Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Nîzamettîn Ariç: Jan Dost bi kuştinê hat tehdîtkirin - ez şermizar dikim
2013-04-03 01:25
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Li gor nûçeya Avestakurdê, kesekê bi navê Riyad Mehmed li ser Feysbûkê Jan dost bi kuştinê tehdît kiriye.

Riyad Mehmedî li ser rûperê Feysbûkê ya Jan Dostî ho nivîsîye: "Jan Dost tu dizanî ku tu mîna girêka kanserê yî, tu dizanî jî bê doktor chi ji girêkên kanserê dikin.""

Piştî tehdîtkarîyê Nîzamettîn Ariçê hunermend ji Kurdîgehê re daxuyanîya şermizarkirinê rêkir, ew daxuyanî li jêr e û Kurdîgeh jî wek N. Ariçî vê tehdîtkarîya li Jan Dostî şermizar dike.

---
Min bi xemxwerî di nûçeyeke Avestrakurdê de tehdîtek li hember nivîskarê me ê hemdem Jan Dost xwend.

Ez vê yekê wek tehdîtek li hember hemû nivîskar û hûnermendên Kurd dihesibînim ên ku bi helwestek azad difikirin û berhemên xwe diafirînin. Her ji kî û ji kûderê tê bila bê, ez van tehdîtan şemerzar dikim. Ez bang li hemû hunmermendên kurdistanî dikim ku li dijî van rûreşiyan hestiyar bin.

Nizamettin Ariç

1ê Gulanê - 2013