Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
NEW/NÛ ROZ/ROJ - Me namûs kir Kurdistan
2013-04-04 23:05
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
:: Serhat Tufan

Agir û em destbirakê hev in. Di jiyina me kurdan de agir metaforek mezin e. Agir di mitolojiya gelên Mezopotamyayê û di mêjiyê gele kurdan de cîhekî balkêş digire. li welatê rojê agir xelîfeyê rojê ye û xwedî cihekî qedîm e. Agir di avakirina jiyana mirovahiyê de jî xwedî cîhekî pîroz e. Wek anasır-i erba tê binavkirin û bi ax, hewa û avê re destpêka jiyanê ye… agir di bingeha ronakbîrî û rewşenbîriyê de jî rola xwe leyistî ye… Zerdeşt bi xwedanê qenciyê û bi hirmizê ronahiyê ilmê Zend Avesta meşandîye. Ev tekoşîn ji ber agirê mecûs bilind bû ye û ev ronahî ji ber tarîti ya êzîdiya bilind bû ye… Ahûrê mezdek xweyi û xwedanê ronahiyê ye. Manîyê medî jî ronahiya welatê rojê pêşkêşî mirovahiyê kiriye…dîroka welatê rojê dîroka zanîn û ronahiya mirovahiyê ye…


Me çewa zanîna xwe bi ronahiya agir meşandiye wisa me tekoşînên xwe jî bi serhêldêriya agir meşandiye. Kawayê medî berî zayinê 2500 salî de ji ber zilma dehaqê xwînxwar serî hilda û agir pêxist. Ta ku dehaq û zilma xwe di nav vî agirî de xeliyan. Agirê ku kawa pêxist bi hezaran sal netefiya, çiqas sal derbas bûn, agîrê şoreşa kawa hewkas bilind bû. Agir gûr bû bi salan û sal jî agir gûr kirin li welatê bav û kalan. Dîrok jî vî agirê me xwedî kir bi sedsal û hezar salan. Em dîrokê bi renge agir dijîn û dîrok jî bi renge agîrê dile me. Em bûn agir û me dîrok nivîsand bi tîna çermê bedena xwe. Heman wext bi navê agir derbas bûn li welatê me. Di navbera me û agir de evînek dest pê kir; evînek bi êş evînek bi keder û em sotik bi sotik belavbûn ji welatê xwe. Her sotikek li warek tefiya. Em bûn penaber ,koçber li welatê bav û kalan. Gellek dem li benda vê evîniyê çilmisî, gellek hêvî stîxwar man li ber dûyê vî agirî…


em çi qas mezin bûn hewkas şewitîn, em çi qas şewitîn hewkas mezin bûn. Agir geh gûr bû û geh nizm; lê her car pêketî bû agirê xwîn û xwedana me…

Gav bi gav û roj bi roj wext bi agir derbas dibû…

ev car zerdeştê duyem meşalê pêxisti bû. İbrahîmê ku bi ilme rojê şiyar bû û got; na na hûn ne Xwedayê min in ey derewkarino û ez vejîna jiyanek nû me...û rohnî belavkir…

Nemrûdî jî agir pêxist lê mixabin agirê nemrud agirek riziyayi û çend koçik û puş û puç bû. Kawa carek agir pê xisti bû ji bedena zarê xwe; Birahimî ew agir kir gulistan lê Nemrûd û Dehaq neqediyan… dîrokê çandek nû afirand ji bo me: Ev çand berxwedana me û serhildana agir bû carnan jî berxwedana agir û serhildana me bû…


Geh li Amedê, geh li Botanê(bath), geh li Serhedê û geh li mahabatê, geh li Behdînanê û geh li Soranê… agir gûr dibû û nizm lê ti car ne ditefiya (vemirî). Agir çi qas gûr dibû em hewkas dişewitîn û em çi qas dişewitîn agir hewkas gûr di bû. Dem her gav bi agir dimeşiya li erd û asîmanê kurdistana min.


Me dîrokek ji agir ava kir û heyina xwe ya tuneyi jî li ber dûmana vî agirê me bû. Çav sor bûn em dil sorxwîn, li pêş çavên me agirê dile me he bû. Lê mixabin kes vê yeke ne-dît. Ne dehaq ne nemrud û ne jî rêhevalên wan. Ew di hîkmeta cejna me de man, wan newroz ne-dîtin; em nebi agirê puç û puş şadibûn. Me şoreşa pêk tanî me vejînek ava dikir û me serhildanek dimeşand bi agirê zanistiya newrozan.


Wan zilm dikirin gerdîş(edet) me jî newroz…
wan agirê zilmê bilin dikir me agirê şoreşê û zanistiyê.


Wan derew û înkar û talanê pêşberî me dikir; me Newroz ava dikirin di van Newrozan de jî afirandina xwe…


Her dem xwestin şahiya me bikin şînî. Lê tiştek jibîr dikirin; çimkî em bi renge şînê dijiyan. Erê çavê wan kor bû û wê her dem jî kor bimîne ji derewên wan re.


Wexta mirin pêşkêşî jiyana me dikirin em zû de miribûn. Çimki em di rihê rojê û di gurahiya gulpikê agir de dijiyan.


Çimkî em perperîkên(pırpırok) evîna ronahiyê bûn.
Em ax û zara agir, nalîna evînek fedaî û qêrîna perperîkan bûn. Em agir bûn û agir jî em…

Di wan demen wendayi de me evînên bêkes xwedî dikir di paşila dile xwe de.


Geh em dibûn baba tahir û ure ure me dile yaran disotand û em dubeytiyek diljarbûn li qerexa jiyanê.


Yara me bû stran bû helbest û qet nav gelî û çiyayên me. Lê em ne sekinin em bûn feqî û bi dû fêqiyê jiyana xwe ketin.


Wext bi evînê hatibû neqşandin û em neqşek ji vê evînê bûn.


Em gûla baxê îremê botan û şebçeraxê şebên kurdistan bûn û me dil da bû vê axê
em dildarê yara xwe bûn û yara me dile me bû.

Me hezkir û me xwedîkir evîna xwe; em ne sekinin heta em bûn destan…


Destana ji agir dest pê kir; meme ala û zina zêdan… kanê gelo ew dîrok kanê ew şaristan hemî xerab kirin wêran kirin ax û evîna kurdistan…
Me peymanek danî û em bûn dewrêşê dilan me namûs kir Kurdistan.


Me dîrok xeland bi serpêhatiyên xwe û me agirê Newroza xwedî kir di dile xwe de…
dile me bû xwîn em bûn can bedena me jî her dem kurdistan.


Ne İskender ne timûr û ne jî hovên mongola me jî welatê me û evîna me dûr nexistin. Em bûn şoreş û me tekoşîna heyina gelên Mezopotamya da.


Em kurd man û welatê me jî her dem kurdistan.
Em bûn tufana neyar û me jiyanê pêşkêş dikir ji mirovantiyê re.


Geh em dibûn seleheddîn û li sûrê qudusê me ji bo xweda tekoşîn dida û geh em bûn miraca mirovantiyê û me milkek ava dikir li welatê rojê…
û em wek hellacê mensûr rastbûn û me rastiyê diqîrand li her qadên jiyanê…


Ez/m kurd im/in…
Ez/m kurdistanim/in…
‘Kurdbûn:
Bênav û nîşan
bêniştîman
bûyîn e…
Bê huwiyet, bê paseport
Jiyana bi dizî ye li welatê xwe.’(rojen barnas)
Ez/em im agir/in
Ez/em im newroz/in
Ez/em im bawerî/ne
Ez/em im evin/in
Û ez/em im û ez/em…
Ez/em kurd im/in
Belgeya kurdbûna min/me:
xwenasî
xwezanî
xwedîna min e…
ey dîroka bêbext ma ne bes ez şewitîm; ma ne bes ti bi xwîna min dijî… êdî bila deşt û seyranên min jî geş û xweş bin… êdî bila ez/ em jî azad bin…
berî her tişt î ez mirov im.
Ey soylu ırk ma kurd azad buna wê vê zilmê li ser te bi meşand na…
na û hezar car na…
ez mirovim mirov;
berî her tişt î dibe ez azad bim…
çimkî azadî di xwîna min de he ye…
Newroz destana şiyarbûna min e…
Newroz xwîn û afirandina min e…
Û ez newrozim di agirê evîna xwe de…
Newroz di dojeha vê jiyanê de buhişta min e…
û ez buhişta agirê bedena xwe me…
divê min milkek he ye çend hezar sal e ew bi jîn e…
divê min milkek he ye bi xwîn û xweydana xwe min av da ye…
Ev milk bi ax û kesera hezaran perperîkên agir dadan e…
çarenûsa me ji xwe razîbûn û bi milyonan xwedî derketina niştiman e…
ey çerxa felekê me nizanî bû ti bi agir î…
lê ez sond dixûm çerxê dinav çerxa de wê ez bim…
ey bûka min a sorgulî ku her gûliyek wê ji sorxwîna melekan…
Kaniya axîn û kenîna min…
wê sorgula te geş be ji bextê te re… ezê nehêlim ti reş girêbidî…
her dem şahiya te; wê bi ronahiya/agirê bedena min be…
ey şaristana min î delal ey evîna min;
Ey kurdistan;
Her newroz wê vejîn; her vejîn wê newroz bin ji bo te…
Ey kurdistana min…