Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Nameya ji xemistanê
2013-04-14 22:42
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Ez vê nameyê li xemistana xwe dinivîsim bavo, xemistana ko te ez lê hêlam. Ez vê nameyê di xemên xwe de dadikim bavo û ji te re dişînim. Ez dibêjim ji te re, lewra devê min nagere, ez bibêjim ko ji goristana te re...

Ez ji bakurê cîhanê, ji bitenêtîya şevên bîyanistana sar, ji vê devera ko ewrên wê yên reş û tarî dilê min dikin parî parî, xwe li te digirim, bavo. Li henûnîya te, li rûgeşîya te, li dilzîzîya te û li germahîya dilê te...

Îroj panzdehê heyvê ye, bavo. Berê, di vê heyvê de dilê xwezayê bi awayekî din diavêt. Me hingê didît, bê bayê ko ji Lêfa şêrîn dihat xwarê, destê xwe çawa bi dilovanî di serê Berîyê de dida. Me wê çaxê bala xwe didayê, bê bayê xemrevîn çawa kêrvûşik dixistin zadan û pêl li wan radikirin û herweha zadên pêlpêlîbûyî jî bi bayî re çawa xwe bi kubarî dihejand.

Xweza berê bi keskesora xwe ya dilbişkîv ezmanê me dixemiland û ji jorê ve bi dilşadî bi cîhanê re dibişirî. Dû re jî hemû rengên xwe yên din di bin vê neqşa ezmanî de dicivandin û hingê dîmeneke bextîyarîyê ya nedîtî pêk dianî.

Me hingê digot; nîsan e, kêf kêfa dilan e. Kulîlkên me yên rengîn li hevdu civîyane. Xweşbêhnên cur bi cur bi ser can û cesedê Lêf û Berîyê de fûrîyane. Keçan porên xwe hûnane, gulîkên xwe ji herdu alîyan ve bi ser sîngê de berdane û hibrîyên xwe yên binefşî li serên xwe girêdane. Xortên me yên dilketî jî simbêlên xwe badane û bi ser yarên xwe de aqilên mayî jî berdane.

Lê ev heft sal in ko êdî nîsan ji bo me ne kêfa dilan e, bavo. Wê jî daye tengala hezîrana bêbext ko hîjdeh sal berê em di nav xeman de hêlan û ji wê çaxê de ye ko bûye para me ev derdê giran ê bêderman.

A ji ber wê ye ko nîsan êdî ji bo me heyva kul û derdan e. Dinya êdî mij û moran e. Şerqînîyeke nedîtî ezmanê me dihejîne. Ewrekî reş û tarî bi xezebekê dilezîne, agir bi ser de me de dibarîne û pê re xeman li me direşîne. Haho, şîn e, reşekonên me vegirtî ne. Loma di vê heyvê de, êdî ji bo me tu şahî nîne.

Piştî te, her gava ko 15ê nîsanê tê, ber çavên min reş dibe. Dinya li dora min diçe û tê. Ez dibêjim qey terh êdî nema dixwazin li daran bikevin. Bûtik nema divên bişkivin. Çivîk nema dil heye ko li ezmanan bifirin. Roj nema taqetê dibîne ko hilê.

Lewra xemên min li min bûne zîndaneke kesjênefilitî, bavo. Kulên min radipelikin serçavê min. Kerbên min bi qertan tên min. Birînên min kûrtir diçin û girantir dibin. Derdên min dibin agir û bi bedena min dikevin. Şevên min dibin kabûsên devçatir û xwe li min radikişînin. Tarî bi xezebeke nedîtî bi ser min de tê û dixwaze min dabelihîne.

Feleka ko di dilê min de kul meyandine, girê xwe ji min girtiye, bavo. Bakutên çîyayên me li min bûne xemkut, ji berdêla berfê xeman vedihewîne. Ne barevek maye ko xemên min biqewirîne, ne bavenîyek peyda dibe ko min ji xeman bisitrîne û ne jî berevezek heye ko min bi dilovanî vehewîne.

Ji ber wê ye ko ez li kaseyek meya xemrevîn digerim, da bi ser xwe de dakim. Kulên xwe di xewê ra (bi)kim. Kerbên xwe bi carekê li ba (bi)kim. Derdên xwe bi yekcarî ji bîr bikim. Agirê bi bedenê ketî bivêsînim û birînên xwe bikewînim.

Lê hingê meygerê ko dilê wî disote, bi awayekî bêhêvî serê xwe dihejîne û pê re dibêje û dibilîne; ew ê meyeke weha ji ko bîne. Lewra meyeke weha nîne û tu kes nikare dermanekî ji van birînan re bibîne. Tu celeb meya xemrevîn nikare van xeman birevîne û kul û derdên min biqewirîne. Ne meygerê ko min xwe avêtiye bextê wî dizane, bê ew ê çawa min ji vê zîndanê derxîne û ne jî meya ko hay ji halê min nîne, dikare vî agirî bitemirîne û pê re van birînan bikewîne.

Loma ez vê nameyê ji te re dinivîsim bavo, bi hêvîya daxistina kerba dinyayê û bi hêvîya xweragirtina li hember pêlên bêrîkirinê...

Ez vê nameyê dinivîsim, da karibim di vê hewa bêhnçikên de bêhnê bistînim, bavo.

Bi hêvîya ko gotinên di destên hevdu de xwêhdandayî karibin li ber bêhna min bin...

Bi hêvîya ko grafên li ser kaxezê rêzkirî barê peyivên wezinandî rakin, bavo.

Dibêjin ko êşên derbirî siviktir dibin, loma bi hêvîya ko êşên min piçekî dakevin û gotin jî ji kul û derdên min hinan hilgirin û herweha ji xemgînîya min beşekî bi xwe re hilînin û barê min piçekî sivik bikin...

Ez vê nameyê dinivîsim, da ez xeyalên xwe, hêvîyên xwe û bengînîya xwe bi efsûna wan gotinan bineqişînim...

Ez bi wê hêvîyê dinivîsim ko hevokên min ên berdevkên dilê min ê zîz bi ahenga kurdî, bi meqamê bavûkalan li ber dilê min bidin... Bi hêvîya ko em di vê jîngeha xwemalî de, nevî û nevîçirkên te jî bigihînin, bavo. Û bi bawerîya ko em ê rojekê ji vê xemistanê rizgar bibin, bi soza ko em ê destûrê nedin tu kesî ko me ji xeyalên me bi dûr bixîne û bi hêvîya ko em ê xeyalên xwe bikin merhem û di birînên xwe de bidin...

Ax, xwezî bi wan rojan, gava min bi rêzeke nivîsê, bi malikeke helbestê dikarîbû kêfa te bianîyaya, dilê te şad bikiraya.

Ji wê gava yê tenik ê dirêj ji ber çavên te wendabû û pê ve, ji wê kêlîka ko sitûna mala me şikest û xanîyê me bi ser me de hat xwarê û pê ve, tu ji vê dinyayê xeyidî. Tu bi qedera xerab re kifir bûyî û te peyiv li xwe heram kir. A ji wê kêlîka malikxerab vir de ye ko zimanê te nema gerîya û gotin ji devê te derneket. Deng bi yekcarî ji te bilîya. Te hingê em bi hesreta dengê xwe hêlan. Lewra dengê te jî dabû tengala dilê te û bi yê tenik ê dirêj re hatibû gorkirin.

Ji ber ko gotin di derbirîna êşa te de bêçare man bavo, loma te peyivên bêkêr li xwe heram kirin û tu nema peyivî. Loma te hisên xwe bi bêdengîya xwe, bi çavên xwe yên melûl ên li hemanan û bi nêrînên xwe yên ji peyivê xurttir dan der. Te qêrînên xwe di hundirê xwe de dan ser hevdu û te nexwast ko tu biqêrî, lê bêdengîya te qêrîna herî mezin bû, bavo. Hê jî di guhên me de dike zingînî. Te xwast ko tu êşa xwe veşêrî, lê rûyê te li te mikur hat. Te xwast ko tu xemgînîyên xwe ji xwe re bihêlî û wan nedî der, lê nêrînên te yên melûl yên di xeman de dakirî wek stirana negotî xwe li mirovan digirt û hêsirên te yên ko tu dayî dest ji dilê te bi xemgînî diniqutîn kortikên çavên te yên dibûn wek du fîncanên xwînê û di cuhokên ji xwe re çêkirî de diherikîn.

Lewra wê rojê li ezmanan bûbû giregira ewran. Wê rojê hatibû dengê wan malmîratên guleyan ko berê xwe dabû lawên bavan. Li me rabûbû tofana giran û di dilê me de yek bi yek teqîyabûn bombeyên pîmkişandî yên li hemanan. Wê rojê, erd û ezman hatibûn hejandin bavo, bi hewara wan dayikan. Wê rojê, ezmanê Dinêsera şewitî reş û tarî bûbû. Wê rojê, bajarekî seranser xwe reş girê dabû û bi dengekî şewat qêrîyabû.

Wê rojê 5ê hezîranê bû, bavo. Li wê devera ko peyiv ji desthilanînê ketibû, dilê me di nav gola xwînê de vegevizîbû. Wê rojê, Seydo hatibû kuştin, wê rojê me Seydo veşartibû, bavo. Wê rojê, em jî hemû bi mêrxasekî re hatibûn gulebarankirin. Wê rojê, em jî hemû bi fêrisekî re hatibûn gorkirin. Û wê rojê, dêya min a dilsotî gotibû “bila axa sar bi tenê bipesine, bê çi beran ji xwe re bir” û bi dengê xwe yê erd û ezmanhej qêrîyabû.

Wê rojê, em ketibûn bin darbesta wî ciwanê cewzatî, dilsojê nûhatî û me ew jî li Elîmişmişê veşartibû, bavo. Wê rojê, Mecîdê cewzatî jî devê xwe xistibû birîna xwe, reşekonê xwe vegirtibû û şîna lawê xwe danîbû. Wê rojê, te nema dizanîbû, bê te dê şîna Seydoyî bigerandaya, an bera dû darbesta ciwanê cewzatî bidaya û li ber dilê bavê wî yê wek te kezebşewitî bidaya. Te nema dizanîbû, bê tu dê bi dermankirina birînên wan birîndaran daketibûyayî ko çûna nexweşxaneyê jî ji bo wan bûbû xetereke mezin, an jî tu dê biçûyayî serdana wan girtîyan ko sûcê wan bi tenê beşdarîya gorkirina Seydoyî bû. Ha, sûcekî wan ê din jî hebû ko Xwedê nîne serê tu evdî, bi ser de jî (!) hemû kurd bûn. Wê rojê, tu heyirî mabûyî. Lewra wê rojê, gotin betal bûbû, bavo. Wê rojê, agir li me barîyabû. Wê rojê, qiyamet rabûbû.

Wê rojê, dengbêjek li dengbêjên din qûrîyabû û hemû li bin konê şînê civîyabûn. Herdu destên xwe dabûn ber guhên xwe û yekî ji devê yekî girtibû û heta ber destê sibehê, kilama vî xweşmêrê tenik ê dirêj gotibû.

Lê vê carê dengbêjan wek her carê negotibû; “Ey felekê xayînê te çira li me wa kir. Te konê me ji nava kona rakir. Te mala me xera kir .” Te dada vî xortê di bihara emrê xwe de û ew wenda kir.

Lewra wan dizanîbû, bê felekê çima li me wa dikir û ji bo çi dilên me bi kul û derdan bar dikir. Sitûna mala me xerab dikir û koça me ji erdê bavûkalan radikir.

Ji wê rojê û pê ve jî em her rojê çend caran têne kuştin û gorkirin, bavo. Ji wê kêlîkê û pê ve em her rojê çend caran di deryaya xemê de têne dakirin. Û ji wê rojê û pê ve ye ko karê me bi tenê xemjenî ye, bavo.

Û ji wê çaxê û pê de ye ko me ahd kiriye, loma niha li her maleke me Seydoyek peyda bûye. Te ji hemû Seydoyan hez dikir. Hemû Seydo li ber dilê te şêrîn bûn –çend Seydo piştî te jî bûne, te dê bêşik ji wan jî hez bikiraya- lê dîsan jî me hemûyan dizanîbû ko cîyê yê tenik ê dirêj li ba dilê te cuda bû.

Te yanzdeh salan li ber xwe dabû. Lê dilê te êdî nema dikarîbû bi kerba xwe re derxistaya serîyî. Lewra kerba kuştina Seydoyî zora dilê te biribû.

Rojeke sêşemê bû. Zingînîya dengê telefona serê sibehê ya ko wê gavê tiştek ji hundirê min qetandibû, hê jî di guhên min de ye. Gava ji min re hat gotin ko bavê min, ji xwe êdî min nema dikarîbû li dawîya peyivê guhdarî bikiraya. Hingê min got qey tîreke serbijehrkirî di dilê min de cit bû. Dilê min pê re jan da. Lewra min dizanîbû ko nema ray lê dibû. Mirin bêçaretî bû, bavo. Bêçaretîya mirovahîyê...

Piştî ko dilê te yê bi hezkirina zarokên te ve mişt, êdî xwe li ber barê jîyanê ranegirt û rawestiya û xemgînîyeke malikşewitî ya ji ber vê rawestanê em ji xafil de zevt kirin, êdî birîna me ya 5ê hezîrana malikxerab ya kûr û bêderman kûrtir bû. Piştî ko te çavên xwe li vê dinyaya gewrik girtin, hingê te em di navbera Lêf û Berîyê de bi tenê hêlan. Hingê li vê devera mişt kul û keder, melûlî û stuxwarîya ji ber koçkirinê ji me re bûn qeder.

Piştî te, peyivên ji bo sivikkirina êşê yên mîna “qedera wî weha bû, tu çare jê re nemabû“ an “wexta wî hatibû, nan û ava wî ji vê dinyayê hilatibû” an jî “têra xwe emir kiribû, ji xwe re xelas bû”, kêl li birînên bişkivandin. Bi ser de jî her ko ev peyivên kêlbişkivên dihatin gotin, dibûn xwê û diketin birînên min. Bavê min çû, min bavê xwe wenda kir! Lê hûn dibêjin; “ji xwe re xelas bû”. De dilê min dê çawa li hember van peyivan serî hilnede, bavo!

Te xatir ji min nexwast û tu çûyî, bavo. Min çare nedît ko ez bêm te bi rê bikim. Ez piştî bîst û pênc salan hatim welatê bavûkalan. Heta ko ez hatim, salek û heyşt heyv di ser rawestana dilê te re derbas bûbûn. Ez hatim, hewa sar bû. Ez hatim, ewran ma"dê xwe kiribû. Ez hatim tarîyê cilê xwe li xwe kiribû. Ez hatim, şînê konê xwe vegirtibû. Hemû deverên nas xwe li nenasîyê danîbû. Ez hatim, civat gerîyabû. Meriv, dost, heval û hogir, xwişk û bira qûriyabûn. Ez hatim, dêya min a situxwar a çavlihemanan li benda min li ser pêyan bû. Min çavên xwe bi hêvî gerandin, sedema hebûna min a vê dinyayê, bavê min ê xêrjixwenedîtî li wira ne dîyar bû. Xortekî tenik ê dirêj ê di sî û çar salîya te de li te peyda bûbû, Seydoyê bira yê ko kula wî bi te re çûbû gorê jî ne xuya bû. Lê ew şanika xweşik li ber bêhna min çû û hat ko wî li Rênasê xwe neqişandibû.

Ka te soz dabû min ko tu dê li hêvîya min bûyayî, bavo? Ka min ê xwe li te bigirtaya û bi hesreta bîst û pênc salan xwe biavetaya himbêza te û ez ê ji birîna te re bibûma derman? Ka te digot, bila te careke din bidîtaya ko wa ez ji wê ve têm û di derîyê hewşê re dikevim hundir, bila hingê Xwedê emanetê xwe bistendaya, bavo?

Mixabin, ez ê bi vê nameyê re xebereke nexêrê bidim te bavo û heger destûra te hebe, ez ê pê re jî temîyekê li te bikim. Di vê heyvê de, birîneke din jî di laşê me de vebû. Çi heyf, çemê Zerganê îroj naherike. Heger biherikîyaya, dê bê şik xem biherikîyaya. Lewra me deh roj berê, Hemîdê kurê Silêmanê xweha te, wî xortê di bihara ‘emrê xwe de, wî ciwanê 26 salî ko hê di çax û benga xwe de bû jî spart axa sar û konê şînê li ber derîyê Nezîrê dilbikul danî. Bavo, heger xatirê me li ba te hebe, tu dê li wî xortê delal baş miqate bî ko bişirandina wî ya ji dilî, dê her li ber çavên me be û henûnîya wî dê her di bîra me de be.

Gava min ev name dinivîsand, Hêlîna nevîya te û dêya xwe ji min xwast ko ez beşekî qedîyayî ji wan re bixwînim, bavo. Lê bi gora te û bi gora Seydoyê delalî, bi gora wî xortê tenik î dirêj î sitûna mala me, ji xwe, bi xwendinê re dengê min bi derbeke re hat guhartin û girî di qirika min de asê bû. Hingê min nema dikarîbû bidomandaya û hema min bi carekê dît ko aveke germ ji kortika çavên min herikî û di ser hinarikên rûyên min de xwe bera xwarê da. Hêlînê jî berê xwe guhart û bi dizîka hêsir barandin. Bêdengîyeke malikxerab em dan ber xwe. Lê kûrînî ji nişka ve bi dêya wê ket û dû re niqrîsk li ser niqrîskê veda û hingê bêdengîya li me peydabûyî cihê xwe ji dengê niqrîsk û îskeîskan re hêla.

Tu dizanî ko nevîyekî te jî dirûvê te dide, bavo. Nemaze jî çavên wî... Her ko ez li çavên wî dinêrim, ledana dilê min bileztir dibe, ez dibêjim qey ez li çavên bavê xwe dinêrim. Ji xwe, dibe ko ji ber wê bû, ew li ber dilê te pir delalî bû. Gava te navê wî digot, te nikarîbû kelecana xwe veşartaya. Te wê gavê tu gotin ji hisên xwe re peyda nedikir û hemû gotinên ko wê gavê dihatin hişê te, di derbirîna hisên te de bêçare diman. Hingê hezkirina di dilê te de hilnehatî, wek gulekê di rûyê te de dibişkivî û bi rengê gotinên negotî xwe li serçavê te dida der. Loma niha her ko ez li çavên wî dinêrim, ez ji ber hesreta te ya bi salan, ji ber kula têrşadnebûnê, keserên kûr dikişînim. Min bêrîya te kiriye bavo! Ez niha bêtir bêrîya te dikim. Niha, pêwîstîya min bêtir bi te heye. Niha bi tenê bîranînên te hewil didin ko li ber bêhna min bin.

Li min negire! Ji min re nebêjî bê ez çend salî me û nevîyê min bi rê de tê. Lewra mirov çend salî be jî dîsan zarokê bavê xwe ye.

Do tu dîsan hatî bîra min, lê ev car ne wek carên din bû. Min hema hema hemû tiştên ko ez bi te re jîyabûm, yek bi yek bi ruh anîn. Wek ko ez nameyeke te ya nenivîsandî bixwînim, wek ko ez li serpêhatîya te ya negotî guhdarîyê bikim, wek ko tu çîroka jîyana xwe û ya min ji serî de, ta bi derzîyê ve bike û bibêje… Te agir bi dilê min xist, bavo. Te kezeba min peritand. Ez hingê baştir têgihiştim, bê bi sipartina gîyanê te re, çi agir li ber kulîna me hat dadan û ûcaxê me çawa kor bû. Ji xwe, piştî ko tu pê re negihiştî xatirê xwe ji min bixwazî, piştî ko te em, ew ên dilbirîndar û stuxwar, bi kula xwe dilbirîndartir û situxwartir kirin, piştî ko te êdî nema li dû xwe nêrî û pê ve, mixabin bavo, piştî wê, em bûn noka li kevirî.

Ax bavo, ax! Ez li hilanîna tola dema wendabûyî nagerim. Ez nadim dû keda bertelefçûyî jî. Lê ez li dû kenê jibîrkirî me. Ez bi hesreta bişirandina wendayî me. Ez bi merama di dilî de mayî, li te digerim. Ez li henûnîya te û li evîna dilê te yê pak digerim. Lewra ez bi hesreta rûgeşî û devlikenbûna te me, bavo.

Li zarokekî bifikire, bavo! Zarokekî bi tenê. Li serê çîyayên ji mij û dûmanê nexuyayî, bi tena serê xwe mayî. Bayên dijwar wî didin ber xwe. Ewrên çavnebar tirsê tê de difirînin. Zarokê di rewşeke weha de, pêwîstîya wî ji her demê bêtir bi bavê wî heye...

Min got, niha bi tenê bîranînên te hewil didin ko li ber bêhna min bin. Tê bîra te, gava me bi hevdu re li dengê İzedînê Heremşidadî guhdarî dikir, dema ko ew bi wî dengê ji Berîya Mêrdînê ji bo mala Seydo(yî) diqêrîya û welathezîya wan digihand dema me, bi mêrxasîya wan halan di nifşên nû de hildida û li ser perîşanbûna wan digot û dibiland? Hingê tê bîra min, bê kela te çawa radibû û gava İzedînî digot; ”felekê hey wayê” te çawa pê re dinihurand û hêsirên te çawa nema dikarîbû xwe li ber wê perîşanbûnê bigirtaya û hêdî hêdî xwe bera xwarê dida ko hezar û heftsed û pêncî malên me kurdan di welatê xwe de mihacir bûbûn.

Ji bîra min qet naçe, te hertim behsa roja bûna min dikir. Roja ko tovên te yên çandî yên zîldayî di şeveke tarî de xwe li te girtibû, bavo. Roja ko saet di dehê şevê de, nixurîyê te, beşek ji te bi awayekî xwezayî bi rûkala dinyayê ketibû, bavo. Li gor pîrika min Bozê digot, roja ko kalikê min Seydoyî bi mizgîndana metika min Xinê, ew qasî kêf kiribû ko heger bask pê ve hebûna, ew ê bifirîyaya ber perê ezmanan û hingê wî bi tenê gotibû, wî berê ahd kiribû ko gava lawekî te bibûya, wî dê dergûşa wî ji Mêrdînê heta Qelaçîyê hilgirtaya. Min ev ne bi tenê ji pîrika xwe Bozê, herweha gelek caran ji te jî bihîstibû û şahida te jî dêya min bû, bavo.

Tew roja min got ko min ji ber peyiva bi kurdî lêdan xwaribû. Roja ko ez ji dibistanê vegerîyabûm. Roja ko ez cara yekem pê hisîyabûm, bê zimanê me çawa xeter bû, divê mirovî xwe jê bistirandaya(!). Qaçax bû, divê bi mirovî re nehatibûya girtin(!). Roja ko nixurîyê te lêdan xwaribû, êşîyabû, tirsîyabû û heta malê bi girîyî hatibû. Hingê ronî di çavên te de nemabû. Te çavên xwe girtibûn û devê xwe vekiribû û xeberên nemayî –ez li te venaşêrim, ji xwe tu pir xeberok bûyî- dabûn. Roja ko te hê li hewşê xwe rakişandibû, halan di xwe de hildabû û fort kiribûn…

Te ez qet ji xwe neditirsandim, bavo. Ji ber ko ez nixurîyê te bûm, te tu carî miameleya zarokekî bi min re nekir. Te her ji destpêkê ve ez wek mezinan rakirim. Gava ez diketim hundir, tu nedima ko bask bi te ve çêbûbûna û tu bifiriyayî. Hingê ji ber wê kêf û hezkirina te ya ko ber lê nedihat girtin, min jî nema dizanîbû, bê divê min çawa bikiraya û ez çawa tevbigerîyama.

Min sala xelayê ji te bihîst, bavo. Hingê te dixwast tiştên ko kalikê min û pîrika min li ser wê sala xerab ji te re gotibûn, ez jî zanibim. Tê bîra min, te wê çaxê gotibû ko Bineya ji birçîbûnê li Heferê birayê xwe Gulavdînê 7 salî xwaribû. Te ji min re behsa sala kulîyan jî kiribû. Ji xwe, pîrika min heta ko ez bûm xortik jî ji min re her behsa wê salê dikir. Tew sala qimil… Te û dêya min, we wek sala kulîyan ew jî bi ruh dianî û we herduyan jî bi hûrgilî behsa wê dikir, bê we çawa qimil didan hevdu û ew dixistin şûşeyan.

Ma ez ê Kela Zêrzewanê çawa ji bîr bikim, bavo? Wê devera her cara ko em ji Mêrdînê ber bi Dîyarbekire ve diçûn, kulên te tev radikirin. Gava em nêzîkî wê dibûn, te digot ko li alîyê xwe yê rastê binêre, cîyê ko kurd lê dihatin kuştin ew der bû. Niha jî her gava ez di binîya wê re derbas dibim, peyivên te yên wê demê tên bîra min û ez jî ji nifşên nû re dibêjim.

Rewşa te ya ko gava cara yekem te dê ez bişandama dibistana mamostetîyê, wek aniha li ber çavên min e. Kelogirîya te ya ko ji ber cara yekem te dê ez bişandama xerîbîyê qet ji bîra min naçe, bavo. Dû re jî hesîrên te yên dibarîyan dilê min û agir bi kezeba min dixist û ez jî bi girîyî ve dikirim, tu carî ji nayên jibîrkirin. Tam wê kêlîka ko min ê bidaya ser rêyê, tam wê dema ko te digot qey ez ji destê te firîyabûm, a wê gavê bavo, wê gavê, em herdu jî bi mezinbûna hezkirina xwe bêtir hisîyan. A wê kêlîkê bavo, me herduyan jî xwe di binê bîreke kûr a bêbinî de his kir. A wê çaxê bavo, bêhêvîtîya ji ber valabûna di himbêzê de peydabûyî, konê xwe di dilên me de vegirt. Û a wê gavê bavo, kûrînî bi me herduyan ket û me ji herdu çemên hisên xwe yên bi awayê hêsirên çavan ko bi berlênayêgirtineke nedîtî ji jorê dihatin xwarê, deryayeke bêserî û bêbinî ava kir û me xwe tê dakir û em tê de wenda bûn. Lê kela me dîsan daneket.

Ez carinan xewnan didizim bavo, ji wan xewnên xwe yên di zaboqan de asêbûyî. Tam gava ko ez xwe di himbêza te de dikim qoncik û tam gava destê te li ser porê min digere, tam gava ez bêhna te ya nas his dikim, hingê ez bi hêvîya ko xewna min ne xewn be û rast bigere, hingê bi bawerîya ko ez ê wê kêlîka bextîyarîyê zevt bikim û tu carî bernedim, ez çavên xwe ji nişka ve vedikim. Û ax bavo ax, ez pê re bi rastîya tehl re rû bi rû dibim û xwe di valahîyeke mezin de his dikim.

Rastîya jîyanê çi qas tehl e, bavo û xewna bi hebûna te dagirtî, bi hezkirin û henûnîya te gulvedayî, bi rûgeşîya te xemilandî çi qas xweş e.

Min got xewn, hat bîra min; wê şevê kalokekî rûgeş î rîhsipî jî hat xewna min, bavo. Carinan rûyê wî baş xuya dibû û min digot qey tu bûyî. Hingê dilê min bi kelecana min re nikarîbû derxistaya serîyî. Lê gava min bala xwe baştir didayê, hingê nedişibîya te. Ango carinan tu bûyî û carinan jî ne tu. Wî kalokî berê xwe da min, bi dilovanî li min nêrî û got: “Binêre xortê delal! Qencîyê bike û pê re xweşîyê bibarîne. Her ya rast bibêje û bibilîne. Lewra rastî gotineke zêrîn e. Her wê ji devê xwe derîne. Yê li şîretên min guhdarîyê bike û wan bi kar bîne, dê li herdu cîhanan jî her bextîyar bimîne. Yê neke, dê vî emrî bi poşmanî bibuhirîne” û bi qedandina peyiva xwe re ji nişka ve wenda bû. Ez hê jî nizanim, bê ew kî bû. Gelo ew ne qasidê te bû?

Gava ez serê sibehê bi şîretên kaloyê xewna xwe şîyar bûm, min ew ducare kir û dû re wê peyiva te jî bi ser ve kir ko ji wê gava ko te ji min re gotiye û heta niha, min ew kiriye guhar û xistiye guhê xwe. Ez dizanim ko bêbextî û bênanûxwêtî bi te pir tahde dihatin. Loma te hertim ji min re digot; “Haya te ji bêbextan hebe û bênanûxwêyan qet venehewîne!” Niha jî tu tişt bi qasî bêbextî û bênanûxwêtîyê bi min tahde nayê, bavo. Ji xwe, piranîya sedemên xeyalşikestinên min jî ev in. Ev in, yên rê didin ko hisên nefret û bêhêvîtîyê car caran li dora min milên xwe bihejînin û bigerin. Loma dilê min li xeyalşikênan qet rûnane. Ez her ji wan piştkul im, bavo.

Dawîya xewnan nayê, bavo. Niha tu dibêjî ko ez çima behsa dêya xwe jî nakim. Ez dizanim ko tu wê pir meraq dikî. Ji ber ko ez dizanim, bê te çi qas ji wê hez dikir. Te xweha xwe ji xwe re kiribû berdêlî û ew anîbû. Wê çaxê li ba we adet bû. Lê gava berdêlîya te û xalê min li hevdu nekiribû û xalê min dikira ew berdaya, hingê ji te jî hatibû xwastin ko divê te jî xweha wî berdaya. Wê çaxê dinya li serê te gerîyabû. Lewra tu ne bi dilekî, lê bi heft dilan dilketîyê wê bûyî. Loma tu mecbûr mabûyî û –her çi qasî dêya min digot ko ne te ew revandibû, lê wê tu revandibûyî- te ew ji mala xalê min a li Hecî Hesenê revandibû û anîbû Qelaçîyê.

Dêya min piştî te roj bi roj dihile bavo, wek ko sedema jîyanê jê re nemabe. Wek ko piştî te maneya jîyanê ji bo wê wenda bûbe. Ez dizanim parsûyên wê qalind in, loma li xwe danîne, lê ew pir bêrîya te dike. Tevî ko em hemû li dora wê dicivin jî çavên wê li te digerin. Her gava em behsa te dikin, behsa henekên te, peyivên te yên xweser, hêrsa te û herweha xeberên te dikin, ew bi qozîka kitana xwe hêsirên xwe bi dizîka paqij dike û keseran vedide. Hingê em çi bikin jî derdê xwe bi gotinan nade der û hema weha li me dinêre û dibêje ko tu tişt nîne, hema bila em ji wê re sax bin. Ez dizanim, dê bi ser zarokên xwe de pepûk in, lê me di têkilîyên xwe û te de dît ko bav jî têra xwe dilhilûk in.

Ez nikarim te ji bîr bikim, bavo, ez nikarim. Ez dizanim, ev kula ha dê bi min re biçe gorê. Heger rast be, hingê ez ê te li wira bibînim, li wê devera ko navê wê di guhên me de hatiye xwendin… A ez ê li wê deverê, xwe biavêjim himbêza te û di hêlana bextîyarîyarîyê de bihejim. Heger rast be, tu bi xatirê Xwedê bikî bavo, tu dê wî xortê tenik ê dirêj bi hesreta me ya salan himbêz bikî, ji berdêla me destê xwe yê ko di dilê me de pîroz e, di porê wî yê xweşik de bidî û jê re bîbêjî ko soza me heye, heger ev çîyayên ha jî rojekê rûyê biharê bibînin, em ê qevdeke gulên bi axa bingehê hesreta wî xwedîkirî daînin ber serê wî.

Û tu dizanî bavo, bi nêta ko wekî din dikare rast be, ez xwe didim benda bişkivîna her bûtikekê û li nîşaneke te digerim. Ez di nav pêlên bêhna her kulîlkekê de li bêhna te digerim. Di perwazdana her kevokekê de, dilê min bi hêvîya mizgînîyekê, bi hêvîya nîşaneke te diavêje.

Niha, ez berê xwe didim wêneyên te û dixwazim sebra xwe bi wan bînim, bavo. Helbet heta roja ko tu bêyî. Helbet bi hêvîya ko tu dê rojekê ji nişka ve di derîyî re têkevî hundir û me hemûyan bi hatina xwe şad bikî û pê re jî vê hesreta zalim biqedînî. Xwezî bi wê rojê. Ax, heft xwezî bi wê rojê! Bila tu rojekê vê hêvîya me pêk bînî, bila tu rojekê vê kula me derman bikî, bila tu rojekê wê destûrê bidî me ko em karibin careke din xwe biavêjin himbêza bavê xwe û bi hezkirin û henûnîya wî şad bibin, hingê bila Xwedê Ruhstînê xwe bişîne, hingê bila yê ko gunehê xwe bi me neanî û tu ji nav me hilanî û pê re agir li ber kulîna me danî, li ser serê me peya bibe û heger ev emanet bi rastî yê wî be, bila emanetê xwe bistîne.

Ez niha kul û derdên xwe ji pênûsa xwe re dibêjim, bavo û her ko ez dibêjim, pênûsa min jî dinihurîne. Lewra Lêf dişewite û Berî bi dûmana wê difetise. Lewra demê di laşê min de birîn bizar kirine, bavo. Êşa xortanîya min a nîvcomayî û hesreta bav û birayî, dilê min ji xwe re kiriye guvîşk. Qêrîna dilê min ya ji ber hesreta bavê dilhilûk û xortê tenik ê dirêj di felekan re derdikeve. Ez êdî bi destarê xeman têm hêrandin. Ez êdî ji ber birînên bizarkirî dibêjim û dinalim. Êdî stêrk jî nema xuya dibin ko bi min re bibêjin û binalin, bavo.

Loma ez ji bakurê cîhanê, ji bitenêtîya şevên bîyanistana sar, ji vê devera ko ewrên wê yên reş û tarî dilê min dikin parî parî, xwe li te digirim, bavo. Li henûnîya te, li rûgeşîya te, li dilzîzîya te û li germahîya dilê te...

-----------------------------------

Nivîskar: MUSTAFA AYDOGAN filseydo@hotmail.com
Amadekirina wêneyî: Brûsk