Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
''DESTÛRNAMEYA BEŞA TIRKIYEYÊ YA RÊXISTINA BEXIŞÎNÊ YA NAVNETEWEYÎ'' BI KURMANCÎYÊ HAT WEŞANDIN.
2013-04-04 14:20
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî(saziya şêwirmenda Yekîtîya Neteweyan ya mafên mirovan) li 29ê meha Adarê destûrnameya pişka xwe ya Tirkiyeyê, li malpera xwe(www.amnestiy.org.tr) bi kurmancîyê weşand.

Destûrnameya Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî edîtorê Kurdîgehê Miradê Gundikî wergerand.

Kurtedanasîna Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî û destûrnameya wê li jêr e.

---
RÊXISTINA BEXIŞÎNÊ YA NAVNETEWEYÎ – EM KÎ NE?

Perspektîfa Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî ew e ko divê hemî mirov bigihin standardên mafên mirovan yên ko di Danezana Mafên Mirovan ya Navneteweyî de hatine pejirandin.

Ji bo bidestxistina van mafan erka Rêxistina Bexişînê ya Navneweyî ew e ko bi mebesta astengkirin û xelaskirina neheqîyan, dest bi xebitînê bike û lêkolînan bike.

Li ji 80yê zêde welatan nivîsîngehên Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî hene û li ji wê hejmarê zêdetir welatan dildarên wê hene û li ji 150 welatan zêde jî ji 3 milyonan zêde piştgirên wê hene.

Ew mirovên ko kultûra wan ji hev cida ne û ew kes in ko baweriyên wan yên dînî û îdeolojîk ji hev cida ne, li hev kirine ko divê dinyayek hebe ko xweyîtîyê li hemî mafên mirovan bike, biparêze û bigihîne destên mirovan.

Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî, bi çalakîvan, piştgir û dildarên xwe ve bi bingehê alîkarîdana hev ya neteweyan bêyî ko biweste hewl dide mafên mirovan bi pêş ve bibe.

-----

DESTÛRNAMEYA BEŞA TIRKIYEYÊ YA RÊXISTINA BEXIŞÎNÊ YA NAVNETEWEYÎ

PDF - ""DESTÛRNAMEYA BEŞA TIRKIYEYÊ YA RÊXISTINA BEXIŞÎNÊ YA NAVNETEWEYÎ""

---

Dûvelank - ""DESTÛRNAMEYA BEŞA TIRKIYEYÊ YA RÊXISTINA BEXIŞÎNÊ YA NAVNETEWEYÎ""

---