Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Trio Mara: Sê jin û 'derî'yek
2013-10-09 11:43
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
- Grûba Trio Mara ku sê jin sê sal in bi hev re karê muzîkê dikin, bi navê “Derî” CDya xwe ya yekemîn derxistin.

Dengbêja komê hûnermend Sakîna ye, Nûrê Dilovan jî kemanê û Nazê Îşxan jî piyanoyê lêdixe. Navê albûm bi kirdkî (zazakî) ye, lê di albûme de hem stranên bi kirdkî, hem bi soranî û hem jî bi kurmancî hene.

Di CD de yanzdeh stran hene: Nazdar, Romanî, Vanê Ko ra, Erê Nîna, Lêylê Xanê, Şamîranê, Gula Min, Teşîya Min, Desmala Min, Qumrîkê û Bêrîvane. Ji wan “Nazdar” bi soranî, “Vanê Ko ra”, “Erê Nîna” û “Bêrîvane” bi kirdkî û yên din bi kurmancî ne.

Li CDyê tiştê balkeş ew e ku hemû kilam li ser jinan hatine gotin û ji aliyê jinan ve hatine gotin. Di albûm de deng û melodiyên kurdî bi enstrûmanên rojavayî jatine hûnandin û bi awayekî gellekî baş sentezeke nû ya modern derketiyê meydanê. Melodiyên enstrûmanan û dengê Sakîna yê dilzîz û nermik baş li hev hatine.

CD ji aliyê Ahenk Muzîk ve hatiye derxistin.

Ji bo têkilî û xwestina CD: www.sakinateyna.com


-----
www.rudaw.net û www.kurdigeh.com