Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Gopalê sor - Avesta bi kitêbeka çîrokan qetilkirina Mîşel Temoyî bibîr diîne...
2013-10-08 09:01
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
“Gopalê Sor”.


Ciwanê Abdal, çîrokên Mişel Temo wiha dinirxîne: Mîşel Temo di vê pirtûka çîrokan bingehên çîrokî bi temamî saz kiriye, ango wî saz û bendên çîrokan bi cih aniye.

Ya rast di nêrîna min de, wî navdarî tu kêmanî nekiriye, lê belê zêde kiriye, gava ev çende çîrokên xwe bi hunereke afirandêr û bi raz û zêwek giranbuha rêz kiriye û bi hunereke çak van kesên bêkes di ristina çîrokên xwe de ava kiriye, mîna xirnikan û kûpan û dem û dîwar, sînor û zimanan.

Di beşên dawî de ji pirtûka xwe navdar de, jixwe ev zêdebûnek e di kurteçîroka kurdî de. Û weke diyar e jî ku çawa gava dest bi rist û hûnandinê dike bi zimanê hin leheng û qehremanên çîrokê dide xuyakirin zor û sitema dagirkeran a li ser kesanê wî bûne, çi lêdan û êşkence û girtin be û çi biyanîbûn û tûnebûn û qedexekirina gel û ziman û dîrok be, ku her gav li gasîna welat pê dihisin û bi ziyan dijîn. Û ya zêde çîrokan xweş dike ew peyv û goftûgoyên rengîn an diyalogên resenî di babeta naveroka çîrokan de. Ew diyaloga ku leheng weke hizr û ramanan pêdikin. Bi bawerî helkewtî û bi zimanekî xemilandî û rapêçayî bi hest û helbestî, ya ku dibe prensîb û raza serdana nivîsandinê. Bi rastî ev gava ku nivîskar Mîşel Temo avêtiye yektirîn ji hezar gavên riya dirêj e, di riya wêje û çanda kurteçîroka kurdî de.

MIŞEL TEMO


Siyasetmedar û nivîskarekî kurd e. Di sala 1957an de li gundekî piçûk ji herêma Dirbêsiyê (Rojavayê Kurdistanê) hatiye dinyayê. Wî di sala 1980î de li zanîngeha Helebê xwendina endezyariya çandiniyê qedandiye.

Ji sala 1972an û vir ve tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye, û heta sala 2000î di Partiya Hevgirtina Gel de kar kiriye. Ew yek ji wan kesan e ku Navenda Celadet Bedirxan a Rewşenbîrî li Qamişlo di 10ê berfanbara 2000î de ava kiriye. Di sala 2005an partiya Şepêla Pêşeroj a Kurdî damezirand. Di sala 2008an hate girtin û sê sal û nîv hate dadgehkirin. Piştî derketna wî ji girtîgehê bi çar mehan di 7ê cotmeha 2011an de li Sûrî, li bajarê Qamişlo, bi suîqestekê hate kuştin.
Mişel Temo ligel karê siyasî ew çîrok û helbest bi kurdî û erebî nvîsandine.

Ji berhemên wî;
- Gotina dawî, 2001 (bi erebî)
- Bawerî û nêrîn, 2002 (bi erebî)
- Rûpelên welatekî bêwelat, 2002 (bi kurdî)
- Gopalê sor, çîrok, 2003 (bi kurdî)
Gopalê Sor
Mîşel Temo
(Çîrok)
ISBN: 978-605-5279-52-3
13x19.5, 64 rûpel, 10 L

www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta
https://twitter.com/avestayayin

-----
www.avestakitap.com - www.kurdigeh.com