Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Hesen Şerîf albûmeka nû çêdike.
2013-10-05 08:43
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
— Rojeka çarşemê, 25-ê îlonê, min û hinermendê kurd Hesen Şerîf li hev kiribû ko li Dihokê li kafeteryayekê hevdu bibînin da pirsa wî û berhema wî ya di rê de bikim. Hesen Şerîf hema xwerî xwerî kurd e. Tam û reseniyeka kurdî di sohbeta digel wî û berhemên wî de heye.

Em li cihekê hindek bilind li hindava cadeyeka bajarî rûniştin û me di ber qehweya xwemalî ya kezwanan re dest bi axavtinê kir.

***

Pirs: — Kekê Hesen ev demek e ko zêde deng ji te nayêt. Tu bi çi ve mijûl î?

Hesen Şerîf: — Ez bi berhemeka taze li pêşberî xelkê xwe me. Ew berhem belkî ji deh stranan pêk bihêt. Ji wan stranan çar ji klasîkên kurdan in. Yên ko heta niha hatîne destnîşan kirin ev in: Yek ji wan ya Bekir Begê Erizî ye, yek ya Feqê Teyran e, yek jî ya Melayê Cizîrî ye. Eliyê Herîrî hêşta ne diyar e. Em li ser wî rawestiyane da rih û rîşalên helbestê bi diristî bizanin. Me hindek guman di wê da heye ko ew ya du helbestvanên kevn e. Yanî çar helbestên klasîk dê di nav vê berhema min da hebin.

Mebest jî ew e ko em wan li xwe û nifşên nû bidin jiyandin. Ez dibêjm ji bo nifşên nû û bi taybetî ji bo xelkê başûrê Kurdistanê ji ber ko mixabin ew zêde pûteyekê bi klasîkan nadin. Wekî guhdar, nifşên nû, law, keç, kur, û htd. Min divêt ko ez bi rêya hunera xwe wan bidim jiyandin.

Pirs: — Te got ko tu li dûv rastî û rih û rîşalên helbestên klasîkî diçî, gelo arîkarên te kî ne?

Hesen Şerîf: — Min pirsyara xwe bi nivîskarê me kek Mihemed Emînê Doskî kirye. Kek Edîbê Çelkî arîkariya min dike û min niyet heye ko pirsyara xwe bi Seîdê Dêreşî û her kesekê ko pêzanîn li ser klasîkên kurdan hebin bikim ji ber ko ji bo min tişteka gelek giring e ko ez bingehê helbestê bizanim. Divêt ez bizanim ew ji kû derê hatiye, çawa çêbûye û htd. Hindek tevlihevî di nav helbestên kurdî yên klasîk de hene.

Kitêba "Hozanvanên Kurd" ya rehmetî Sadiqê Behaedînê Amêdî li ser jiyana helbestvanên kurd e. Di wê kitêbê de aloziyek heye: hindek ji wan tevlihev bûne. Ez wisa dizanim ji ber ko piştî min ew û Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî xwendin hindek tişt hatine tevlihev kirin. Meselen min helbesteka Eliyê Herîrî dixwend û min ew dirist jî kiribû. Paşê min seh kir her ew helbest di dîwana Feqiyê Teyran de jî heye, lê bi rengekê dî ye! Vêca ji ber wê çendê divêt ez pirsyara xwe ji van hevalên xwe û biraderên dî bikim. Divêt ez rastiya wan bizanim.

Pirs: — Ji gotinên te diyar e ko tu helbestên klasîk gellek dixwînî, wesa ye?

Hesen Şerîf: — Helbet. Li dûv şiyan û zanîna xwe. Ez gelekê ji wan hez dikim. Bi rastî ew feylesofên me ne! Nifşên nû yên kurdan pêşî û helbestvanên xwe yên kevin nas nakin, bi taybetî Melayê Cizîrî. Ew dahênerekê gelek mezin e, yanî mucîze ye! Ew ji bo me kesekê mezin û mezin e! Divêt mirov hindek tiştan li ser jiyan û hebûna wî ya li wî wextî, tesewif û derwêşiya wî û felsefeya wî ya nivîsandinê bizanit.

Ez gelek tiştan li ser helbestvanên klasîk dixwînim û ez gelek tiştan ji dîwanan û bi rêya heval û biraderan kom dikim. Min hindek tişt ji hev vavêr kirin. Wekî Eliyê Herîrî ko şi‘reka wî dibêjit "Ecel saqî bi dest min da / Meya baqî di peyalê da". Min gelekê diviya wê helbestê bibêjim. Paşê derket ko temamiya wê helbesteka Feqiyê Teyran e. Vêca ji ber hindê ez dibêjim ko hindek tevlihevî çêbûne. Ez wekî lêkolînekê bi rêya hevalên xwe li dûv wan diçim ji bo ko ez bizanim kî ji wan dirist e, navûnîşanê kî ji wan dirist e û htd.

Pirs: — Ynî em dikarin bibêjîn ko tu bivênevê bûyî lêkolîner?

Hesen Şerîf: — Ez jibo xwe û hunera xwe lêkolînê dikim, yanî ji bo huner û stranên xwe. Lê wekî dî jî min divêt ez wan nas bikim. Hindek tişt ji bo min gelek mereq in! Ji ber ko hindek şi‘ir hene min di dîwanên kevin de xwendine û niha hatine nûjen kirin an jî hindek kesan bizav kirine û lêkolîn li ser wan kirine, hindek gohartin û cidahî di wan da hene. Ez mereq dikim ko rastiya wan bizanim.

Pirs: — Di vê berhema t ede tenê çar helbestên klasîk hene?

Hesen Şerîf: — Yên ko me heta niha hizir li ser kiriye çar in. Min divêt berhemeka gelek maqûl û hêjayî wan be. Min divêt ko ez hem rihek û bihayek û nirxekê mezin bidim helbestên wan û hem jî ew kesên ko guhdariya dengê min dikin wan di nav deng û rûyê min de bibînin.

Pirs: — Yanî berhem hemî dê ji çend stranan pêk bihêt?

Hesen Şerîf: — Ta niha deh stran in, reng e guhartin jî çêbibin. Ko me dît hêşta tiştê xweş û bibihatir hene, arîşe nîne ko ew bibit yazdeh an duwazdeh stran jî. Lê min carê biryar daye ko ew deh stran bin. Helbestên çar stranan klasîk in, yên dî jî hevçerx in. Ew helbest yên kek Emînê Botanî, Rizgarê Kêsteyî, Evrazê Qamişlokî û hindekên dî ne. Keçeka cizîrî heye, gelek zîrek e: hem bi awaza xwe û hem jî bi helbestên xwe. Navê wê Xanê ye, helbesteka wê jî di nav berhemê min yên nû da heye.

Pirs: — Vêca ev berhema te dê kengê xelas bibe û bikeve ber destê guhdaran?

Hesen Şerîf: — Heger Xwedê hez bikit û ez bişêm dê wê ji bo sala bêt amade bikim. Min giraniya xwe weha li ser vê berhemê daniye ko ez lezê lê nekim û tişteka xirab çênekim. Min divêt ko berhemeka baş jê derkeve. Heger ew ji berhemên çûyî ne baştir be ez dibêjim ko pêdivî nîne ko mirov bibêje û amade bike. Divêt berhemeka baştir be, gaveka nû be di rengê muzîkê de, di rengê dengî de û di rengê qeydkirinê de.

Pirs: — Heta ko berhema te ya nû amade bibe te divêt ko tu ji guhdarên xwe re çi bibêjî?

Hesen Şerîf: — Ez silavên xwe bi rêya we digihînim hemî xelkê me, û bi taybetî hezkirî û guhdarên deng û hunera xwe. Ez dibêjim bila ew hinekê ji dema xwe ya vala ji bo xwendina klasîkên kurdî vavêr bikin û bila guhdariya berhemên resen û paqij bikin.

-----------------------------------

ZINAR EDNAN - www.nefel.com