Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
VOA-Kurdî: Konferansa Kurdî ya Navnetewî li Dîyarbekirê Hate Lidarxistin
2013-03-14 12:39
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Nûçe: VOA - Hatice Kamer - 11.03.2013

DÎYARBEKIR — Ji aliyê malpera Kurdîgehê li Dîyarbekirê, Konferansa Ziman ya Navnetewî hat lidarxistin. Konferansa ku ji alîyê Mirad Gundikî ve hat birêvebirin, Prof. Dr. Michael L. Chyet , Prof. Dr. Michiel Leezenberg, Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Ass. Prof. Zozan Berwarî, Doçent Dr. Abdurahîm Alkiş û rojnamevan Mihemed Sanrî di konferansê de gotar pêşkêş kirin.

Di konferansê de Prof. Dr. Michiel Leezenberg gotarek pêşkêş kir liser Zimanê zikmakî çi ye û Ji Elî Teremaxîyî heta Ehmedê Xanî çend nûmeyên perwerdekirina li medreseyan da. Birêz Leezenberg di gotara xwe de destnîşan kir ku sedsala 18’an li Avrupayê avabûna zimanê gotarî destpêkir û di heman sedsalê de Kurdî jî nesîbê xwe girt ji vê prosesê. Michiel Leezenberg destnîşan kir Eliyê Teremaxî jibo gotinên rast û zimanê standart bi pirtuka Tesrîfa Kurmnacî nivisandiye da ku li medresê Kurdistanê zarokên Kurd fêrî gramera kurdî bibin.

Cîgirê Rektorê Zaningeha Artukluyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî li Tirkîyê Perwerdeya zimanê Kurdî îro di çi astê de ye, perwerde bi kîjan meteryalan û bi kîjan rêbazê tê dayin gotarek da. Birêz Yildirm got pêdviya kurdî jî wek zimanên din bi moreka fermî heye.”Profesorê Kurd jibo perwerdehiya bi Kurdî li Tirkiyê goy “Ev ne sedeqe ye ku kesî daye me ev destkeftî hemû encama tekoşina rewşenbîr û niviskarên kurdan e ku ji Ahmedê Xanê destpêkir heta roja me dewam dike. “

Ass. Prof. Zozan Berwarî jî di gotara xwe de li ser pîvanên perwerdekirinê û çêkirina meteryalên perwerdekirinê sekinî û li ser mijarên xusûsîyetên Kurdîyê çi ne û divê li gor pîvanên navneteweyî pewerdeya Kurdî bi kîjan rêbazê û kîjan meteryalan bê kirin gotarek da.

Herwiha Prof. Dr. Michael L. Chyet jî bi rêya Skaypê beşdarê konferasê bû û li ser Rastbînî û ferhengsazî gotarek da. Profesor Chyet destnîşan kir bela ku ferhenga Kurdî İngilizi tune bûye, biryar daye ku ferhenga Kurdî - Îngilîzî binivise û felsefeya çêkirina ferhenga wî felsefya neynik û bêjingê ye. Profesroê Amerîkî di dawîya gotara xwe de destnîşan kir gava ku ew zimanê Kurdî dibîze dilê wî vedibe û kêfxweş dibe.

Rojnamevan Mihemed Sanrî jî destnîşan kir ziman bi dezge bûnê dikare di nav civatê de rola xwe bilîze. Birêz Sanrî got rojnamevanen Kurd divê xwe bixwe baş têbigînin û esasê têgiştina wan jî divê ji berhemên klasik û vegotinên Kurdî bin. Herwiha got jibo ku zimanê medyaya Kurdî satndart bibe divê mora fermî ya zanîngehan li ser bikeve.