Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Ji 300 salan zêde ye ko niştecihên Gundikê Melî her sal diçin ser ''Temtemokê''
2013-10-05 09:26
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
- Îro wek edeta bi sedan salan, dîsa hemî niştecihên Gundikê Melî çûn ser goristana Temtemokê.

Gundikê Melî nehiyeyek e ko nêzîkî 5.000 kesan lê dijîn, deh kîlometreyan ji Şirnexê dûr e û ji 500an zêde mal tê de hene.

Gundikê Melî bi rewşenbîrîya gundikîyan û girêdayîbûna wan a bi edet, ziman û çanda xwe ve têne nasîn û yek ji edetên wan ê ew pê ve girêdayî ne ""Çûyina Serziyaretê"" ye.

Hemî kesên ji Gundikê Melî yên li vê derê dirûnin û yên ne li vê derê dirûnin, pêncşema pêşiyê ya meha 10ê (çiriya pêşiyê), piştî ko hemî karên li nêva gundî xelas dibin û hêj baran û berfê dest bi barînê nekirîn diçin ser goristana herî mezin ya Gundikê Melî.

Li her salê, her mala jê bê ""gîskê serziyaretê"" xweyî dike û li roja serziyaretê serjê dike.

Hêjayê dîtinê ye ko her malek goşt û girara ko çêkiriye dibe meydana li rexa ""Berê Mezin"" û hemî zelamên gundî bi hev re li ser yek sifreya xwarinê ya bi sed-metreyan dirêj xwarinê dixwin.

Her dîsa ji bo zarokan jî rojeka wek cejnan e, ji ber ko her mal bi xwe re xemîrok(çeqolat) û şekirokan diînin û belav dikin.

Piştî xwarinê her kes bi hev re, nimêja nîvroyê dikin û her kes diçin li ser miriyên xwe, diayan dikin û Qur"anê dixwînin.

Li gor li nêva gundî tê gotin, ji berê her sal sînc û hoka goristanê, hemî gundiyan bi hev re serast dikirin û heger goristan tejî bibûya, dihat berfirehkirin.

Ev edeta bi sedsalan hêj bi kelecana cejnan dom dike û bi rengekê mirov dikare bibêje pîrozkirina cejna miriyan e jî...

-----

:: Nûçe: Mirad Gundikî – kurdigeh.com

:: Wêne: Nêçîrvan Bayram û Sebrî Gundikî – kurdigeh.com û gundikemeli.blogspot.com



(wêne: Nêçîrvan Bayram çûyina ser Temtemokê ya 2013ê)


(wêne: Sebrî Gundikî ev wêne ji arşîva kurdigehê ye û wêneyê par-2012ê ye)



(wêne: Sebrî Gundikî ev wêne ji arşîva kurdigehê ye û wêneyê par-2012ê ye)