Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
“Gramera kurdî” ya Halil Aktugî derket
2013-04-11 19:44
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Xebata Halil Aktuğ a bi du zimanan (kurdî û tirkî) li ser gramera kurdî kiriye, bi navê “Gramera Kurdî- Kürtçe Gramer” di nav weşanên Avesta de derket.



Gramer û rastnivîs bingeha zimanan e. Civatên pêşketî, bi awayekî zanyarî rastnivîsa zimanê xwe çareser kirine. Lazim e, li ser rastnivîs û gramera zimanê kurdî, lêkolîn bêne kirin û pirsgirêkên zimanê me bêne zelal kirin. Ev kitêba di destê we de, bi dû zimanan (kurdî û tirkî) hatiye amadekirin. Mexseda me ew e ku gramer û rastnivîsa kurdî, ji beşa kurdî û ji beşa tirkî bi sehlayî bête fêhm kirin.

Ferqeke dî jî ya vê kitêbê ew e ku bi berfirehî li ser beşa kîteyan (hece), navguhaztin (adaktarması), şibandin (benzetme), dorhêlî (dolaylama) wateya tevayî (genel anlam), wateya taybetî (özel anlam), wateya têgînî (terim anlam), wateya jêgirtî (yansıma), wateya çawanî (nitel anlam), wateya çendeyî (nicel anlam), cara yekem tê vegotin.

Di beşa hevokan de, vegotina tişteyî (nesnel anlatım), vegotina pîşkarî (öznel anlatım), vegotina yekser (doğrudan anlatım), vegotina binavgîn (dolaylı anlatım), ramana sereke (anadüşünce), vegotina şayeser (betimleyici anlatım), vegotina serhatî (öyküleyici anlatım), vegotina dazanî (açıklayıcı anlatım), vegotina gengeşî (tartışmacı anlatım), vegotina mînakdanî (örnekleyici anlatım) cara yekem e bi berfirehî tê vegotin. Ji bilî van jî di beşa hevokan de li ser hêmanên hevokê (cümlenin öğeleri) bi berfirehî rawestiyaye.

Di beşa lêkeran de; kêşana lêkera bûn’ê , qertaflêker (ekfiil), li gorî gerguhêziyê û negerguhêziyê qertafên kesan, qertafên dema boriya dûdar, ergatîfiya zimanê kurdî, kêşana lêkeran li gorî deman û dema niha ya berfireh, hatiye vegotin.

Di beşa daçekande nêrîneke nû û vegotineke cuda hûnê bibînin.



HALİL AKTUĞ



Li bajarê Şirnex li navçeya Basa (Güçlükonak) di sala 1954an de hatiye dinyayê. Xwendina dibistana sereke li Basa, dibistana navend, lîse û xwendina xwe ya zanîngehê li bajarê Sêrtê û li Eskişehirê temam kir. Di sala 1979an de dest bi mamosteyiya dibistana sereke kir. Bîst û pênc salan xebitî. Di sala 2004an de teqewît bû. Di xortaniya xwe de meyla wî li ser berhevkirina çîrokên herêma Botan bû. Lê ji ber gelek sedeman ev imkan nedî.
Mereq bû ji re ka zimanî kurdî çi demî bi kîjan medeniyet û bajarvaniyê gahaye vê astê û rêzimana kurdî hatiye serastkirin. Ji ber vê mereqa xwe demeke dirêj li ser rêziman û gramera kurdî rawestiya. Ev kitêba di destê we de berhema xebata wî ya li ser gramerê ye.
Di vê dema dawî de ji bo perwerdeya zarokên kurdan li gorî Programa Wezareta Perwerdeya Tirkiye, ji bo pola yekê pirtûka xwendin û nivîsandinê bi tipên destxetê latînî amade kir. Kitêba matematîkê û Kelejana Dibistanê (Hayat Bilgisi) ji bo pola yekê hazir kir.

Gramera Kurdî

(Kurdî – Tirkî)

Kürtçe Gramer

(Kürtçe – Türkçe)

Halil Aktuğ

ISBN: 978-605-5279-23-3

13.5x21.5, 496 rûpel, 25 L

www.avestakitap.com