Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Evdila Botîyê nivîskarê ''Ferhenga Sêrtê'' pirsên Selamî Esenî bersivandin.
2013-04-12 23:37
Zero BEXTEWAR
info@kurdigeh.com
Selami ESEN: Di pirtûka te ya bi navê “Ferhenga Sêrtê” de kurtejiyana te jixwe heye. Ji xeynî van Evdila Botî kî ye?



EVDILA BOTÎ:Bi rastî, jînenîgariya min a di pirtûkê de, tabloya jiyana min a giştî ye. Dibe ku hinek kes wisa demdirêj qiseta xwe dikin. Lê ez bi xwe, qiseta xwekirinê zêde dirust nabînim. Qiset li kû tê kirin? Her yek jiyan, nivîs, gotin, axaftin, exlaq, heval û kirinên mirov nasîna mirov in jî. Di vî alî de ez xwe wek nivîskarekî nabînim. Ez ne nivîskarek im jî. Min xebatek kir û min di wê xebatê de (Ferhenga Sêrtê) hinek behsa kurtedîroka jiyana xwe kir. Ji bona nasînê bû, hindik-zêde em kî ne, çi ne; ev bû mesele.



S.ESEN: Çiqas tu di vê riyê de ne nivîskar bî jî tu di derheqê nivîsandinê de çi difikirî? Û tu nivîsandinê tişteke çawa dibînî? Ma, hewce ye ku mirov “îro” rahêjin pênûsê?



EVDILA BOTÎ: Nivîs, di jiyana mirovahiyê de ciheke gelek giranbuha digire. Bi rastî nivîs destpêka dîrokê ye jî. Em her tim temaşe dikin, dixwînin, dizanin ku dîrok bi nivîsê dest pê dike. Dibêjin: dîroka nivîskî û dîroka nenivîskî. Ji ber wê jî nivîs di jiyana netewan de jî cihekî gelek pîroz digire. Herkes tiştan ji bîr dike. Hindik an jî zêde çîrok têne jibîrkirin, efsane û destan têne jibîrkirin; lê nivîs nayê jibîrkirin.



Di vê mijarê de bi gelek nivîskaran re, em bêjin fîlozofên miletên kurd re, em minetdar in. Wekî Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Seydayê Cizîrî û bi dehan kes… Ew hemûdi aliyê nivîsandinê de ji me re bûne pêşeng. Dîroka miletê Kurd, dîroka Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê kêm-zêde mirov di nav destxetên wan de dibîne. Bi gotina xwe em dikarin bi hezaran kes rakin li piya lê, nivîs tameke din dide bêguman. Hûn li malê bi tenê bin, li kargehê bi tenê bin, an jî li zanîngehan, kolanan, baxçan hwd. bi tenê bin, hûn dikarin bi xwendin û nivîsên xwe re bimînin. Wê gavê hûn dê fêhm bikin ku ji bona naskirina netewekê, ji bona hebûna çand, ziman, huner, hişmendî, bextewarî, xemgînî, sosret, derûnî hwd. nivîs jiyanekepîroz û taybet e. Ev di olan de jî wisa ye. Gelek olên wek Semawî, Îsewîtî, Mûsewîtî, Îslamiyet hwd. di van hemûyan de jî kitêbên wan ên pîroz bi nivîs in; ne bi gotin in!



S.ESEN: Berhemên Kurdî kêm in(?) û mixabin tişt tên jibîrkirin. Mirov çiqas binivîse jî te hew dît di aliyê weşandina berhemê de asê dimîne. Gelek caran ew girseyê ku tu hîtabê wan dikî jî tu nabînî. Ew ên xwîner bin jî pirsgirêkek heye: derfet nîn in. Belkî jî em naxwazin xemsariyên xwe bibînin. Bes çareseriya vê çi ye?



EVDILA BOTÎ:Ev, ne pirsgirêkekê yekalî ye; pirsgirêkekê pirralî ye. Sedemên wê yên civakî,aborî, siyasî hene.Bi teybet di destpêkê de sedema siyasî ji hemûyan zêdetir cih digire. Miletê kurd di herçar warê xwe de jî tê perçiqandin. Lê şer zêde bi zêde tê bikaranîn. Li ser vê bikaranînê milet ketiye di nav xwepêşandinek mezin de. Ji ber vê çendê hem xwendin û hem jî nivîsandina kurdî bi eleqeyek mezin cihê xwe nagire. Îro bûye bazareke bazirganiyê jî ev kar. Zêdetir yên vî karî dikin, çapxane-neçapxane, jî kaxez û hubira xwe buha kirin, nizanim çi buha kirin; mixabin, dibe karekî ya debariyê. Bi aliyê nivîskaran de jî ev tişteke biêş e.. Hem ji bona nivîskar hem jî ji bona xwendevan astengên mezin derdikevin. Sedemên civakî jî hene. Bêguman, gava zimanek nebe zimanê perwerdehiyê ew ziman hêdî hêdî tê jibîrkirin û ew ziman tê windakirin. Em dibêjin zimanê kurdî qet nebûye zimanê perwerdehiyê lê dîsa zimanê kurdî xwe li ser piya girtiye; di wêjaya bidevkî de wêjeyekê gelek xurt e. Bi aliyê çîrok, destan, stran û dengbêjiyê de pirr serketî ye.



Di xwendin û nivîsandina kurdî de, rast e, di civaka niha de jî pirsgirêkên mezin hene. Zêde li pêş nakeve, sedemên wê ku me destnîşan kirî her wekî din bi aliyê nivîskariyê de jî hene. Gelek nivîskarên me zimanekî giran bi kar tînin; zimanê rojane zêde bi kar naynin. Bingehî, ev wekî barek e. Bi miqamekê din çiqas mirov bibêje, çiqas mirov giran biaxive wek barekî tê dîtin. Wisa zêde ehemniyetê li ser miletê kurd nake. Eger nivîskarek berhemên xwe di nava civakek de binivîse lê ew civak wan berheman fêm neke di vir de dubendiyek heye. Di xwendin û nivîsandinê de ew berhem li cihê xwe dimînin, di nava civakê de cihê xwe nagire. Hem bi aliyê xwendevanan ve hem jî bi aliyê nivîskaran de problem hene. Lê problema herî mezin siyasî ye. Heke ev were çareserkirin îro wek Ehmedê Xanî-ku ji xeynî nivîskariyê fîlozofek e jî- nivîskarên kurd wê hebûna. Mem û Zîn, bi teybet hem bi hêza xwe ya nivîsandinê û hem jî henek û êşên xwe yên evîndariyê ve, civaka wê rojê, dîroka miletê kurd, jiyan, hebûn, çand, dawet, şîn û şahiya wî hwd. tevahî di nava vê destanê de hene. Gelê cîhan ronî dike. Lê îro Ehmedê Xanî bêxwedî ye, îro Feqiyê Teyran bêxwedî ye. Xwedî derketina van çawa ye? Bi zimanê kurdî eleqedar bibin; an jî yên ku kurdbûna xwe hesiyayî ew kes hindik-zêde dikarin van bixwînin, li van xwedî derkevin. Lê çawa me got eger hêzek a siyasî hebe xwedîderketina vê, tiştek zehmet e.



S.ESEN:Seyda Xanî, "bêmal" e. Niha di warê nivîsê de tu rewşa Kurdî çawa dinirxînî? Kî an jî çi diecibînî?



EVDILA BOTÎ:Li gor berê nivîskarên kurdan îro zêde bûne. Ev kêfxweşiyek û coşiyek mezin dide me. Nivîsên kurdî jî zêde bûne; rojname, pirtûk, kovar, malper hwd. Em vê rastiyê veneşêrin! Ev rastiyek e, ev coşeke mezin dide me. Lê ji berê evqas derfet nîn bû lê xwendin û nivîsandin eleqeyeke mezin dihate nîşandan; wekî qaçaxçitiyê berhem dihatin belavkirin. Ev jî bila çewt neyê fêmkirin. Lê îroj berhem zêde bûne.



“Li her çar aliyê kurdî desthilatdaran pêşiya kurdî vekirine, pêşiya çanda û hunera kurdî vekirine, ji ber vê yekê îro ev berhem zêde bûne.” Na! Bila wisa neyê fêmkirin. Lê berdelên mezin hatine dayîn ku heta gelê kurd hate vê merhaleyê. Desthilatdarên çi, halê çi! Mirov vê rastiyê qebûl bike çêtir e. Nivîsê bi kurdî ji yên berê zêdetir in. Yên em diecibînin kî ne; yên em naecibînin kî ne? Belkî ev pirseke teybet e. Yên em diecibînin em bêjin wek Mihemed Uzun -em rehmê ji Xweda jê re dixwazin. Mihemed Uzunbi aliye romana kurdî de pêşiya ciwanên me û gelek nivîskarên me vekir. Romanên wî rastiya vê civakê bû. Şer û netifaqî di nava vê civakê de bû.Belê, bi aliyê helbestê ve jî… Helbestvanên me gelek zêde bûne, em ji bovê jî kêfxweş in. Gelek helbestvan derketine, yek bi yek em navê wan nikarin bidin lê ew kesên ku zimanê kurdî re, kurdewarîtiyê re xizmet dike em ji wan hemûyan re minetdarin; em spasiyên xwe ji hemûyan re dikin. Belê divê ku ew jî nekevin di nav nîqaşên bêtifaqbûnê de. Nivîskar netewa xwe re xizmet dike, ji kesek din re xizmet nake; ev newê jibîrkirin baş e…



S.ESEN: Lêkolîna te ya bi navê “Ferhenga Sêrtê” wek pirtûk derçû. Ev berhema te ya yekem e. Sêrt bi navê xwe yê kurdî ve dibe navê pirtûkek. Ango cara yekem lêkolînek fireh bi zimanê kurdî ji bo Sêrtê pêk hat. Ev ji bo te hesteke çawa ye?



EVDILA BOTÎ:Divê ji bo xwendewan mirov bipirse, ji bo xwendewaran hîsek çawa ye? Helbet berhem weke zarokek e, weke şitilek e, weke tişteke mucîdî ye. Çawa ku em bêjin mucîdek dixwaze tişteke çêke piştî ku ew tişt çêbû, dîtina wê tiştê an jî bikaranîna wê tiştê ji wî re heyecan e. An jî xwesteka yekî zarok be û zarokên wî çêbe, ew zarok jê re heyecan in. Berhem jî wisa nin. Kedeke mezin tê dayîn. Piştî wê kedê gava berhem derdikeve holê, mirov heyecaneke mezin digire. Ev pirs di mejiyê mirov de diborin: gelo dê çend kes vêkitêbê bixwînin, gelo dê çend kes li ser kitêbê, ji bo pirsan, ji bo rexneyan hwd. têkilî te bibin?



Bi rastî, min dema kitêbeke bi vî rengê nivîsand, min tenê dixwest ku bi kurdî ji dîroka sêrtê re bibim bersivek. Gelek warên me, gundên me newalên me, çemên me, zozanên me, çiyayên me, şikeftên me hwd. navên wan yên ku kurdî ne, wergerandine tirkî. Ev tişt, qirkirineke çandî ye. Pêwîst e ku mirov binê “qirkirina çandî” xêz bike. Qirkirinekê zimanî, qirkirinekênijadê ye. Kuştina zimanekî, kuştina xelkek e jî. Ji ber wê qasê bitenê meqset ev bû ku navên wan deveran em bi derûniyên wan ên nivîskî derînin holê.



S.ESEN:Çima “Sêrt”?



EVDILA BOTÎ:Piştî koçkirina ji gund em hatin Sêrtê. Bi zû de ye ez li vî bajarî dijîm. Pêwîst e ku mirov di serî de derê mala xwe paqij bike û bi wisan rexneyan li deremalên din bike. Em ji derê mala xwe dest pê bikin ew ê li dûr jî wê paqij bibe. Xebatek wisa (Ferhenga Sêrtê) li Tirkiye û erdnigariya Kurdistanê cara duyem e. Ya yekem a Amedê bû. Şaredariya Mezin a Amedê bi sê zimanan ferhenga bajêr derxistin. Ya duyem jî ya Sêrtê ango ya me ye. Me xwest ku ev xebat,bibe xebateke netewî. Û me alîkarî ji şaredariya Sêrtê xwest.Şaredarî her piştgiriyê ji me kêm nekir. Berhem jî li ser navê şaredariyê derket. Destpêka pirtûkê de jî me gotiye lêkolînên bajêr hêj zehf kêm in. Hêviya mezin e ku ciwan vê berhemê dewlementir bikin. Lê ji ber ku xebatek yekem e jî em baş dibînin.



S.ESEN:Sêrt, wek gelek bajarên Kurdistanê, di aliyê zimên û perwerdehî û xebat û kirin û mirina li ser Kurdî de hinekli paş maye. Çareseriya vê?



EVDILA BOTÎ:Ev bitenê ne pirsgirêka Sêrtê ye; pirsgirêka hemû Kurdistanê ye. Perwerdehî, pedagojî karekî teybet e. Kirina pedagojî, fêmkirina wê netewê ye. Gava ku tu pedagojiya netewekî fêm bikî tu yê çanda wê netewê, hunera wê, nêzikatiya wan yên bi hev re, şeklê jiyana wan hwd bizanî. Ji ber vê qasê perwerdehî pêwîst e ku sedî sed be. Jixwe ji bo kesên ku xwenezan Seydayê Cegerxwîn wiha dibêje: “ Qedrê gulê çi d’zane; kerbeş dibe kerê reş” Dibêjin em perwerdehiya zimanê kurdî jî bikin mamosteyê wan tune, em perwerdehiyê bikin cihê bikaranîna vî zimanîtune hwd. Ez dibêjim ku bihêlin bila vê tiştê miletê kurd bifikire, ew ne karê wan e. Miletê ku zimanê niha pê diaxîvî, zimanê tirkî, çend sal emrê wê heye? Piştî avakirina komara Tirkiye zabtên meclîsa Tirkiyeyê ya yekem tevahî Osmanî ne. Zimanê wan jî Osmanî bû. Ewan di pêncî salan de zimaneke din çawa afirandin? Ewan ji kû anî wî zimanî? Lêbelê zimanê kurdî, zimanek qedîm e, bi hezarsalan e tê axaftin. Em ê perwedehiya xwe çawa bidin em dizanin. Em ê zimanê xwe çawa biaxivin em vê dizanin. Tişta ku hûn nizanin jî em dizanin. Ji ber vê qasê perwerdehî cihekî gelek giran digire. Xwe zêde bikin. Ez hêvî dikim ku zimanê kurdî wê bibe zimanê perwerdehiyê.





S.ESEN:Rêzdar Botî, em ê pirsa xwe ya dawîn bikin. Belê, em dibînin ku niha xwînerên kurdî ji nivîskarên kurdî bêtir bûne. Yên ku hê nû dest bi nivîsandina kurdî bikin, ji bo wan pêşniyariyên te çi ne?



EVDILA BOTÎ:Kurdewarîtî, evînî ye. Hezkirin jî tişteke pîroz e. Di destpêkê de pêwîst e ku mirov dildarê zimên be. Seydayê Cegerxwîn dibêje: “çendî şêrîn e ev ziman…” Em qedrê zimanê xwe nezanin wê hin kes werin wî zimanî serûbin bikin û wî ji destê me bistînin. Eger em qedrê zimanê xwe bizanin, kurdewar bin, em ê li ser bikevin. Ev ne nijadperestî ye! Ev evîn e ku hezkirina vî zimanî, vê çandê, vê hunerê ye. Kesê/a ku dest bi nivîsê bike dibe ku ji wî zimanî hez bike.Bi eşq û hîsa zimanekî ve mirov binivîse, mirov dikare ku berhemên mezin jî derxe holê. Hezkirina ziman di dilê Celadet Alî Bedirxan, Shakespeare, Oguz Atay de tunebûya ewan nikariya berhemên mezin derxistan holê. Mesele fikar e jî. Gelek kes hene ku tirkî difikirin lê kurdî dibêjin. Wê gavê ziman ji Kurmancî derdikeve dibe “Tirkmancî”. Zimanekî nû û bêreh derdikeve holê. Tiştekîxerîb çêdibe. Ji ber vê qasî divê em kurdî bifikirin, kurdî bêjin. Bi xwendina çîrok, helbest û romanên kurdî ve; guhdarkirina dengbêjan, stranan ve wê fikara kurdî serbikeve. Bitaybetî, di guhdarkirina kilamên dengbêjan de him hîsêk evîndarî heye; him jî wêjeyekê dewlemend heye. Mînak, di strana Hiseynê Farê ya bi navê “were têlî” de teşbîhên gelek dewlemend hene. Li herêma Botanê, Serhedê, Xerzanê hwd. kilam dewlemendiya ziman, huner û çandê dide nîşan. Jixwe bingehiya wêjeya kurdî, ji van kilamên dengbêjiyê, ango kilamên bidevkiyê tê.





S.ESEN: Em gelek spas dikin û serkeftinê ji te re dixwazin. Mala te ava...



EVDILA BOTÎ: Ez jî ji bo xebatên we serkeftinê dixwazim...
---

Kurdigeh.com - siirtenote.com