Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çandî] banehên me -2- (bihar)
2011-02-17 09:42
:: Sebrî GUNDIKÎ
info@kurdigeh.com
Piştî sirr, seqem û dijwarîya zivistanê, meha adarê û pê ve dinya roj bi roj germ dibû. Kevîyên berfê hedî hêdî tîlên xwe dikêşan ser serên çîyayan. Wekî kevîyên berfê dihelan erd ji spîyê vedigeriya reşî û ava ji vê berfê dihat dibû lihî û ew lihîya reş gelî û bi nevalan de diherikî bêdawîyê. Di şêvên tarî de dengê wan nal û newalan ji me re dibû lorik.

Di meha Adarê de gundîyên vegerin gundî, jî hedî hedî berê xwe didan banehan û mal li hêstir û mehînan bar dikirin. Tiştên hewce bibin dikirin di têrgan de û diketin ser rêyên zozan û zoman. Wan çend mehan ew mirov û heywanên ji wan deran dûr û xerîp dibirin. Lê belê hemûyan jî dizanîn di çîya û banîyên wan de niha kulîlk wekî bergên nexş, reng bi reng bişkivîne. Pişkên daran yê geş dibin û bilbilê pepuk yê serê wargehande stirhi. Teyrik û tûyaran jî hêdî hêdî dest pê helînên xwe çê dikin, malên xwe ava dikin. Yanî dihat zanîn xweza hêdî hêdî hişyar dibû.


Di banehan de jiyan pirranî li ser heywan xwedîkirinê, tovçînîyê û (hindik jî be) bazirganîyê bû. Bi rastî li baneh û gundê me zevîyên rast û fireh pirr nebûn. Herêma me gelek koyistan e. Girik, çêl û çîyayên me zehf in. Ji ber wê qesê her kesê têra xwe tovçînî dikir. Lê belê li van çîyan karê heywanxwedîkirinê baş bû. Û me dikarî em bazirganîya heywanan bikin. Ya kêm her malê 150 heywan hebû. Heywanên xwe hêsanî xwedî dikirin di van baneh û çîyan de.

Li van çîyayên azad û hişînayîya bêdawîde herkesê dest pê xebatên xweyê rojane dikirin. Demê zayîna Heywanan bû(heywan dawîya zivistanê û serê biharêde yanî di axlîvê de di zê). Berxik, kehrik dikirin di kuzikan de û heliz, çilo û gîyayê nermijandî dikirin rîsî û pê verîsî bi ber ve dikirin. Da ev heywanên ecemî milgê maka xwe bimêjin milê din bi çê re hîn bibin. Dema bi çêreyî diketin hêdî nediberdan ber makên wan.

Wexta heywan nû diza me ferxika wê fişk dikir. Yanî me dev û lêvên vê paqij dikir û şîrê wê yê cara ewil didagê. Em li ber maka wê disekinîn heta pizdana xwe diavêt.
Da mak, pizdana xwe nexwe û li ser ferxika xwe banek nebe. Dema şîrê xwe dixwar şîrê mayî me ji wê didot û me dikir firo. Şîrê gelek nû be xira dibi û dibi firo.

Piştî çend mehan bêçî hêdî hêdî diberdan derve û bêçîvanek dibû girêftarê wê birê. Ev ji wekî şivanî siharê zû diçû û dema roj diçû ava, ji pêşîya bira pezî dihat di hefşîyê an ji kûzika xwe de.

Êvaran, dema ko pezî berê xwe dida mal, cara pêşî dihat ser bêrîyê. Dema bêrîvanan pez didot,şivanî bêçî diberda nav pezî. wekî du lihîyan, pez û bêçî beramberê hev diherikîn û tevilhev dibûn. Barebara wan heywanan ser zomê diket.

Şivan û bêçîvanî li nav kerîyê pezî digeran û yê mêjok serê maka wê digirtin û ew jî têr dikirin. Dema hemî têr dibûn, ev mirovên li vir, her yekê xwe didan aliyekê û bêçî ji nav pezî koz dikirin. Dema ji hev dihat bijartin bêçî pêşîya pezî dihat di kozga xwe de. Dema rîsîyên wan li ber ve dihat vekirin û dexdîlga wan dihat girtin, pez jî dihat de hefşîyê xwe de. Li ber wê dîmenê dilê min coş dibû.



Sebrî GUNDİKÎ
welatgundiki@hotmail.com