Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
xwîna birayan...
2013-10-10 10:17
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Bi Şevê,
li ber lempeyên malên Mêrdînê,
bahozek dest xedar
ez bi xwîna birayan şûştim...

Û keviran
di neqrikê neqşan de
veşartim ez...

Stêrika,
bi qelema xenîma
giriyê xezalan xêz kirin
li zeniya min...

Û xwedayê kendelan
ji berê de,
li eniya min nivîsîbûn ku ezê rojekê
bircan li ber xwe bigrim
û li deşta Qoserê,
bi simbilên genim re
ya ez ê xwe ji serî heya binî
bi şewitînim,
yan jî ezê xwe bi kûlîlkên Nîsanê re
her dan biwelidînim...

------------------
:: Fatma Savci - www.kurdigeh.com