Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Film-Festîvala Dihokê ya Navneteweyî ya 2yê dê bê çêkirin.
2013-09-28 17:22
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Film-Festîvala Dihokê ya Navneteweyî îsal (2013) dê li roja 9î Çirya Pêşîn dest bi nîşadana filman bike û ta 16î mehê, anko heftiyekê, dê vebikêşe. Ev sala duyê ya film-festîvala Dihokê ya navneteweyî ye. Yekemîn film-festivala Dihokê par bû û ji roja 9ê ta 16î Îlonê vekêşa bû. Dihokiyan par festavala xwe ji ber rojbûna hosta yê sînema ya Kurdî, Yilmazê Guneyî, êxistibû roja 9î Îlonê. Lê îsal demê festîvalê ji ber helbijartinên perlemana Kurdistanê ji bo 9î meha paştir gîro kir.
Îsal jimareyeka baş ji filmên dirêj, filmên kurt û filmên belgenameyî (=dikyomentî) di festîvalê da pişkdarin û nêzîkî 200 filman berhemên Kurdanin. Filmê vekirina festîvalê bi xwe jî Kurdî ye, ew jî filmê "Berî Befirbarînê" yê derhênerê Kurd, Hîşamê Zemanî, ye.
Îsal sê cih jibo nîşadana filman hatine berhevandin;
1. Hola kongireyan ya zanîngeha Dihokê ko deriyê festivalê dê li wêderê vebibe û xelat jî dê li dawî ya festivalê her li wêderê bi filmsazan biên dan.
2. Hola MihemedArifê Cizîrî ko sîstemê DCPê li wêderê danaye û hema bibêje ew dê hola serekî ya festîvalê be.
3. Hola navenda festîvalê ko dikeve avahiyê berê yê Peymangeha Hunerên Ciwan ya Dihokê.

Bi ser wê ra ko holên sînemayê li Dihokê nînin, ev çend sal in xizmetên baş ji bo sînemayê li Dihokê diên kirin. Dihok van salan roj bi roj baştir dibe û piritr bi pêş da diçe. Li sala 2010ê, festîvaleka filman ya navxweyî bi navê "Dihok Film Festîval
"ê çêbû. cihê wê hola tayê Dihokê yê yekîtî ya nivîserên Kurd bû. Sala paştir (2011ê), festîvaleka hevpar di navbera Dihokê û Berlînê da bi navê "Festîvala Dihok-Berlînê" li hola kongireyan ya zanîngeha Dihokê hat çêkirin. Par (2012), yekemîn filme festîvala Dihokê ya navneteweyî hat çêkirin. Ew bi awayekê berfirehtir û serkevtîtir bû. Ew festîval dê hersal biêt kirin û biryare sal bi sal ew berfirehtir û baştir bibe. Festîvala îsal jî berdewamî ya festival pare, anko 2emîn filme festival Dihokê ya navneteweyî ye.
Par jimareya filmên festîvalê nêzîkî 327 filman bû, lê jimare ya wan îsal du caran hindî ya pare. Diêt gotin ko filme festîvala Dihokê ya navneteweyî dê yekem be jibo nîşadana gellek filmên biyanî ko berî niha li Berlînalê û Kanê hatine nîşadan û ew dê bibe yekem festîval ko li hemî rojhelata navê wan filman nîşa bide.
Nûtirîn berhemên filmsazên cîhanî, wekî Michel Haneke, Abbas Kirostami, Emil Askalente, Michel Vinterberg di vê festîvalê da pişkdarin. Berhemên filmsazên Kurd jî ji her çwar parçe yên Kurdistanê pişkdarin. Herwesa berhemên Kurdên ko li derveyî welatî jî dijîn dê cihekê taybet di festîvalê da bigirin. Pirranî ya filmên vê festîvalê jibo yekemîn car dê biên nîşadan.
Jibo berîkaneyê, gellek xelat hene. Lê giranî li ser filmên derhênerên ciwane. Festîvala Dihokê dê jibo yekemîn car xelatê "Baştirîn Derhênerê Ciwan" li ser navê hostayê sînema ya Kurdî, Yilmazê Guneyî, bi Juriyeka navneteweyî pêşkêşî baştirîn derhênerê ciwan bike.
Bi awayekê cîhanî û mêvandarî ya filmsazan ji hemî cîhanê dê deriyê Filme Festîvala Dihokê ya Navneteweyî vebibe. Dihokî vê festîvalê wekî destkevtekê mezin û dîrokî dihesibînin. ev festîval berê bizav û xebata wan ya gellek salane.