Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
'Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin?'
2013-04-16 23:06
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Kovara "Dîwar" hejmara xwe ya nû derxist û mijara "Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin?" kiriye mijara xwe ya sereke.

Kovara Dîwar a çand û hunerî ya mehane hejmara xwe ya nû derxist. Kovarê ku serê salê derketibû, hejmara 3 û 4"an (ya adar û avrêlê) bi hev re wekî hejmareke derxist. Edîtoriya kovarê sedema vê yekê, wiha şirove kiriye “Me xwest em vê carê du hejmaran bi hev re bigihînin ber destên we. Sedema sereke ya vê gavê ew e, ku em pirsgirêka belavkirina kovarê û gihîştina wê ya dereng ji bo welêt çareser bikin. Hêviya me ew e ku ji hejmara bê de em kovarê di dema wê ya destnîşankirî de bigihînin xwendevan û nivîskarên xwe yên li hundirê welêt”

Kovara ku her hejmarê mijareke wekî "Mijara Sereke" hildibijêre vê carê mijara “Kurd çima bi zimanê serdestan dinîvîsin?” girtiye dest. Kovar li ser bandora her sê zimanan “erebî, tirkî û farisî” ya li ser wêje û nivîskariya kurdî, bi berfirehî, rawestiyaye. Nivîskar Îlhamî Sîdar, Mehmet Yilmaz, Yaqob Tilermenî li ser bandora tirkî; Ciwan Nebî, Hekîm Ehmed, Luqman Silêman, Lazgîn Dêrûnî, Narîn Omer, Ehmed Bavê Alan, Şepah Hêvo li ser bandora erebî û Perwîz Cîhanî û Hesen Îrandost li ser bandora farisî nivîsandin. Her wiha di çarçoveya mijarê de Helîm Yûsiv jî bi nivîskarê kurd ê tirkînivîs Yavuz Ekincî re hevpeyvînek kiriye.

Ji bilî Mijara Sereke werge, çîrok, helbest, çand, portre û danasîna pirtûkan di kovarê de cih girtine.
Di beşê wergerê de Mazhar Gunbat ji zimanê frensî nivîsek Marcel Proust ji “Lêgerîna dema windabûyî” ji bo xwendevanên kurdî wergerandiye.

Helbestvanan Azad Ciwan, Ciwan Tengezar û Dr.Gundî Dilberz bi helbestên xwe; Krîstîn Ozbey, Miradê Karker û Qado Şêrîn bi çîrokên xwe di kovarê de cih girtine.

Her wiha di beşa gotaran de jî Mehmet Salih Batirhan li ser çîroka “sol û serî“ a ji pirtûka "Memê bê Zîn"e, Loqman Yûsiv gotara xwe li ser “Şoreşa zimanê kurdî” û Seîd Dêreşî jî li ser berbendkirina kurmanciyê û dîrokeke pir derdeserî nivîsandiye.

Ji çand û wêjeya gelêrî vê care Heyder Omer li ser mijara “Carinan jehr jî dibe derman” nivîsandiye.

Dîwar ku ji bo qîmetê bide nivîskarên dijîn her meh portreya nivîskarek kurd ê diweşîne, vê carê portreya Bavê Nazê weşandiye.

Ji bo abonetî, pirs û tiştên din ên bi kovarê re eleqedar:

www.kovaradiwar.com -

diyarname- kurdigeh