbera Sand û hejmareke rewşenbîrên Fransayê de çêbû. Piştî Eugène Delacroix, komûnîkasyoneke namenivîsandinê ya wê û romannivîsê navdar Gustave Flaubert jî çêbû. Piraniya nameyên wê diyalogên fikrî, parvekirina ramanên felsefî, siyasî û edebî bûn.

Lê belê ciheke taybet yê nameyên Eugène Delacroix li cem wê hebû. George Sand di nameyekê de ko ji Eugène Delacroix rêkiriye dibêje:

— Delacroixoyê hêja, dê sibê zû seet pêncê bi rê kevim, heznakim biçim bêyî ko xatirê xwe ji te bixwazim. De ka bide rê û were nik min, Chopin jî dê bê û ji me re li piyanoyê bide. Heger tu hatî nebe ko çi nasên ko tu li ser rê li wan rast bê jî digel xwe bînî. Chopin dixwaze ko guhdarên wî îşev kesên taybet bim. Heger te nekarî tu bê ji niho ve bixatirê te, lê belê ji bîr neke ko tu hinekê ji min hez bikî.

Mirina Eugène Delacroix tasîreke kûr lê kir, û valahiyeke mezin di jiyana wê de hişt, heta demeke dirêj piştî mirina wî jî hêj Sandê name dinivîsandin û behsa wî dikir:

— Mirin û dûrketin wekî yek in, em ji hev bi dûr ketine lê belê qet ji hev cuda nabin, ji ber çavên hev wenda bûne, lê belê em dizanin ko em dê rojekê li cihekî dîsa li hev rast bên, ew dê li dinyayeke dî be yan li ser axeke dî be, ya giring ew e ko em dê dîsa ji nû ve careke dî hev bibînin.

Di warê lîteratura namenivîsandinê de ko George Sand bi hostahî afirand, gelekan xwest bidin ser rêya wê, lê belê gotinên çêkirî çiqasê spehî bin jî qet nagihîjin spehîtahî û germahiya hestên ko xwe spontan ji ruh û dilê mirovî vedidizin û tenik wekî ava çeman diherikin.

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Serkanîya Nivîsê: nefel.com