Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] bermalî
2011-02-17 11:10
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Bermalîtî pîşeyeka cuda ye. Bermalîtî di nav karan de karê herî zehmet e û li malê tê kirin. Ji serê sibê dest pê dike heta danê êvarî dewam dike û bi salan dom dike. Ji bo wî karî zaningeha dayikê tê xwendin.

Di vê zaningehê de xwarin tê çekirin, firax têne şûştin, her cureyê paqijiye têne hîn kirin û heta zewacê berdewam dike. Gava tu dizewicî îja tu gavek zêde davêjî û tu dibî kebaniya mala xwe û xwezûre xwe (heger tu neçî ser malê kêf kêfa te ye).

Ez nezikî bîst salan e vî karî dikim. Karê min di derdora saet deh- yazdehan de dest pê dike û heta ez radizim jî dom dike. Serê sibê gava ji xewê radibim, ji bo ku zû newestim taştiya xwe dixwim û dikevim di nava karî de. Berê diçim odeya rûniştinê televizyona xwe vedikim dengê mûzîka xwe jî zêde dikim. Çavekî min li ser televizyonê, çavek û du deste min jî li ser mekîneya melkesê ye û tevi strana xwe ya ‘’ez keçim keça kurda me kulîlka serê lawe me’’dibejim û di nava odeyê de dijminatiya toze dikim.

Gava bi melkesa otomatik kare min diqede îja dest bi paqijkirina erdê dikim. Potê min ê paqijkirinê rûyê erdê radimûse. Dibêje min,a tu li run li erde birijîne. Di karê te de sekinandin tune ye heta ku tu kare xwe xelas nekî tu nikarî cixareyek an jî avekê vexwî (yên ku dixwin û vedixwin jî hene ew tiştek din e) navber jî li gora xwesteka te ye tu dikari nava rojê de navberê bidîyê û tu jêhatî bî tu dikarî karê xwe zû xelas bikî û herî mevandariya hevala xwe jî. Lê wekî hûn dizanin ne tenê odayek e, di nav kare te de paqijkirina malê bi tevahî heye

Mînak: avdestxane, serşok, pace, derî. Dîwar,xwarin çekirin, firax şûştin (herwekî din) ku navê wan niha nayê bîra min lê gava tu kar dikî tê bîra te. Derheqê bermalîtîyê ez dikarim gelek tiştan bibêjim lê hûn hûn bin, hûn nebin bermalî û kavanî…