Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Koma Kurmancîyê, duhî(22.06.2013) li Bajarê Mêrdînê dest bi civîna xwe ya 52yê kir.
2013-06-23 22:56
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Koma Kurmancîyê, duhî(22.06.2013) li Bajarê Mêrdînê dest bi civîna xwe ya 52yê kir.

civîna Koma Kurmancîyê dê hefteyekê dom bike. Her roj beşdarên civînê ji 9ê siharê dest bi civînê dikin û civîn heta 9ê şevê dom dike.


Beşdarên Komê ji beriya civînê li ser van mijarên me li jêr nivîsîn lêkolînên berfireh kirine û her lêkolîner encamên lêkolîna xwe ji bo komê pîçûpîç dibêje û ji bo her gotina lêkolînan danûstandin û gengeşîyên hizirî têne destpêkirin û li gor encama wan gengeşîyan encamnameyên mijaran tê nivîsîn.

Koma Kurmancîyê eve 26 sal in ko li her salê du caran kom dibin û encamên civînên xwe bi kovareka bi navê ""Kurmancî""yê belav dike.

Kovarên bîst salan Weşanxaneya Avestayê weke kitêbeka mezin, bi navê ""Kurmancî""yê çap kir.

Edîtorê Kurdîgehê, Miradê Gundikî ji bo we xwendevanên Kurdîgehê çû li civîna berbehs fekir û ji bo we wêneyên li jêr girtin.

Civîna 52ê, Civîna Mêrdînê
Mijar û bername:

1. Folklora Kurmancî ya Berhevkirina Sadiqê Behaeddînê Amêdî
2. Kivarkên Herêma Diyarbekirê
3. Termên Bizîşkî
4. Nebatên Kurdistanê
6. Termên Zimannasîyê
7. Serdana Cihên Dîrokî yên Herêmên Derdora Mêrdînê
8. Têlkarî, Folklor
9. Semînar li ser xebatên Grûpa Kurmancîyê li Zanîngeha Artuklîyê

Beşdarên Vê Civînê:

Ziya Avcî (Elîşêr)Emîn Narozî,
Newzad Hirorî,
Eyûb Sînan Kiran,
MistefaAydogan,
Lezgînê Çalî,
Têmûrê Xelîl,
Reşo Zîlan,
Ehmed Qasimoglu,
Hemîd Kiliçaslan,
Xalidê Hekarî,
Selam Numan Abdunnasir Yildiz

----


---



---



---



---



---



---



---



---



---



---



---



---



---



---



---



---


----
www.kurdigeh.com