Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Mamoste! Ez Memed im ez nayêm bîra te lê ez ê ti caran te ji bîr nekim
2013-03-27 22:59
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Bi rastî carinan dilê mirovî ji vê dinyayê reş dibe, vê sibeyê jî yek ji wan wextê min ê diljidinyayêsarbûnê bû, bayeka cemidî xwe li min dialand û ez ketibûm rêyan.

Hêj rengên dinyayê zelal nebûbû, kolaneyên Diyarbekirê xalî bûn, bêmexsed hima ""ez ê hinekê li ser xwe bigeriyam"" û ez ê dîsa biçûyam(biçûma) mala xwe.

Qasî bêrengîya her tiştên li dora min dinya jî ji bo min bêreng û bêtam bûbû... Ez ji hemî mirovan aciz bûbûm(ko gelek caran ez welê hest dikim lê pêşiyê ez ji xwe aciz dibim) Xortekê xebatkarê Şaredariyê, paqijîya rexa rêyê dikir.

Xiştexişta milkisê wî dihat ko bi paşpaşkî ber bi min ve dihat û paqijî dikir. Min berê xwe dayê û dîsa ez ketim ser rêya xwe.

Ez hatim hinda wî û wî berê xwe da min, wek ecêbgirtîyan di cihê xwe de ma.(Min ji xwe re hizirî ko ew ê bibêje ma tu dîn bûyî ko vê sibeya sar tu li van kolaneyan î) lê bêyî ko ew tiştekê bibêje berê xwe ji min ba da û dîsa bû xiştexişta milkisê wî.

Ji paş min ve got:

- Mamoste!! (li Diyarbekirê ji ber edeta tirkan gelek kes ji nenasan re dibêjin mamoste)

min berê xwe dayê û wî dîsa tiştek negot û dîsa ez ketim ser rêya xwe.
Vê carê…

- Mamosteyê Muraat!!(navê min ê tirkî Murat e)

Vê carê ez ecêbgirtî bûm, min gotê:

- belêê?!

Kelecanek ecêb ew girtibû û ji ber vê yekê ez zêdetir mat dimam.
Lepikê destên xwe ji destên xwe kir hat destên min(min got dibe ko xwendevanekê min be lê çima navê min ê tirkî digot?)

Bû dudil ko min maç bike an no, hima min ew maç kir.
Min xwe negirt û min gotê:

- kuro! Tu ji kû min nas dikî?

Wî got: ‘’Hocam ben Memet beni hatirlamazsiniz, ama ben sîzî hîç unutmayacam""

(Mamoste! Ez Memed im ez nayêm bîra te lê ez ê ti caran te ji bîr nekim)""

- Erê çima?

Wî nû çîroka me ji min re got…

Ew gelek mezin bûbû ko min ew nas nekir, ji beriya 4 salan dema ko ew 13 salî bû ez jî li Mala Piştgirîya Perwerdeyê ya Şaredarîyê mamosteyê dildar bûm me ders dida zarokên feqîr û sinifên ‘’Zarokên Kolaneyan(ez naxwazim bibêjim pêxwasên kolaneyan)’’ jî hebûn ko ew gelekê neguhdar bûn û ez jî çend carekê çûmbûm hinek dersên wan Memet yek ji xwendekarên wê sinifê bû, çîroka wî ya jiyanê gelekê xerab bû, bavê wî dêya wî kuştibû û ketibû di girtîgehê de, ew li nik pîrika xwe dima lê piranîya caran bi pêxasan re li kolaneyan dima…

û min gelekê dixwest ew bixwîne…

Wek wî anî bîra min, rojekê min ew bir bexçeyê Malê û li ser gîyayî min dersa fen-û-teknolojîyê da wî, min bi dehan caran ceriband û wî yek car guhê xwe neda min û li gor tê bîra wî min lê nêriye û ez rûniştime û girîme û min gotîyê ez xwe ji bo te dikujim çima tu ji xwe re tiştekê nakî?.

Wî got ko piştî hingê wî bi rojan ji xwe şerm kiriye, wêneyekê min ji malperekê aniye û bi odeya xwe ve kiriye û dema ew bixwaze ji xwe şerm bike li wî wêneyî dinêre û girîyê min tê bîrê…

Wî xwendina xwe ya nêvê xelas kiriye, li ber xwendinê wî karê paqijîyê li şirketeka girêdaya şaredarîyê(ya Diyarbekirê) kiriye û wî îmtihana xwe ya zanîngehqezenckirinê pir baş çêkiriye…

Vê carê min li wî nêrî û min ji xwe şerm kir ko min niho dest ji xwe berdaye…