Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Hejmara nû ya ASÎVAyê derket
2013-05-29 10:49
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Hejmara şeş ya kovara çande, huner, wêje û ramanê ASÎVAyê derket. Hûn li jêr pêşgotina hejmarê û naveroka wê dibînin. Edîtorê kovarê di vê hejmarê de weha dinivîse:
Ji edîtorî:
Me gotibû merheba ???
… Li gel kurdan tiştek heye ku: dema yek tê nava civatekî û hinekî bi derengî li hin mirovên din ên li civatê hayil dibe, vê gotinê bilêv dike;
“me go merheba”

Yanî bi rastî em jî aniha di vê rewşê de ne…
Lewra ev demekê dirêj e em li hev hayil nebûne …
Ji ber gelek “êş”ên weşangeriya kurdî, (ma êdî hewce ye em behsa van êşan bikin?) hejmara Asîva’yê ya 6’emîn dereng derket.
Lê kovar serê rêveberiyê xwar, ji ber gotina “min bêriya xwendekarên xwe kiriye”

Îcar merheba ji we re hevalno…
Berê her tiştî !!!
Bi tîna agirê Newrozê cejna zimanê kurdî li “hemû kesên ku rûmetê didin zimanê xwe” pîroz bee…
Hevalno… Qeşengno… Xweşikno… Bedewno…
Ka werin werin…
Asîva ji me re behsa dîroka kal û pîrên me dike…
Tew di ser de jî, wê di navberê de “helbestên ciwanan” ji bo me bixwîne…
Asîva dîsa ji we re dosyeyekê bêhndîrok amadekiriye…

Dema pênûsên ciwanan û nivîsên dîrokî û zimanê wê dîrokê bigihîje hev, agir dertê pê agir… Asîva jî xwest, çend êzingan biavêje vê agirê… De ka hûn jî dest bidin me û em bi hev re xwe li ber vê agirê germ bikin û zimanê xwe geş bikin…
Serên xwe deynin ser milên Asîvayê û dengê dilên wê yê ji kûr kûr tê bibihîsin…
Heta “şewlekî” din, ji bo aniha, bi xatirê we…

NAVEROK:
DOSYE: JI SEDSALA 19′EMÎN HETA SERHILDANA ŞÊX SEÎD DÎROKA KURDA
4- JI SEDSALA 19’AN HETA SEDSALA 20’AN JON KURD Û RONAHIYA KURDA- Mehmet Salih BATIRHAN
12-TÊKILIYA KURDAN û KOMELEYA ÎTTÎHAT û TERAKKIYÊ- Mekî EKÎN
19-ÇÎROKA KOÇBERIYEKÎ (Kurdên Anatolya’yê) – Şenol BALÎ
22-EŞÎRETÎ û EŞÎRETIYA KURDAN- Erkan TURAN
29-BERIYA SERÎHILDANA NETEWÎ YA 1925’AN AMADEHIYÊN KOMÎTEYA AZADIYÊ- Azîz TEKÎN
31-BI GELEMPERÎ JI SEDSALA 19’EMÎN HETA SEDSALA 20‘EMÎN WÊJEYA KURDAN- Hakan ALTUNÇ
42-EZÎZXANÊ MUKRÎ KÎ BÛ?- Fatih OZTURK

HELBESTÊN CIWANAN
44-Loriya Hespê – Federico García LORCA- Ji Spanî Werger- Urfan KENÎ
47-Seyrangeh- Pîroz ŞÊR
48-Çend Dîmen ji Dîrokê- DILJAN
51-Çerxa Hevçerx- Aram JIYAN
52-Sorgulên Çiya- A.Rezak ELÇİÇEK
53-Niha Dibare Baran- Rûbar BERFÎN
54-Dawiya Jiyanê- Hasîp EKÎN
55-Gorên Enfalê- Beroj MUKRIYANÎ
56-Jan a Qêrîn – HacerR OGUZ
E-post: kovara.asiva@gmail.com