Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Umaran Aran - Deh nîşeyên li ser romana ‘Santiago de Compostela’yê
2013-07-31 19:25
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
1. Em mirovinî monolojîk in, hînî diyalogan nebûne… Ev, edebiyata me jî ne werê ye xwene he? Lê va ye Ferhad Pîrbal hem di Hotel Europa de û hem di Santiago de Compostela de nikare xwe ji ber diyalogan bide aliyekî. Bala xwe bidinê hinek fîguranên ku dikevin berhemê meriv dibêje qey belasebeb in; lê halbûkî ew ji bo ku peywirekê bînin cî dikevinê; ne tesadufî ne.


2. Em di Santiago de Compostela, di diyalogên lehengan de têkilî û nakokiya rojhilat û rojava dibînin. Ev yek di romana kurdî de ne temayeke berbelav e. Kesên wek Fewaz Husên û Ferhad Pîrbalî vê yekê dikin mijara xwe.

3. Dara hem napejirîne ku bibe leşkerê îraqê li dijî îranê, hem napejirîne ku bibe cehşek û hem jî (a girîng ev e) napejirîne bibe pêşmergeyek û di şikeftan de birize. Ev helwesta wî, helwesteke realîst e. Serhildaneke takekesî ye. Ji ber ku vebijêrka sêyem jî nebijartiye ji xefka îdealîzebûnê(=nerealîzebûn) xelas bûye.

4. Dara tevî ku malbata xwe di komkujiya helebçeyê de wenda kiriye dîsa jî wek mexdûrekî tevnagere. Vê yekê metn ji xefka edebiyata mexdûriyê xelas kiriye. (lê li vir hinek dikarin îtîraz bikin, bibêjin ‘ma çima em encamên muxtemel ên derûnî li cem Dara nabînin’. Di vê gotinê de wê bi temamî ne ayil bin; lê esas hinek encamên vê yekê jî hene: Jin gelek caran wek ku li birayekî xwe yê bêrîkirî lê dinerin{bêriya xwişka xwe dike}; tim di lêgerînekê de ye{kêmaniya malbatê})

5. Di Hotel Europa de jî di Santiago de Compostela de jî Ferhad Pîrbal di berhemê de ye. Nîvenîv romanên otobîyografîk in. Her du roman jî heta tu bibêjî bes serleheng(nivîskar=ferhad)-navendî ne. Hevalên serleheng yên li cem wî bi piranî mirovên pirgotin û pûçgotin in, tim paşgotiniyê dikin, mirovinî bêkêr in; lê serleheng(ferhad) ne werê ye: hemû ton û kirpandina vebêjê û a lehengan li ser xweşikbûn, başbûn û hêjehunermendbûna ferhad in.


6. Tevî ku di her du romanan de jî serleheng ressam e û şêwaza wan a resimê pir tê ecibandin, em xwîner qet haydar nabin ji wê şêwazê. Em dibînin ku Ferhad serê xwe bi mijara resimê re naêşîne esas. Ka ew nivîskarên ku rabe ji bo ku mijarekê baş bide bi salan serê xwe(Calvîno û Cortazar werê dikir bêbavan) bi kitêb û lêkolînên li ser wî warî biêşînin.

7. Georg Lukacs di kitêba xwe ya bi navê teoriya romanê de, angaşt dikir ku ‘’roman, formekî lêgerînê ye. Di wan serdemên yekpare(antîk) de jiyan jixweber manedar bû. Lê di serdemên mordern de êdî jiyan û huner, laş û ruh ji hev qetiyane. Ew qetîna di hişî de leheng dixwaze temam bike lewma di lêgerîneke cîhanekê de ye; eger ev cîhan ne şênber be jî di hişmendiya/xeyala lehengî de ye. A wî bêcihûwarbûneke transandantal e.’’ Belê ev formulasyon ji bo Dara guncaw in. ‘- Min got: Hunermend ger welatekî wî hebe, belê … aram dibe. Kenê xwe domand, got: -De naxwe, ti carî aram nabe. Min got: Çima. Got: Çiku ew welatê ku hunermend dixwaze, îro li ser rûyê erdê nemaye, nîne. … Min got: Huner dikare wî welatê ku hatiye wêrankirin, wê jiyana bihuştî ya ji destçûyî, tew cîhana îro jî ji nû ve zindî bike û ji bo heta hetayê nemir bike!’(Santiago de Compostela, rp: 53)

8. Lê helbet wexta ku me qala Georg Lukacsî kir divê em xwe ji bîr nekin. Heger di serdemên modern de ruh perçe bûbin. Ruhê kurdan bi çendîn qatan perçe bûye. Dara, welatî şewitiye, dê û xwişk û bav mirine, xaniyê wî wenda bûye(ew ê ku selemeyeke text li ber, ew ê ku heta hetayê wê êdî kes ji wê selemeyê hilnekişe jor). Ev kêmaniya welat(dê, mak,der) ku êdî cihê wê nema tê dagirtin Dara wenda dike, ruhê wî dikeve xefkeke îlozyenekê, dibêje ‘Na ez li welatekî nagerim, ez li xweşikiyê digerim’ ji Venusê re dibêje ‘ez ji çavê te me’.

9. Îcar li nîşeya çaremîn vegerin xwînerino. Wexta ku meriv di ser re li Dara dinere dibêje ‘ev çawa çêbû, ka çima li ber malbata xwe nakeve’ lê esas trajediya Dara mezintir e. Bi temamî bi axê ve girêdayî ye. Ax çûye tu çavên çend Venusan ji xwe re welat qebûl bike jî tu nema îfleh dibî, dilê te nema rihet dibî, ha tu bêjî ‘na li xweşikiyê digerim’ ha tu bêjî.

10. Ancaq wê ew Venus îlizyonek be, xapandinek be. Di kitêbê de jî eynen wisa dibe. Serkeftina Santiago de Compostela di vir de ye. Wexta ku meriv di ser re lê dinere romaneke dramatîk e ku stûnên wê li ser diyalogan in û di astekê de serkeftî ye. Lê heger meriv hinekî bi kûrahî lê binere xurrû trajedî ye. Lê ne xwediyê zimanekî mexdûr e, ne qurbana îdeolojiyeke tazî ye. Aferîn Ferhad aferîn; yanî her hebe.

---

www.kulturname.com