Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
(ÇI) MA KURDÎ
2013-04-20 13:27
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Di destpêka niviswara xwe de dixwazim mijarek deynim holê. Gelo ev kurd kîn e û ji kûr hatin e. Esl û fesle wan çi ne? Ya rastî li ser nejadê(eslê) kurda pir niqaş tên kirin. Mixabin ev niqaş nejiber zanistiyekî bibingehîne û yên ku van niqaşa didomînin kesên ku desthilatî li ser axa kurdan dikin. Lê ev yek nişane ku kurd dinav dîrokê de pir cîh girti ne.

Ey birayên ezîz we ka tê zanîn di beşkirina nejadê de mirov(enzan) li ser di punwerî(nezeriyê) çêdibe: ya yeke min xwe dispêre nivîswarên kevnar e. Nezeriya duyem jî xwe dispêre zanistiya antropolojî û etnoloji yê. Çawa ku di tewrat û qûranê de hatiye gotin, paş tufana nuh sê kurên pêxember nûh ji lehiyê reha(sax) mabûn: Ham,Sam û Yafes. Mirovahî ji van sê zaroyên Nûh zede bu ye. Reşên ser ruyê erde zaruyê Ham’in. Ereb, ibran, asor, aram… zaruyê sam’in. Mirovên sipî jî ji Yafes çêbû ye…Di beşkirina antropolojik û etnolojik da nejadê mirov pênc bir hatiye kirin: Arî, samî, mongol(nijadê zer,tirk bi xwe jî mongol’in), reşên efrîqa û sorên emerîka.

Kurd, li ser nêrîna yekem neviyên Yafes’in. Li ser ya duyem Arî ne, ji nejadê sipî ne. Lê mixabin li ser nejadê kurdan pir efsane û çîrok hatine gotin: Çiroka silêman pêxember, efsana kawa yan jî çiroka dehaq, ya sêyem jî tê gotin ku kurd erebin(li jor me da bû nişan ku kurd ne ji nejada sam’in). Weka tê zanîn çiroka yekem ji xwe derew e berî silêman jî kurd li welatê rojê hebûn û nehêja ye ku em li ser vê yekê xeberdin jî. Efsana kawa berî miladê 2.500 sal e. Kawayê medî yan jî kawayê kurd dijî dehaq rabû. Lê kurd berî dehaq 4.000 sal bere li Mezopotamya yê fermandar bûn. Bi van çîrçîrokên beredayî dîrok nayê nivîsandin lazime em li ser esasên akademik hûr û kûr bibin.

Zimanê kurdan zimanek arî ye. Kurdî dinav zimanên endo-ewrupayi de ji mile asya û dinav zimanên endo-îranî û di koma zimanê îranê de cîh digre. Çar zaraveyên kurdî hen e. Kurdkî, soranî, kurmancî û goranî . Ev yek ji alî Şerefxan Bedlis’i de di sala 1597 de hatiye eşkere kirin: kurd çar bira ne; bira yekem goran, bira duyem soran, bira sêyem kurmanç û bira çarem zazan e. Ev her çar zarave jî nêzî hevin. Minak;
Gundê me li cihekî xweş e(kurmancî)

Dewa ma cayêdo weş de ra(kirdkî-zazakî)

Dêyekey ême le şwênêkî xoş e(soranî)

Dega ême neyagey weşe ne(goranî)

Eger hûn rind bala xwe bidin sazmendiya hevokan, kesandina lêkeran hûnê qenc bibinin ku ji yek bingehê tîş bûne.

Zimanê kurdî dinav zimanên kevnare de bi zimanê medî re têkildar e. Prof. H. W. Bailey di kovara Shanidze li ser deayek disekine. Di vê nivîsarêde ev dea: bi zimanên; yewnanî, suryanî, gurcî, tirkî, farisî ,erebî û bi medî dide.

Dea bi zimanê medî: pakêj xodê, pakêj zehm

Pakêj vêmerg, koy hatî xaçê, eş kirme, rehmet ê ma

Dea bi zimanê kurdî(kurmancî): paqij xwedê, paqij zexm

Pakij bêmirin, ku hatî xaçê, rehmet bike li me

Ev nivîs di salên 1430-1446’ de ji ber belgeyek kevintir hatiye zêdekirin. Ev nişan dide ku kurdî berdewama medî ye û kurd zarê medan e.

Di serê nivîsara xwe de me got; çi ma kurdî; bila bersiva vê pirsa me mamostê hêja Ehmedê Xanî bêj e:

Safî şemirand, Saf olanı bir kenara bırakıp

vexwarî durdî tortulu olanı içti

Manendê durê lîsanê kurdî İnci gibi olan Kürt lisanını

Înaye nîzam û întîzamê Onu nizam ve intizama soktu

Kêşaye cefa ji bo yê amê Halk için cefa çekti

Da xelq-i nebêjitin ku Ekrad Başkaları Kürtler için

Bême’rîfet in, bêesl û binyad Köklü ve asil değil, demesin diye. ( Ehmedê Xanî Mem û Zîn)

Weka mamoste xanî dibeje zimanê kurdî manend e… û ji nivîskarê xwe re wefadar e…lê mamoste Xanê Qubadî hewcedariya zimanê kurdî eşkeretir danîtiye holê…

Rastan mewaçan farisî Her ne kadar Farsça şeker

şeker en gibi tatlıdır dense de

Kurdî ce farisî Benim için yine de Kürtçe

bel şîrînter en daha tatlıdır.

Pey çêşne dewranî, dunyay bedkêş Açıktır ki bu vefasız dünyada

Mehzûzen her kes be Herkes kendi anadiliyle

ziban wêş konuşunca mutludur (Xaney Qubadi)

lê her wekî tê zanîn mîr celadet ji bo zimanê kûrdî xebatên balkêş kiriye. Heta ku di jiyina xwe de em şoreşa ziman pêk neynin mixabin şoreşên din me pêş naxin ji ber vî mîr celadet wisa gotî ye: kurdno! Malxerabno yan bi kûrdî biaxivin yan jî nebêjin em kurdin... gelo ji ber çi em bi zimanê xwe nanivîsin û ji ber çi em ji zimanê xwe dûr ketine hewcedare em tev li ser vê pirse bisekinin û bersiva vê pirse em bi kurdî bidin xwe…

---

Ûlkem Rojwar