Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Bijî ''kurdiya akademîk!!''
2013-10-05 09:43
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com


Gelo ev axiftina li jêr bi "kurdîya akademîk" e an no?

Pîrejineka li taxa me:

- Merheba! qewet be! kêloya bacanan bi çendê ye?

Bacanfiroşê li bazara taxê:

- Sax bî, Kêlo bi 2 lîreyan e.
---

Ev axiftinên li jor %100 bi "kurdîya akademîk" e ?!!

Zimanê Akademîk: Zimanê "akademîyan" e û ew girêdayî ilmekê zanistî ye, ilmên wek fîzîk, kîmya, tip, astronomî, civaknasî, zimannasî ... h.p. Mesela axiftineka zanistî ya li ser ""atoman"" bi kurdiya akademîk dikare bê nivîsîn an jî axiftin.

Li gor notên mamosteyê min ê dersa "İngilîzîya akademîk" ev têgeha li jor rast e.(ko bi wê dersê em fêrî kîmyaya bi ingilîzîyê dikirin, ez dibêjim qey ew ders hêj tê dayin)

Belê, ji bo hemî zimanan dikare ew têgeh rast be lê ji bo kurdî ji binî ve xelet e(bila mamosteyê min nebihîse)

ji ber ko :

Hemî kolaneyên kurdan wek akademîyan in û her kes wek akademîsyenan in :)

Ka em lê binêrin.

"Merheba" - bi merhebayê pîrejina wek akademîsyenan hewl daye dîyar bike ko bi ilmê ""civaknasî""yê û ""antropolojiyê"" diyar bike ko kurd di ""civaka"" xwe de bi merhebayê dest bi têkiliyê dikin.

"Qewet be" - fîzîk e, wê zaniye ko ji bo bacanfiroş bikare bacanan bifiroşe hewceyê enerjîyê ye û ew hêza xerckirina enerjîyê ya ji bo kirina karekê "qewet" e.

"Kêlo" - fîzîk, kîmya û ...hwd e, li gor ""pîvanên nêvneteweyî"" kêlo yek ji pîvanên teqilbûnê/giranbûnê ye.

"çend" - matematîk e, dema ko li matematîkê hesibandina tiştekê bê xwestin bi ""çend""ê tê xwestin.

"sax" - biyolojî, tip û ... hwd e, saxbûn girêdayê siheta mirovan e û biryara "sax" bûn an jî ""nesaxbûnê"" dikare biryareka zanistî ya tibê be.

"2 lîre" Matematîk e, encama hesibandina pirsa pîrejinê ye. Ew encama gelek hesaban e mesela ka ew bacan ji cotyarî bi çendê hatiye kirîn, bi çendê hatiye çinîn û barkirin, bi çendê hatiye anîn(bi erebeyê) û ji bo bacanfiroşî bi çendê li bazarê hatiye danîn û paşiyê hesabê kêloyekê hatiye kirin û du kêlo jî du qetê wê ye.

----

Têbînî:

An ji van idiayên min ên ez jê piştrast im bawer bikin :) û bizanin ko her kurdên dibêjin ""ez bi kurdiya akademîk"" diaxivim û sohbetên rojane dikin bi zimanê akademîyan diaxivin...

An jî bizanin ko ""kurdiya akademîk"" û kurdiya serast, kurdiya gewr, kurdiya paqij, kurdiya zelal ne yek in.

bi hêviya bi pêş ketina kurdiya akademîyan...

"bijî "kurdiya akademîk" "


------

:: Miradê Gundikî