Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
PÊLEK JI PELIŞÎNA PELEKÎ
2013-08-01 18:28
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Îcar ez bêhtir bextewar im, bêhtir ez û misteke din bi tenê…

Min destên xwe ji xeyaleke xwe ya din a nixumandî şûştin. Min dev ji erdnîgariya xewnên xwe yên bênav jî berdan ku min sînorên wê erdnîgariyê bi kevirekî ji demên zarokatiyê kifş kiribûn…

Kevirekî rûpelek ji leyîstokên min, amûrek ji xweziyên min ên hingaftî…Min ew kevir li teraxa çemekî ji Xeyalistanê dîtibû û xistibû berîka xewnên xwe yên efsûnî…

Pênûsa min a yekem ew kevir bû balam ne ji bo nivîsê bû… Jixwe bi kêrî nivîsê jî nedihat lewre spî bû, renghêvî bû…Bo cenabê we min rengê wê jî guherand, wek pênûsên we reş dinivîse, reşahiyê direşîne ser bedena axa pêxemberan…


Min stranên zarokatiya xwe cemidandin, kilamên xwe dan ber kêran, di bin siya awirekî bêkes de, di bin axa hêviyên xwe de veşartin… Xweziyên min li devê riyan bi porê kulîlkan ve daleqandî ne niha…Ez ê şevê dakim ser wan…
Ez ketim qetla Stêrkên çirûsî yên asîmana zarokatiya xwe…Min xwe ji wan stêrkan nefî kir û xwe avêt hembêza gerestêrka we, digel wê dilopeke din ji xunava dilê min ziwa bû…


Teyr û tilûrên ku li dilberojka min vediniştin, dikulin, per û baskên xwe vedikin, ref bi ref, jan bi jan ji xewnên min koç dikin…Zarok berî ku ji xewnên min birevin gilçên xwe di xewnên min de radikin… Çîrokên xwe li pişta xwe bar dikin, li dû wan teyr û tilûran berê xwe didin Çiyayê Qafê ku giliyê min li ber Sîmûrgan bikin…


Di dergûşa xezebekê de dihejim…Geh li vî alî geh li wî alî…


Dengê parçebûna axeke neavdayî di kerika guhê min de olan dide...Ax diterike.. Janeke seqemrû dinuqitê mêjiyê min…


Li serê kolana mala xwe di aşekî kevnar de bi bayê xeman misqal bi misqal têm hêrandin…Min xembihêrkek divê…Li ber deriyê we êşeke erzan parsê dikim…
Rondikên zîz dadiwerivin ser rûhê min, şûna xwîna min a ji damarên min vekişandî digirin… Bi rondikên şor demsaleke din narizim, bêhna genî nafûrînim.


Lê…


Pelên daran pêl bi pêl pelişîn, dar jî xwe şewibandin…Dema ku karxezala dawî ji hêla nêçîrvanekî çavsor ve hat dewixandin Roj ji zû ve dilê xwe ji mirovan girtibû, Stêrk ji hêrsa xwe bi hev ketibûn, doza koçkirinê li Yezdanê dilovan kiribûn. Kadiz riya xwe diguherand… Rûyê Heyva çardehşevî çiletîbû*, hizna wê winda bûbû, geş nedikir, şerm dikir êdî…
Li ber çavê wê Heyva çardehşevî xewna min a dawî jî tê dizîn…Zêmarên sincirî bi gavên bizdonek xwe digihîjînin hawara min…
Lê…

Xwedêyo dengê zêmaran jî ketiye…Şîn û zêmar ji hev ditirsin…
Niha demsal ‘mirin’ bû. Dem, kêlî bi kêlî diniqutî ber bi mirinê ve…Rûhstên bi dîzika nêzî wê dibû, kêliyeke bêbext dê îxanetê li demê jî bikira…

Û ez…

Peyveke yekîteyî ya dawiya helbestekê me… Biborînin li benda cenabê we nasekinim. Kîteya xwe ya dawîn didim ber guleyan!!!



*Çil’etî: Dema çermê meriv bi derekê ve (dîwar, erd,strîn hwd…) dixuşke, xet bi xet xwîn jê tê.

---

:: Ronî Bedirxan
membedirxan@gmail.com