Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
(T)AXA-ROSSA Û MONA MONOLOG
2013-05-25 22:53
:: Mem Jan
info@kurdigeh.com

seqem girtiye pênûsa min,
dihênije li ber dest
papîrûs zerikî bûye
peyv bi sorika ketine işev..

(î)şev behrek lal ,pêl pêl axiftin li kersaxa dixin,ewr strana tenêtiyê dibêje.Çend stêrkên keşmer cilêta davêjin ber destê sibê,çend stêrk xwe fetisandin bi benê xem ê û çend stêrkên neşît veşartokê dilîzin li ber derê heyvê..Heyv keça xama,hinek fontoden kirîtiye ji etarê roj ê.Heyv bejna wê dirêj e heta ber destê sibê.

ez şevê dimeyînim
bi tenêtiya xwe
jan bune berbûrî
diçin alî gundê xewa min


kolanên şîzofren qelen dixwazin ji min,qelenê heyv ê. Ji bo ku ez helbesta ji re dinivîsim .Kolan tim dubare dikin;


pênç helbest,yek maçek
pênç helbest,yek maçek

bi hev re girêdidim masûlkeyên stêrkan û çen atomên belengaz tevlihev dikim û stêrkek teze çidikim ji wan..Ez dibêjim bila navê te evîn be,ew dibêje ma gelo ez ê şeveka jî biçirisim.
ez bêdeng dimînim!
ez bêreng dimînim!





şev dêlêyek goşî-stêrk
stran hebek merzone
dilê min miştaxa
tirîyê zerya

demûşa şevê girtine stêrk ,li ser zimanek bejî çend peyvên evîn ê. Gava peyv şîndibin gezo digirin ji awêrin zêrîn ê.

T(e) min fêhm nekir
ax ! zimanê min tenê ax dizane
devê te eraseya gullestrana
lêvên te axa-rossa...


di ferhenga min de yek peyv maye:
oxir be!

----

:: MEM JAN