Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Weşanxaneya Ronahî bi berhema helbestvanê nemir Arjen Arî dest bi rêzeweşana xwe kir
2013-03-01 11:21
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Vê hefteyê ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke hêja derçû. Helbestvanê nemir Arjen Arî yê ku di demeke nêz de ji nav me koç kir. Bi berhemeke hêja silav li me kir û weke ku bêje “wêjekar tu car namire” dengê xwe gihand xwendekar û hezkerên xwe.

Berhema wî ya ku ji Weşanxaneya Ronahî derçûye ji ceribandinên wî yên weşandî û neweşendî pêk tê. Navê berhemê “Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma” ye û ev berhem ji sê beşên bi navê “Bajar, Civak û Wêje”yê pêk tê. Edîtoriya berhemê [nivîskarê Kurdîgehê] Şengul Ogurî kiriye. Berhem bi tevahÎ 276 rûpel e. Berpirsê Weşanxaneya Ronahîyê Mihemed Ronahî ragihand ku “ bi weşandina vê pirtûkê mebesta me ew bû ku, em Arjen Arîyê nemir bi xwendekar û hezkerên wî bidin naskirin û aliyên wî yên nenas jî bidin zanîn. Lewre Mamosteyê nemir di vê berhemê de bi awayekî derbirînên xwe ragihandine xwendekarê xwe.”

Weşanxaneya Ronahîyê