Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Pêşengeha Sûretan - Dozek Dewranek Lehengek: Wedat Aydın
2013-03-28 22:01
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Pêşengeha Sûretan



Avesta bi minasebeta çapkirina kitêbên li ser jiyana Wedat Aydın, pêşengeheke sûretan li dar dixe. Pêşengeha ku ji sûretên Wedat Aydın pêk tê, 31ê Adarê li Diyarbekir, Salona Konferansê ya Midûriyeta Beşa Kultur û Hunerê ya Şaredariya Mezin pêk tê. Pêşengeh heta 7ê Nîsanê dom dike.

Qerar e ku ev pêşengeh li bajar û parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropa jî dirust bibe.



Wedat Aydın



Di sala 1954an de li gundê Bismilê, Haciya Kurda ji dayik bûye. Li gundê xwe dest bi xwendinê kiriye, bi dor li Bismilê, Farqînê, Diyarbekrê û Qoserê xwendina xwe ya navîn û lîse qedandiye û dîsa li Diyarbekrê dawî li xwendina xwe ya bilind aniye. Wedat mamoste bû lê demeke pir kurt mamostetî kiriye.
Wedat ji ciwaniya xwe û pê ve di nava tevgera neteweyî de bûye û bi taybetî di dema xwendina Enstîtûya Perwerdê weke pêşengekî tevgera ciwanan derketiye pêş. Wedat piştî darbeya 12ê Îlonê weke gelek çalakvanên demê tê girtin û leqayî îşkenceyên giran tê. Him di îşkenceyan de û him jî di zîndana bi nav û deng, 5 Noluyê de bi mêrxasiyeke mezin li ber xwe dide.
Wedat Aydin piştî ji zindanê dertê, bi vizyoneke nû û tecrûbeyên salên zindanê û yên beriya 1980yî, careka dinê cîhê xwe di nava xebat û têkoşîna neteweyî de digre. Xebat û têkoşîna wî ya di salên dijwar de, deng vedide, li kû be xelk xwe lê digre, di demeke kurt de weke rêberekî tê qebûlkirin. Êdî navê wî li her derê ye. Ê li Anqerayê di komcivîna İHDê de bi kurdî dipeyive, ew e, ê li kû devereke bêdadî lê hebe, li wê ye, ew e, ê cara yekem bi awayekî kîtlevî li cenazeyên şervanên kurd xwedî derdikeve, ew e, ê di xwepêşandan û mitîngan de, sînga xwe dide ber êrişên hêzên dewletê ew e. Û ew bi van taybetmendiyên xwe dibe armanca nemerdan.



Dozek Dewranek Lehengek: Wedat Aydın

Pêşengeha Sûretan

31 Adar – 7 Nîsan

Salona Konferansê ya Midûriyeta Beşa Kultur û Hunerê ya Şaredariya Mezin / Diyarbekir

www.avestakitap.com