Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Tahîr Ûrper: Barê şevê ya Fawas Husênî
2013-03-01 23:58
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Beşa 1ê


Di romana ‘Barê Şevê’ de penaberî; hem bi rastiya jiyanê hatiye nivîsandin hem jî wek sembola parçebûnê hatiye xemilandin. Vebijêr, ji parçeyên Kurdistanê lehengên xwe hilbijartiye.

Penaberî, ji xwe parçebûneke ji dil bi xwe re têne. Kesek here kuderê ew parçebûn ji rihê wî/ê tu caran xelas nabe.

Jiyana zarokatî li ku derê derbas bibe bila bibe, tu caran giyanê mirov bernade.

Sîno, ji bakurî kurdistanê ye. Kurê Mele Gundoro ye. Nivîskar, navê Mele Gundoro bi zanebûn lê kiriye û dizane ku ew kes miroveke çawa ye. Mele Gundoro melayeke sextekare. Ji bo berjewendiyên xwe li gund bûye mela. Da ku zekat, sedeqe û weydî leybide, debare xwe bi vî şeklî derbas bike.

Xwîner, ji şexsiyeta lehengê dikare halê civatê derbixwe holê. Civat, çawa ye, gundî çawa hereket dikin, bajarî bi çi mujîlin, rewşa siyasetê çi ye. Elbet daxwaza nivîskar ne ewe ku tenê civat bide xuyakirin, başî û nebaşiyên wan jî bide eşkerekirin. Derdê nivîskar takekesiye. Ji xwe civat keseyeta mirov diveşêre.

Rastiya şertên ku di nava gelde tên jiyandin, vebijêr carnan ji rasteqiniyê dûr dikeve û hin hevokên xwe bi efsûnî di ristîn e.


“Herdû melayiketên li ser milên wî bê rawestan xêr û gunehên wî dinivîsandin û wextê wan tunebû serê xwe bixwerînin.”


Vebijêr, gava behsa Gundoro dike, ji cih û warên ew dijî, qala demên kevnar dike û medeniyetên li wêderê dijiyan dike. Lê wek agahiyek behsa wan dewletan nake. Bi saya objeyek dide xuyakirin.

“Li ser wan pereyên entîke serê qralan û xaça papyên Romayê mohrkirî bûn. Mele çend pirtûk li ser dîroka navçeyê xwendibûn û dizanîbû ku di demên kevnarê de, ew der derûdor di navbera Rojhilatê û Rojavayê de tixûb bûn.”


Piştî ku Gundoro ew pereyên entîke dîtin, ew diçe Diyarbekrê û wan pereyên entîke difiroşe Ezrayê Cihû. Vebijêr bi eşkere nanivîse ku Gundoro pereyên entîke daye çend banqnotan an jî çiqas entîkeyên wî hebûn. Em tenê ji hevokeke fehm dikin ku Gundoro dewlemend bû ye.


“Piştî seatekê, mele ji dukanê derket û ew bûbû yek ji dewlemendên herî mezin ên Diyarbekrê.”

Sîno, kurê Gundoro ye, hezdike here Parîsê. Parîsa efsûnî, xweşik…
Sîno, li Diyarbekrê mezin dibe. Di şeş saliya xwe de diçe nik melê ku Qur’anê bixwenê. Lê Sîno fêrî Qur’anê nabe. Ayetek tenê jî, ji ber nekiriye. Ji hin ayetan jî heznekir. Nemaze ayeta “Mirovanî” ya 114’an.


“Bibêje, ez xwe davêjim gerdena Mezinê mirovan. Keyê mirovan. Xwedayê mirovan. Dijî xerabiyê ew kesê ku ramanên xirab pêşkêş dike û xwe dide alî. Ew kesê ku xerabiyê diniqutîne dilê mirovan. Ew kesê ku ins be, çi cin.”


Gelo meqseda nivîskar çi ye ku ew ayetê hilbijartiye? Gelo Sîno cin e an jî mirov e? Li vêderê vebijêr, serê xwineran tevlîhev dike. Çûnkî, di dawiya ayetê de behsa cin dike. “Ew kesê ku ins be, çi cin.” Belkî ji aciziya Sîno ji vî hevokê tê. Lê ne zelala ku Sîno cin e.

Fawaz Husên, bajarê Diyarbekrê wek dîwarên xwe yên bilind de dike kurtepist û nanê xwe bi hevîrtirşê çîrokên cin û pîrebokan distire dibîne. Berdawamiya hevokê wisa ye.


“Weha jî, çîroka mele Gundoro ji xwe re çend guhertokên seyr peyda kirin û hin kesan tiştên dûrî aqilan li ser jidayikbûna kurê mele li hev anîn.”


Vebijêr, di van hevok û jêgirtina ayetê de, tê xuyakirin ku hezdike serê xwîneran tevlîhev bike. Pêşî dibê …cin û pîrebokan distirê. Ji ber bêkariya piraniya şêniyan û dirêjbûna şevên zivistanê, xeyala gelêrî li dora çavên pir reş ên Sîno çîrokeke balkêş ava kir duvre di ayeta ‘Mirov’ de …çi ins be, çi cin dinivîse.

Di bi vî şeklî nivîskar serê xwineran de nakokî çêdike û li vî welatî çi ins be, çi cin be qedera wan yek e dide xuyakirin.

Şerê ku di vî welatî de berdewam dike, jiyana mirovan dihêle xirabiyêde. Sîno, digihije biryarekî. Sîno, ne qehreman e. Miroveke ji rêzêye. Ew ne li bere ku gelê xwe ji bindestiye rizgar bike. Ew dikeve nav dualizmeke bêçare. Hebûna xwe li vî welatî de nabîne. Ew xweşiyê digere, li xeyalan.


“Hebûna wî li navçeyê û li Tirkiyê di navbera leşkeran û şervanên kurdan de ne mûmkin bû! Ew ne bihacet bû ku wek bavê xwe falçî bûya an di rûpelên dahatûyê de bixwenda da ku bizanibûya çi li pêşiya wî bû eger ew li wan deran bima. Ew ê rojekê ji rojan biketa zindanan û hestiyê wî di nem û tariya wan de ê biriziyana. Eger ew bigihişta şervanên kurdan jî, ew ê bi guleya tivingek amerîkî an perçeyê bombeyekê di geliyekî an di şikeftekê de bib3uya çêreya kurm û maran.”


Tirs, di giyanê her mirovî de cihê xwe digire. Ev tiştekî normal e. Herkes naxwaze bibe leheng. Tiştê herî zor, ji cihê ku zarokatiya xwe derbasbûyî terkkirine. Sîno koçber dibe. Diçe Parîsê.


Parçebûna welat, kesayeta mîrovên Kurd jî xirav kiriye. Dara, li başûr dije.


“Li gundê Sêmitik, li Başurê kurdistanê, payîz ketibû û serma tûj a destê sibehan wek dûpişkan bi dest û rûyên mirovan vedida.”

Dara, bi xwe ve vedide, bi gundê xwe ve vedide. Dara, biryara çûyînê dide.“Di nîvê şevan de, baran ji nişka ve diket û dibû xumexuma çemê ku di newalê de diherikî û pêlên ava wî li ser hev wek leşker û leqên hovîtiyê siwar dibûn.” Dara, ji Başûrê Kurdistanê ye. Nivîskar li ser rewşa başûr hin agahiyên derheqê siyasetê dide.


“Ji çend salan, nemaze ji piştî şikestina mezin a Mustefa Barzanî di 1975’an de, xortan ji navçeyê bi refan didan ser riya koçberiyê.”


Dara, xeyala Parîsê dike, lewre kesên ku diçû Ewropa ‘otomobîlên sor û spî de vedigeriyan Sêmitik û gundên derdorê.’ Dîsa Dara ‘Tenê derpiyek, fanêleyek, destek gore, qemîsekî paqij û helbet alavên rîkurkirin û diranfirçekirinê û perçeyek neynik, xistibûn tûrekî piçûk.’ ve dikeve rê.


Nivîskar, di kesayeta lehengên xwe de, hin caran hevokên bi efsûnî dirêsêne. ‘Wî destên xwe xistibûn bin serê xwe û di asimanê fireh de li şerê rojê û tariyê temaşe dikir.’


Lehengên romanê bi kesayeta xwe ve derdikevin pêş. Di bin ciavata xwe ve nafetisin. Çiqas behsa bindestiyê bikin jî, em wan dîsa bi şexsiyeta xwe ve nasdikin.


Heger romanêde keseyat û ruhiyeta mirov bi pêşde be, em ji wê romanê re nikarin bêjin netewa alegorik.


Hin hevok hene li gorî min bi çavê leheng hatiye nivîsandin. Çiqas vebijêr gotube jî, dîsa ew hevokên li jêr min nîşan dayî, bi nêrîna leheng hatiye nivîsandin. Ev tişt di romanên wek Madem Bowary, çîrokên James Joyce de û yê wek wan de hene.


“Piştî nêzîkî çariyekê, şifêr ji otobusê daket. Dayika pepûk wek gêjan li dû, hîna pêçaka xwe di hembêza xwe de dilorand.”


“Dayika pepûk…” bi nêrîna Dara’yê hatiye nivîsandin.


Şêrko, ji bajarê Mahabadê bi cara ewil derdikeve ji derve. Bi me’nayeke dî ber bi rêya kesayetê ve diçe. Em dizanin ku qebîleyî û eşîretî di nav gelê kurd de pir heye. Ji bo vê çendê takesesî kême. Civat muhîme. Li her tişt li gora civatê diherike.

Çiqas Dara û Şêrko ji yek û dû dur bûn jî; dîsa edetên netewa wan yekin. Gava her dû, ji malê derdikevin, bi kincên wek hev bi xwe re dibin. Li vêderê mabesta nivîskar, qeder, malbat, edet wekheve.


“Tenê derpiyek, fanêleyek, destek gore, qemîsekî paqîj û helbet alavên rîkurkirin û diranfirçekirinê û perçeyek neynik, xistibûn tûrekî piçûk.”(rûpel 27-39)


Nivîskar, gava şûna lehengê xwe dipeyve, wê çaxê xwîner piçeke dikeve ruhiyeta nivîskar, ne ya leheng.


“Wî bawer kir ku ew ê bi saya wan bi hezarên qonaxan ji Îranê û ji hemû Rojhilatê dûr biketa û ew ê li Parîsê, li kêleka çemê Seinê, wek birca Eiffelê, bihata çandin.”


Ev jî derûniya leheng, derd û kulên leheng baş dernaêxwe holê. Nivîskar otorîteya xwe nîşanî me dide.




Nivîskar: Tahir Urper


Serkanî: Bloka Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekirê