Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[ziman] Veqetandekên binavkirî û nebinavkirî û tewanga navdêr û pronavan
2011-01-30 12:33
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Gellekê caran giftogoyên dijwar li ser tewang û veqetandekan têne kirin.

Li hinek herêmên Kurdistanê di hinek rewşên tewangbariyê de tewang nayête bi kar anîn lê ”gotina: kurdî ne tewangbar e” ji binî ve xelet e û yên ko dibêjin ”di kurdiyê de tewang nîne” bêguman e ko ew nizane ka ”tewang” bi xwe çi ye. Heke kesek bikare di hindek halan de li şûna ”ez-ê” ”min-ê” bi kar bînin û bibêjin tewang nîne xwe dixapîne û hew.

___________
Veqetandek:
___________

”Di zimanê kurdmancî de du texlîd veqetandek hene: veqetandekên binavkirî û veqetandekên nebinavkirî.” [1]

>> Ferqên di nêvbera veqetandekên binavkirî û nebinavkirî de:

Heke ew navê/navdêrê ko veqetandekê li xwe zêde dike ho eşkere bê zanîn ka navê kê ye an jî yê çi ye, hingê ew veqetandeka pê ve bûyî ”veqetandeka binavkirî ye” û heke neyê zanîn ka bi eşkereyî behsa kê an jî çi dike hingê ew veqetandeka pê ve bûye ” veqetandeka nebinavkirî ye.”

Veqetandekên navdêrên binavkirî:

[yê]-ê, [ya]-a, [yên]-ên

Veqetandekên navdêrên nebinavkirî:

[yek]- ek, [hin] – in, [yek yê] –ek-ê, [yek – ya] –ek-a, [hin, yê] – in-ên

***
Mînakên veqetandeka navdêrên binavkirî:

Mela yê di Cizîrî => Mela yê Cizîrî => Melayê Cizîrî

Jin ya di malan => jin ya malan => jina malan

Ker yên di çolê => ker yên çolê => kerên çolê

***

Mînakên veqetandekên nebinavkirî:

Yek Mela => melayek

Mela yê Cizîrî => Melayê Cizîrî

Yek mela yê Cizîrî => melayek yê Cizîrî => melayekê Cizîrî

Yek mela yê Cizîrî => yek melayê Cizîrî => melayekê Cizîrî

[Ev mînakên li jorê nimûneyên(mestereyên,mînakên) tewanga navdêrên nebinavkirî yên ji bo zayenda nêr in û nimûneyên tewanga navdêrên nebinavkirî yên ji bo zayenda nêr yên di “Mem û Zîn-ê” de Kurdîgeh dê di beşa didoyê ya vê nivîsarê de belav bike]

_______

Yek jin => jinek

Jin ya malan => jina malan

Yek jin ya malan => jinek ya malan => jineka malan

Yek jin ya malan => yek jina malan => jineka malan
____

Hin ker => kerin

Ker yên çolê => kerên çolê

Hin ker yên çolê => kerin yên çolê => kerinên çolê

Hin ker yên çolê => hin kerên çolê => kerinên çolê

_____

Wekî ko em dibînin dema ko bê gotin ”Melayê Cizîrî” ew melayê tê behs
kirin tête naskirin.(feylezofê kurd yê xwedan dîwan yê cizîrî) û veqetandeka >> [yê] ê << veqetandeka binavkirî ye. Ji ber ko Melayî ji me re bi nav dike û li me dide naskirin. Melayî ji melayê dî vediqetîne.

Herdîsa, ji bo jina malan >>[ya]-a<< û ji bo kerên çolê >>[yên]-ên<< veqetandekên binavkirîne û xwendevan an jî yê/ya guhdar dizane ka behsa kê an jî çi tê kirin. Divêt ji pêşiya gotinên wek Melayê Cizîrî jina malan an jî kerên çolê, Mela, jin û ker bête naskirin an jî ji xwe ew naskirî/navdar bin.

***

Şanek (Arif Zêrevan):

“Çi kesê ko ne botî, hacî beyrî, behdînî û hekarî be û klasîkên kirmancî jî nexwendibin dikare tefsîrekê ji xwe re li beyta li jorê bide û bibêje ko »ê«-ya di bêjeyên »mîrekê« û »mêrekê« de şaş hatine nivîsandin û rastiya wan divêt »mîrekî« û »mêrekî« be.

Mirovekê botî gava behsa zelamekê qenc bike holê dibêje:

Ez bi zelamekê qenc re diaxivim.

Ew ticaran nabêje:

Ez bi zelamekî qenc re diaxivim.
Min hespekî qemer ji xwe re kirî.”

Ji lewra Ehmedê Xanî di »Memozînê« de veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, holê dinivîsîne:

Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem

Heger em van du rêzan jêk vekin dê holê bixwehîn:

Her yek mîr yê di wan bi bezlê Hatem
Her yek mêr yê di wan bi remzê Ristem [2]

***

“Guhortina ko li hinek deverên Kurdistanê ketiye veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, ji sivikkirinê pê ve ne titişt e. Çawa ko li hinek deveran »jineka spehî« dikin »jineke spehî«, welê »zelamekê têr« jî sivik dikin û dibêjin »zelamekî têr«. Yan ne, bi ti awayî mirov nikare »zelamekî têr« biparêze.[3]”

***

Tewanga navdêran:

”Hemî navdêr, binavkirî û nebinavkirî, di hinek halan de tên tewandin. Navdêr di van halên jêrî de têne tewandin:

a) Heger navdêr di demê niho û demê bêt yê lêkereka transîtîf de bireser be têt tewandin.

Kendal Hesenî dibîne.
Kendalek Hesenekî dibîne.

Kendal dê Hesenî bibîne.
Kendalek dê Hesenekî bibîne.

b) Heger navdêr di demê borî yê lêkereka transîtîf de kirar be têt tewandin.

Rojenî helbest xwend.
Rojenekî helbest xwend.

Miryemê nan peht.
Miryemekê nan peht.

c) Heger daçekek bikeve pêşiya navdêrê hingê navdêr têt tewandin.

Kendal bi Hesenî re diaxive.
Kendalek bi Hesenekî re diaxive.

Leyla bi Zelalê re çû.
Leylayek bi Zelalekê re çû.

d) Heger navdêrek bibe biresera navdêreka dî, hingê navdêra bûyî bireser tête tewandin.

Kurê Ehmedî xweşlaw e.
Kurekê Ehmedekî xweşlaw e.

Keça Binefşê spehî ye.
Keçeka Binefşekê spehî ye.

e) Heger navdêr ji bo gazîkirinê bêt bi kar anîn hingê navdêr tête tewandin. Navê vê tewangê tewanga gazîkirinê ye.

-o ji bo yekejimara zayenda nêr
Ho Heseno! Mirado!

-ê ji bo yekejimara zayenda mê
Ho Xeyîcê! Miryemê!

-ino ji bo gelejimara herdu zayendan
Zelamino! Keçino! “[4]

(Di eslê xwe de ji bo cihê tewangê em ji berevajîyî ve li mijarê binêrin bare me siviktir e. Em li şûna cînavikên(pronavên) netewandî navên netewandî û li şûna cînavkên tewandî jî navên tewandî bi kar biînin mesele çareser dibe.

Cînavikên netewandî û yên tewandî(yên di nêv kevanekê de yên tewandî ne): Ez(min), tu(te), ew(Ewî-wî,Ewê-wê), em (me), hûn(hewe,we), ew(wan).
Ji bo nimûne:

Ew ewî dibîne, ew wî dibîne => Zêrevan Nêçîrvanî dibîne.

(Ew û Nêçîrvan bi tewanga zayenda nêr, bi “î-yê” ditewe:”Ew=>ewî, Nêçîrvan=>Nêçîrvanî”)

Ew ewê dibîne, ew wê dibîne => Xezal Delalê dibîne.

(Ew û Delal bi tewanga “ê-yê” ditewe “ ew=>ewê, Delal=> Delalê)

Ew yek-ewî dibîne => Ew ewekî dibîne => Zêrevan Nêçîrvanekî dibîne

Ew yek-ewê dibîne => Ew ewekê dibîne => Xezal Delalekê dibîne.
______________________

Şanek: (Mustafa Aydogan)
_______________________

Cînavikên netewandî(ez,tu,ew,em,hûn,ew):

a) Ji bo hemi lêkerên gerguhêz û ji bo hemi deman

b) Ji bo lêkerên gerguhêz yên di dema niho û dema bê de têne bi kar anîn.

Cînavkên tewandî(min,te,wî-wê,me, we, wan):

Ji bo hemi lêkerên gerguhêz yên dema borî têne bi kar anîn. Lê te hay jê hebe ko ji bo dema borî kiryara(objekt) lêkera negerguhêz û biresera(subject) lêkera gerguhêz wek hevudu ne.

Ji bo nimûne:

Ez te dibînim (ez >> kê << dibînim )

Te ez dîtim ( te >> kî << dît ) [5]
________

Ferqa di nêvbera tewang û veqetandekê de
____________________________________


Veqetandek tiştekê an kesekê/î an jî kesinan ji tiştên dî û kesên dî vediqetîne û wê/wî/wan ber bi çav dike.

Tewang li gor rewşên tewangbariyê rasterast li gotinekê bar dibe û >>veqetandek jî ditewin<<(navên nêr bi ”î-yê” û yên mê bi ”ê-yê” ditewin)

[Di van nimûneyên li jêrê de pêşiya >> û- yê << veqetandek heye û piştî >> û- yê << tewang heye û şîroveya wan dê di beşa didoyê de bête belav kirin...mrd]

Nimûneyên veqetandek û tewangan:
______________________________

Ew yê camêr hat û ewî got: ...

Yek zelam yê camêr hat û camerî got: …

Zelamê camêr hat camêrekî got: ….

Yek zilamê camêr hat û zelamî got: …

Zelamek yê camêr hat û wî got: …

Zelamekê camêr hat û wî camerî got: …

Ew yê camêr hat û zilamî got: …

Ewê camêr hat û camerî got: …

Serkanî:
_________

[1] Celadet Alî Bedir-Xan, Alfabêya kurdî û bingehên gramera kurdmancî, weşanxaneya Nefelê, çapa 1998ê, rûperê 62yê.

[2]Arif Zêrevan, Bingehên rastnivîsandina kurdiyê(kirmancî), weşanxaneya Nefelê, çapa 1997ê, rûperê 87ê.

[3] her ew pirtûk rûperê 87 û 88ê
[4] Arif Zêrevan, malpera nefel.comê, http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=10&ArticleNr=4129
[5] Mustafa Aydogan, hevpeyvîn: Miradê Gundikî (belav nebûye)

- - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - -
Kurdîgeh — Navenda Zimanê Kurdî