Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
”Axîna sîngê qelişî” ya Xizan Şîlanî di nav weşanên ARê de derket
2013-04-02 13:16
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Pirtûka helbestvan Xizan Şîlan a bi navê AXÎNA SÎNGÊ QELIŞÎ di nava WEŞANÊN ARê de derket. Helbestên Xizan Şîlanî bi pênûsek agirkuj, bi pênûsek koçber, bi pênûsek dilbirîn, bi pênûsek dil bi derd û kulên penaberiyê dagirtî, bi pênûsek beden westiyayî lê dilciwan, bi pênûsek evîndar, bi pênûsek têkoşer hatî nivîsîn.

Xîzan Şîlan di hemû xebatên xwe de êş û kul û derdên xwe û yên gelê xwe xwestiye bîne ziman. Di vî warî de jî gelek serkeftiye. Hestên bi salan di dil de kom bûne bi awayek pisporî li rêzikan bar kirî. Nivîskarê hêja bi salan bi dengê xwe yê xweş stiran stiraye û pê ve girêdayî jî hestên xwe di helbestan de mayînde kirine.

Ew wiha dibêje; “Ez niha li bajarê xerîbiyê, li Stockholmê bi salên temenê wêran, di nava kul û keserên hesretkêşiyê de jiyana xwe berdewam dikim. / Ez her roj di nalenala awirên çavên xwe yên xemgîn de, çermê asoya berbangan miz didim. Dilopên barana azadî û sewdayê li ser zeviyên dilê xwe yê hişk û ziwabûyî ji ewrên hinava xwe dibarînim!..”

E-maîl: wesanenar@hotmail.com
Tel: 0 212 237 16 07 - 0 507 4 555 216

(www.kulturname.com)