Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Emil Cioran li ser kimtê bêhêviyê
2013-06-16 23:42
Rinde Çaçan
rindecacan@gmail.com
Wêjevanê romanî/fransî Emil Cioran (1911–1995) li welatê xwe bi xerîbiyê hest dikir, dema jê derket got ko ew dê biçe cihekê ko xwe lê nas bike. Cioran dibêje mirovên baş welatên wan nînin, welat ne tenê mal û erd e, lê belê welat ew dera ewle ya ko rêza mirovî lê bêt girtin û mafê mirovî lê bêt parastin e. Cioran dibêje dera ko dergehê jiyanê li ber mirovî bigire, divêt mirov ji wê derê biçe, berê xwe bide ciheke dûr, heger mirov bikare bila navê xwe jî biguhere û dest bi jiyaneke nû ya bi dilê xwe bike.

Emil Cioran li gundê Rasinarî li herêma Transilvaniyayê ya romanî sala 1911-ê hatiye dinyayê, wê hingê Romaniya beşek ji Awisturiya-Macaristanê bû, li gundê wî mekteba despêkê tenê hebû, lewra malbata wî bar kir û çû bajarê Sibiuyê. Cioran paşê di navbera du bajaran de Bucharest û Berlînê xwendina felsefeyê û karê mamostetiyê kir.

Li Bucharest nexweşiya “insomniayê” ew girt, êdî nedikarî raze, şev heta sibê li kolaneyên Bucharestê bi rê ve diçû, ji kêmxewiyê bedena wî westiya, psîkolojîya wî jî xirab bû, carekê lêxebitî xwe bikuje lê belê hewldana wî bi ser neket.

Piştî ko Cioran ji mirinê xilas bû, dest bi nivîsandinê kir, bîstûdusalî bû, hinga berhema xwe ya yekem “Li ser kimtê bêhêviyê“ bi zimanê romanî nivîsand, sala 1934-ê belav kir. Cioran behsa serhatiyên xwe yên li Bucharestê, hestên xwe yên wendabûnê, hêvî û dilşikestinên xwe kir.

Cioran di nêva bûyerên şerê cihanê yê didoyê de koçber bû, wî bareke giran ji birîn û bîranînên biêş bi xwe re birin, pişta xwe da her tiştî û berê xwe da bajarê Parîsê. Jiyana xwe ya mayî heta mirinê di tenêtiyê de buhirand, bêyî ko yek carê ji tenêtiyê û ji bajarê Parîsê derkeve.

Cioran revî, cihê xwe guhert, lê belê cardî jî nekarî jiyaneke bi dilê xwe bijî, wêneyên jiyana wî ya berê her dihatin ber çavên wî. Wî hêvî dikir ko ew dê bi demê re bikare her tiştî ji bîr bike, lê belê diyar e çiqasê mirov bitementir dibe hewqasê jî ji dema bêt bêhtir li jiyan xwe ya borî dihizire, nemaze dema ko mirov koçber û feylesofekî reşbîn yê wekî Emil Cioran be, ew di kevnejiyana xwe de asê ma.

Birîneke Cioran ya dijwar dayika wî bû ko bi hesreta dîtina wî mir. Dayika wî di nameya xwe ya dawiyê de dibêje ”mirov di jiyana xwe de çi jî bike, dê rojek bê û li her tiştî jovan jî bibe, ew dê hêvî bike ko dem paşde vegere, da ew jiyana xwe ya çûyî ji nû ve bi awayeke dî bijî.” Cioran dibêje ko wî ji nameya dayika xwe fêm kir ko hestên jovaniyê qedera wî ne.

Cioran dinivîsîne da ko xwe jibîr bike, reşbînî û nehezkirina wî ya jiyanê rengeke tarî da nivîs û ramanên wî, ew dibêje: ”Mirov bi êşê ji dayikê dibe, û bi êşê jî dimire. Êş rastiya mirovî ye, dema mirov diêşe ti kontrast di nêvbera mirovî û jiyanê de namîne.”

Pirtûkên Cioran wekî ”vaksînên” li dijî ramanên xwekuştinê ne. Heger mirov bêhêvî û dilşikestî be û pirtûkên feylesofê xemgîn Emil Cioran bixwîne dê ji xwe re bibêje çawa wî kariye heştîûçar salan di nava janên dijwar de li ber xwe bide û bijî, dêmeg mirovên dî jî dikarin wekî wî bikin.

Dostekî Cioran bi awayeke îronîk got ko jiyan wekî hezkiriya wî ye, çiqasê jê hez bike hewqasê jî hezkiriya wî xwe jê dûr diêxe, lê heger ew xwe lê neke xwedî, hingê hezkiriya wî jê lava dike ko berê xwe bidiyê. Ango li gor wî heger Cioran ji jiyanê hezbikiriya dibe ko hewqasê ne temendirêj bûya.

Felsefeya Cioran di evîndariyê de jî wisa ye, wî li ber hestên evîndariyê ko carekê dilê wî vegirt xwe nebihîstî kir. Cioran dilê xwe û yê hezkiriya xwe herduyan sot, li gor xwe nedît ko pencereyeke ronahiyê di jiyana wî ya tarî de hebe.

Cioran zimanê xwe yê nivîsandinê bi yek carê guhert, wî pirtûkên xwe yên destpêkê bi zimanê dayikê yê romanî nivîsandin, lê belê piştî ko li Fransayê bi cih bû, dest bi zimanê fransî kir, êdî qet li zimanê xwe yê romanî venegeriya. Wî gelek zehmetî kêşa heta ko karî bi zimanê fransî serbest binivîsîne, carinan hefteyekê ji mala xwe dernediket, bi qehwe û çigareyê tenê dijiya heta ko komekeke fransî ya spehî ava dikir.

Çawa Cioran kariye dest ji zimanê dayikê, zimanê çîrokên zaroktiyê, yê hest, xewn û bîranînên gencîniyê berde. Bi rastî biryareke qet ne hêsanî ye ko nivîskarek zimanê xwe biguhure, ji ber ew wê hingê dîrok, ezmûn û îdentîteya xwe jî diguhure. Çi rêzeke ko ew binivîsîne êdî dibe beşek ji dîroka lîteratura mileteke dî.

Heyranên Cioran gotin qet ne giring e ka ew bi çi zimanî dinivîsîne, biryara wî ”dinîtiyeke dahênerî” ye. Lê belê xwendvanên hevwelatiyên wî xemgîn bûn, reaksiyona hinekan weha dijwar bû ko li zimanguhertina wî weke ”xwekuştineke nû ” nêrîn. Lê belê her çi be Cioran bi dsîplîneke xurt heta dawiyê da ser wê rêyê û bi ser ket.

Hemî hêviyên Emil Cioran yên jiyanê têkçûn û wî baweriya xwe bi derdora xwe wenda kir. Sih sal ji temenê nivîskariya wî derbas bibû, hêj qebûl nedikir ko di medyayê de diyar bibe, bi rojnamevanan re nediaxaft, xelatên edebî jî red dikir. Lê belê dewamî dinivîsand, tenêtiya wî ya dijwar enerjiya wî ya nivîsandinê gur dikir.

Wî di dema geşbûna modernîzmê de dest bi nivîsandinê kir lê belê tevlî refên modernîstan nebû, wî stîleke xwe ya taybet afirand. Berhemên kurt, entensîv û bêhtir hevgirtî, li gor humor û karakterê wî bû.

Wê hingê felsefeya Jean-Paul Sartre û “eksîstensiyalîzm” populer bû, felsefeya Cioran ya ”nihîlîzmê” ko ji ya Sartre dûr bû balkêş nedihat, lewra di destpêkê de pirtûkên wî gelekî nedihatin xwendin. Taybetmendiya wî paşê bala xwendevanan kêşa, hêdî hêdî entrese ji pirtûkên wî re zêde bû.

Xweseriya Emil Cioran ew e ko wî felsefeya xwe êxistiye kiraseke edebî ya bilind de. Tekstên wî tabloyên biêş û bi hostahiyeka hunerî hatine şêwe kirin. Nemaze pirtûka wî ”Dîrok û utopiya” bi felsefeyeke kûr, stîleke gelekî tenik û spehî hatiye nivîsandin. Gelekan piştî vê pirtûkê ji Cioran re got feylesofê helbestvan, an jî helbestvanê feylesof. Cioran bi wê taybetmendiya xwe ya balkêş ciheke mezin ji xwe re di cîhana lîteratura fransî de çêkir.

Di dawiya jiyana wî de nexweşiyeke giran ew girt, ew li Parîsê sala 1995-ê heştîûçarsalî mir. Wî mîrateyeke edebî û felsefî yê bihagiran li pey xwe hişt. Ruhê Emil Cioran xerîb hat dinyayê, xerîb jiya û xerîb jî bar kir.

Emil Cioran dibêje, ne derdê wî ye ko ew bimire an jî bijî, lê belê hemî stres û ramanên ko pencereyekê di navbera mirin û jiyanê de vedikin hişê wî mijûl dikin.

Cioran dibêje dema mirovekî birçî zêde li birsê bihizire, êdî nema dilê wî dibije xwerinê, ew jî weha gelekî birçiyê jiyanê ye, gelekî jê hez dike lê belê di heman demê de hest dike ko ti girêdana wî bi jiyanê ve nemaye. Dema jê pirsîn ka nivîsandin çi ye got nivîsandin awayeke revê ye, berxwedanek e ji bo mayînê, dûrahiya di navbera xewn û rastiyê de ye.

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com