Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
bawerî
2013-03-17 21:31
:: Lezgîn Acar
info@kurdigeh.com


BAWERÎ
Li bajareke gelek mezin mîrek dijiya. Mîr her meh diçû, di nav welatiyên xwe re digeriya û pirsa halê wan dikir. Yên ko pirsgirêkên wan heyîn, ji wan re dibû arîkar. Ji ber wê yekê welatiyan , ji wî gelek hez dikirin.

Dîsa dema serlêdana welatiyan hatibû, mîr herdu wezîrên xwe dibe û diçe di nav welatiyên xwe re digere û pirsa halê wan dike. Piştî guh dide pirsgirêkên welatiyên xwe, ji nava bajêr derdikevin.

Hingê dinê germ bû û mîr têhn bûbû. Diçin ber kêleka xortekê disekinin, wî xortî cilên kevin li xwe kirîbû, pêlavek qetayî jî di pêyan de bû. Emrê wî deh, dazdeh salî dixweyiya. Wî di bin wê tava germ de xîyar û bacan avdida. Mîr ji xortî dipirsi: ka te av heye tu bidî me? Em gelek têhn bûne. Ew jî, ji mîr re dibêje, ka bêhnekê rûnin, ez ê herim ji wê dera henê avê bînim. Ber bi jêr ve diçe, bêhnekê dimine û dizivire tê nik mîrî .Lê avê naîne, li pişt wan hinek gîya yê şîn hebû. Xortê delal ji nav giyayan re, cewdikek av dertêxe û îsqanê tejî dike û dide mîrî.

Mîr aciz dibe û ji wî re dibêje, te got ez ê herim avê ji jêr bînim, lê tu çûyî, te av neanî û paşê jî te av ji nav van giyayan re derêxist. Ka bêje min! te çima em xapandin?
Xortê delal ji mîrî re dibêje:
- ezbenî ! Gava ko hûn nû hatîn, hûn gelek têhnbûn û we gelek jî xwehdayîbû. Wê gavê we av vexwarîbaya, ji ber wê xwehdanê û westanê, dibe ko dilê we biboriya. Ez çûm jêr û hatim, min got da ko hûn piçekê bêhna xwe vekin û paşê avê vexwîn. Gava mirov xweh dayîbe vexwarina avê ji bo saxlemîyê ne baş e.

Mîr mat mayî dimine û ji wî re dibêje, navê te çi ye? Tu gelek fêma yî. Ew jî dibêje, navê min Ehmed e.

Mîr ji wî dipirsi: ka dê û bavê te, tu tenê li vir çi dikî ? Ew jî dibêje: dê û bavê min mirine, ez dimînim nik bapîr û pîrika xwe.

Mîr, Ehmed dibe û diçe nik bapêrê wî. Bapîrê wî di eywanê de, xwe li ser textî dirêj kirîbû.Gava bapîrê wî mîr dibîne, dirabe ser xwe û dixwaze, cihê xwe bide wî. Lê mîr narûni ser cihê wî, li ber kêlaka bapîr doşekek hebû, mîr dirûne ser wê doşekê.

Bêhneke xweş dikevin axaftinê, paşê mîr ji bapîrê Ehmed dixwaze ko Ehmed bi xwe re bibe qesra xwe û perwerdeyeke baş bide wî û wî di karê qesrê de bidi xebitandin. Mîr ji bapîrê wî re dibêje gava ew bixwaze, yê bikari weri nik te. Di destpêkê de bapîrê wî, vê yekê napejirine. Lê gava ko baş difikiri, dizane çûna Ehmed yê ji bo wî baş be. Bapîrê wî ji ber ko Ehmed sêwî bû gelek li ser wî disekinî, wî gelek tişt nişanî Ehmedî kirîbû. Di nav derfetên malê de, Ehmed yê tucarî nebûya xwediyê pêjeroşeke baş. Ji xwe debara malbatê jî ne baş bû. Ji ber wan sedeman, malbat çûna wî dipejirîne û wî li gel mîr dirêkin.

Mîr Ehmed dibe û diçin qesrê , ji xizmetkaran re dibêje: divê hûn ji bo Ehmed mezelekê raêxin û ji wî re cilên paqij bînin. Xizmetkar gotinên mîr yek bi yek tînin cih. Ehmed perwerdeyeke baş distîne û di nav qesrê de peywirên ko dikevi milê (alî) wî yek bi yek ditîne cih. Tucarî, ji gotinên mîr dernakeve. Demên xwe yên betaliyê de pirtûkan dixwîne û di milê zanebûnê de xwe pîşve dibe. Welê xwe bi pêş ve dibe ko, mîr hemû fikrên xwe bi wî re parve dike. Ehmed di gelek mijaran de, rê û rêbazan nişanî mîrî dike û roj bi roj qîmetê wî nik mîr zêdetir dibe.

Serkeftina Ehmed ya bêhempa û nêzikbûna di nav bera mîr û Emhed de, wezîrân aciz dike. Ew ditirsin ko mîr wî bike wezîr. Wezîr gelek caran dicivin da ko vê pirsgirêkê çareser bikin. Wan gelek dixwestin ko Ehmed bikujin lê wan dizanî mîr ji wî gelek hez dike û ew ê mirinâ Ehmed derbêxe holê . Ji ber wê sedemê wan nedikarî Ehmed bikujin.
Wezîran biryar dan ko tiştek welê bînin serê Ehmed, hêdî mîr baweriya xwe bi Ehmed neînin. Ji xwe gava baweriya mîr di der heqê Ehmed de wenda bibûya, ev yekê bibûya dawiya Ehmed û ewê, ji Ehmed xilas bibûyan.

Wezîr di bin yek û diçin nik xizindarî. Ji xizindarî re dibêjin em ê hinek zêr ji nav xizîneyê derêxin û bidîn te. Paşê em ê ji wezîr re bibêjîn, Ehmed zêr dizîne. Xizindar serî de dimîne dudilî, lê gava ko wezîr jê re dibêjin em ê li mîr bidin qanî kirin ko Ehmed zêr dizîne, xizindar wê yekê dipejirîne.

Hinek zêr dertêxin û zêran didin xizindarî. Ji mîr re dibêjin Ehmed zêrên xizîneyê dizîye. Mîr ji wan re dibêje: “ ez bawer nakim ko Ehmed diziyê bike”. Wezîr jî dibêjin, ger tu bawer nekî , were em ê tiştekê nişanî te bikîn. Çend rojan diçin di şibaka mezela Ehmed re difekin wî. Ehmed her roj hê nenivistî telisekê di bin cihê xwe re dertêxi û di nava telisî dinêri, paşê dîsa devê telisî girêdidi û danî cihê wî. Wezîr ji mîr re dibêjin bêguman ew zêrin di nava wî telisî de.

Mîr çend rojan xemgîn dikeve, lê bawer nake ko Ehmed dizî kirîbe. Baweriya wî gelek bi Ehmed dihat. Wî şik ji wêzirên xwe dibir ko ev lehîstoyek ya wan be.

Mîr ji xizindarî re dibêje: here libek dir ji nav xizîneyê bîne. Xizindar diçe, libek dir, ya giranbiha ditîne. Paşê, bangî (gazî) herdu wezîrên xwe û Ehmed dike. Mîr çakûçekê dide wezîrê pêşiyê û jê re dibêje: de ka vê liba dirê bişkêne. Wezîr dibêje: mîrê min, ezê çawe vê dira welê giranbaha bişkênim û liba dirê naşkêne. Mîr çakûçî dide wezîrê din. Ew ji weke wezirê pêşiyê liba dirê naşkêne. Dibe dora Ehmed. Mîr çakûçi dide Ehmed û ji wî dixwaze ew liba dirê bişkîne. Ehmed çakûçî bilind dike û liba dirê dide, wê dişkîne. Paşê mir ji Ehmed dipirsi ka sedema şikênandina wî ya liba dirê çi ye. Ew jî dibêje: Mîrê min gotinên te ji liba dirê giranbuhatir e. Şûna ez gotina te neînim cih, ez ê liba dirê bişkênim. Hezar lib dir gorî gotineke ya te bibe. Gava Ehmed wan gotinan dibêje , baweriya mîr ya di der heqê Ehmed de mezintir dibe.

Mîr hê nedizanî ka ew çi telîs bû di bin cihê Ehmed de.Ji Ehmed re dibêşe ka were em herin fekînê ka ew çi telis e di bin cihê te de. Mîr û Ehmed diçin mezela wî, Ehmed telisî di bin cihê xwe de dertêxi û diveki. Mîr difeki pilavek ya qetayî û destek cilên qetayî di nava telîsî de ne. Ji Ehemed dipirse: ka ev çi çil û pîlava qeta ne. Ehmed jî dibêje mîrê min gava ko te ez ji ber avdanê anî, ev cilên henê û ev pilava henê li ber min bûn. Da ko ez tucarî ji bîr nekim ko ez ji ko hatime, ez tucarî xwe winda nekim û xwe mezin nebînim ez li van cilan dinêrim.Piştî gotinên wî , mîr dizane ko ew leyîstoka wezîrê wî bû.

Mîr bangî xizindarî dike û jê re dibêje ger tu ji min re bêjî, ka kê zêr dizîne, ez ê tiştekê bi te nekim. Lê tu derewan bikî, ez ê serê te bidim jêkirin. Xizindar tiştên ko di nav bera wî û wezîran re borî ji mîr re dibêje. Mîr ji xizindarî re dibêje, ez tiştekê bi te nakim lê divê tu terka qesrê bikî, hêdî baweriya min bi te nayê. Xizindar qesrê terk dike û diçe. Mîr serê herdu wezirên xwe di jêkirin û Ehmed jî dike wezîr.

:.. Lezgîn Acar