Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
hevpeyvîna bi paleyekê re...
2013-10-11 10:32
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com

Ji bo bavê Şa’ir ( Rojda)…

Hevpeyvîn: B’arî Jiya

Em li gundê Zinyadê ne. Li vî gundî deh-pazdeh mal hene. Gênc hema hema qet tune ne. Tenê kal ma ne. Hemûyan jî berî Paletî kirine. Û em dixwazin bi wan re xeber bidin. Em û kalo û Xanima wê Nazê li mala wan rûniştine. Em jê destûrê dixwazin da ku em çend pirsa jê bikin û ew jî destûrê dide me ku em pirsê xwe bikin.

Ezbenî, em dixwazin te binasin. Gelo tu dikarin hinekê behsa jiyana xwe bikî ji me re?

Pale:


Navê min Ferho ye. Ferhoyê bavê Uso, Heso û Rojê. Emrê min tam çend e ez nizanim lê di dora şêşt û sê an jî şêşt û pênc e.

Ez ji gundê Zinyadê ji Mala Silhedinê Gozelê me. Pênc sebiyê min mirin e, niha sê sebiyê min hene. Maliyên me hemûyan koç kirine û niha wekî tu jî dibînê em deh-pazdeh mal ma ne. Kurên min jî mala xwe bar kirine û çûne bajêr. Havînan tên gundî, zeviyên xwe diçinin û diçin. Me ji bo em debara xwe bikin, berê Paletî û Emelatiya xelkê dikir. Em emele bûn. Niha jî kurê min jî li bajêr emelatiya xelkê dikin. Li gund êdî kar nemaye. Berî xulamtî, emeletî û paletî hebûn li gund û xelkê debara xwe bi wê/an dikir. Niha mator, patos û bîçer hene û êdî kar nemaye li gund.

Kalo tu dikarî ji me re behsa berê bikî? Em bêjin niha çinîna genim, nok, nîsk û ceh hêsan bûye. Niha mator, patos û bîçer hene di nav hefteyekê de hemû zeviyan diçînin û tên malên we. Gelo berî çawa bûn? We ev kar çawa dikir?

Pale:

Berxê min, îro her tişt hêsan e. Îro berî tu xwe bilivînê, her tişt bi xwe tê dikeve kadîna te. Berî zehmet bûn, berî kar zehmet bûn. Di dema me de mator, patos û bîçer tune bûn. Şêxre, das, dasok, qirim, tirmix, dirgan, milêv,dugu, kon hebûn. Me erd tunebûn. Ya rast hebûn lê ne ew qas pir bûn. Erdê ku ji bavê min ê rehmetê mabûn neh -deh dobin bûn. Ji xwe ev têra sale wexta me nedikirin. Me paletî dikir û me sale wexta xwe pê derbas dikirin. Min xwe dîtiye nedîtiye ez paletiya xelkê dikim. Rehma Xwedê li bavê min û miriye we be, bavê min paletiya xelkê digirt û me jî, ez û pênc birayê min û bavê min, me diçûn paletiya wan dikir. Ez piçûkê malê bûm. Sê xwişkê min bûn. Xwişkê me jî bi me re dihat. Li malê diya min û xwişkeke min diman, wan jî ji me re xwarin amade dikir. Yekê ji me re û yekê jî bavê min û wan re xwarin dibir. Dema min dest bi paletiyê kir çardeh-panzdeh salî bûm. Paletî pir zehmete berxê min. Havîn bûn. Kelakela navarojê bûn û me li ber wê tava havînê paletî dikir.

Pêşîyê nîsk hişk dibûn û em û bavê min, me kona xwe dida ser milê xwe û diçûn çolê. Kona me darîn bûn û me çiloyê (Pelê dara berrû) şîn ku hîna pelên wê terr bûn dida ser wê. Honikahiya siya çilo xweş e. Me konê xwe li nav erdê dadaniyan. Me dirgan, dasok, tirmix, dugu, ker, şêxra xwe bi xwe re dibir çolê. Ger paletî pirbûna me parve dikir. Komek diçûn ceh, komek diçûn nîskan. Nîsk û ceh berî genim hişk dibûn. Paşê genim, li pey genim nok, li pey nokan kuncî hişk dibûn. Ez û du birayê min diçûn çinîna ceh, bavê min û du birayê min diçûn çinîna nîskan. Me kona xwe dadanî, me daso û tara xwe hazir dikir û botafka xwe dikir destê xwe û me dest pê dikir. Botafk ji potik dihatin çêkirin û wekî lepikê bûn. Ji ber ku nav destê me newerime û kul nebe me botafk dikir destê xwe. Du birayê min diçinand û min û xwişka xwe top dikir û didan ser hev. Serê pêşî her du birê min tiştê ku diçinandin dikir şimbêl, yanê qevde, paşê me jî didan ser hev dikir wereqe. Me bi berbangê re dest pê dikir yanê bi ezana Melê sibê re û heya roj tam bilind bûna me paletî dikir. Me nîsk bi tirmixê top nedikir ji ber ku dema me bi tirmixê top bikira hebê wan ji wan diweşiyan û heb di wan de nediman. Dema te paletiya xwe baş bikira sala pey wê jî xelkê paletiya xwe didan te, ger te heqheramê bikira tu kes paletiya xwe nedidan te. Dema dibûn nîvro me dev ji kar berdidan û me xwe li bin siya konê dirêj dikir em radiketin. Heta ji destê me dihat me dixwest karê xwe zû xelas bikin ji ber ku paletî pir bûn. Berî ku genim şeb bibe. Dizanî şeb çi ye? Şeb ew e ku genîm êdî hişk bûye û gihiştî ye. Berî ku genim şeb bibûna, me dixwast em ceh û nîsk ji nav erd xwalî bikin û bînin bêderê. Piştî raketinê ber bi esirê me dest pê dikir û heya mexrîbekê. Bavê min jêhatî bûn lê birayê min ji wê jêhatîtir bûn. Ew êdî ji mêraniya xwe ketibûn. Kî pêşî xelas bikira diçûn aliyê yên din. Ew roj ger xelas nebûna hema hema me nîvî dikir. Roja din xelas dibûn. Erdê piranî me nedikarî bûn zû bi zû xelas bikira. Ew, me û çend paleyê din bi hev re dikir. Dema nîsk û ceh xelas bibûna me kerê xwe didan ber reweqa û me dikşandin bêderê û me heqê xwe ji wan distandin.


Kalo heqê we çi bûn yanê we çawa heqê xwe distendin?


Pale:


Heqê me li ser paletiyê bûn yanê qubale bûn. Em bêjin erd sê paleye, me heqê sê pala ji wan distandin. Yewmîye hebûn. Ew jî li gorê rojê bûn. Yewmîye tu di çend rojan de biçinê, tu î heqê ewqas rojê bistînê. Îja kes li ser yewmiyeyê erdê xwe nedidan. Pale zexelîtî dikir. Heta ji destê wê bihata wê karê xwe dirêj dikir da ku zêde heq bistîne. Îja me bi piranê serê pale distandin. Heke Sê pale bûna an jî deh pale bûna, te heqê xwe li gor wê distendin. Îja te di deh rojan de biçinande jî heqê te eynê bûn û te di rojekê de biçanande jî heqê te eynê bûn. Me bazara xwe dikir. Me carna bi kêl dikir. Kêl dizanî çi ye? Kêl, sanzdeh elb e. Elbek du çap dike, sanzdeh elb, sî û du çap dike. Du kêl, sî û du elb, şêşt û çar çap dike. Dizanî hesapkirina min baş e( dikene). Carna me erd bi nîvî radikir. Ajotin, toxim û çinîn aîdê me bûn. Me radikir, diçinand û me toximê xwe jê hildanîn, yê mayî jî me dikir nivî. Zehmet bûn lê qena me debara xwe pê dikir.

Belê lê we çawa ew tişt ji nav erdê dianî bêderê?


Pale:

Bi şêxreyê. Şêxre dizanî çi ye? Şêxre heqîbeke darîne. Yanê ji dara hatiye çêkirin. Darê Şêxreyî ji darê gûzê bûn. Darê gûzê zexim bûn û zû bi zû nediçilmisiyan û nedişikiyan. Çar kurmê darê gûzê bi qasê milê min ( Milê xwe nîşan dida) qalind bûn û dirêjiya wan mitroyekê bûn. Me yek li rastê û yek jî li çepê dadanî û ji wan du daran jî yek li jor yek li jêr dadanî. Hema bêje qutiya cixareyê bûn. Me wan bi werîs girê didan. Ev tenê aliyekê bûn. Me aliyê dina jî çêkir. Te vî qutiya cixareyê dîtiye, ew jî wekî vî qutiya cixareyê. ‘eynê wekî vî ye dihat vekirin û girtin. Ez wiha bêjim te, te nêrdevan dîtiye? şêxre hema ew bi xwe ye. Hema bêje nêrdevanek heye. Mitroyekê firehe û mitroyekê dirêje. şêxre hema hema bêje ji du nêrdevanê pêk dihat. Nav lingê nêrdevanê me darên zirav û tenik girê didan da ku weşiyê genim, nok, nîsk, ceh nerêjin xwarê. Me pêşî li erdê nîsk, ceh, genim û nok dida ser şêxreyê û dema ser şêxreyê tije dibûn me wê dida ser pişta kerê û paşê me dîsa ser wê tije dikir. Dema barê me bihata haziriyê, me wê dianî gund, li bêderê vala dikir. Bêder, cihekê taybet nebûn. Te genimê xwe danîna li ku ew der bêder bûn. Cehê te, genimê te, nîskê te, te ji bo gêleyê re li ku danîna ew der dibûn bêder.
Me her tişt ji çolê dianî li bêderê vala dikirin. Belê, min bar dianî û kekê min û wan çinîna xwe dikirin.

We piştê wan dianî bêderê we hebê genim û weşiya genim çawa ji hev vediqatin? We, ka, çawa çê dikirin?


Pale:


Piştê her tişt dihat bêderê, me dest bi gêleyê dikir. Gêle karê herî kêf xweş bûn. Ji paletiyê hêsantir bûn. Me gêle bi keran, bi hespan û bi gamêşan dikir. Moşene hebûn, em dibêjin moşene lê hîn kes dibêjin kaşan. Dizanî moşene an jî kaşan çi ye? Moşene ji darên çinarê dihatin çêkirin. Çêkirina wê zehmet bûn. Kevirê şevê me dişkandin û me serê wan ê tûj dicivandin. Darên çinarê me pêşî jê dikirin paşê me bi tevşo cihê xwar rast dikirin û me bi sîrme ew kertik û mertikê wê rast dikirin. Mitroyek dirêjiya wan bûn tenikiya wan û firehiya wan deh santîm bûm. Ev tiliyê destê xwe bide ber hev ( bi destê min digire û tiliyên min bi hev ve dizeliqîne) ha eynê wisa, me kevir dikirin nav wê û me bi ben bi hev ve girêdidan. Kevirê spî yanê kevirê şevê, ji ber ku em dibêjin kevirê şevê dema tu wan bi şev li hev bixî çîrûskê agir ji wan dipeke, dişkandin û ji bo weşiyan bibire me berê tûj bi jêr ve dikir. Me werîs bi moşenê ve girê didan û me bi hesp an ker an jî bi gamêşê ve girê didan. Ji bo xweş bibire û xweş were gêle kirin, me kevir didan ser text da ku giran bibe û gêle xweş bê kirin. Em jî diçûn ser moşenê, me kerê xwe dajotin. Yekê gêle dikirin û yê din jî bi dirganê cihê dihatin gêle kirin, diqelibandin da ku yê binê were serî û yê serî here binî. Ev heta her tişt hûr bibûna û heta genim, nisk, ceh û nok ji nav weşiyê derketena dewam dikirin. Hem kêf bûn hem kar bûn. Dengbêjê me jî hebûn. Dengbêjê me yê gêle dikirin ew bi xwe bûn (dikene). Yê gêle dikirin ji kêfana re stran digot. Dema gêle xelas dibûn. Me hemû kom dikirin û didan ser hev.
Paşê em li benda bayê diman. Milêv û bêrê me hemû ji daran bûn. Ji dara dihatin çêkirin. Hesin mesin tunebûn. Ew paşê hatin. Milêv, pênc pêçiyê wê hebûn. Hemû pêçiyê wê ya ji dara gûzê yan jî ji dara behivî an na ji dara çinarê bûn. Her pênc pêçî ji hev veqetandî bûn û ev pênc tilî bi darekê dirêj ve girê didan û êdî milêv hazir bûn. Bêr jî ji darê bûn. Te bêrê niha dîtine eynê ew bûn lê ev ji dar bûn. Baweşînî, me bi piranî bi şev dikir. Bi şev hem honik bûn hem jî ba xweş dihatin. Me bi milêvê gêleya xwe davêtin li hewa, genim bûna, nîsk bûna û her çi bûna li şûna xwe disekiniyan û ka bi bayê re hênek dûr diçûn. Ev kar jî zehmet bûn, jixwe tu kar rehet nîn e. Ba çiqas xweş bihata karê me zû xelas dibûn. Heke ba piçek bihata karê me du-sê heta hefteyekê dewam dikir. Hemû gundî li ser bêderan bûn. Dengê dengbêja, dengê çîrok û meseleyan dihatin. Bêdar cihê aşiqan bûn jî. Min xanima xwe li ser bêdara mala bavê dît. Min sê sal paletiya mala bavê wê kir. Mesela me pir dirêje. Serê te neêşînim
Paletî ev bûn. Genim, nok, nîsk hatin bêderê, gotinê me û mezemê me jî lê bi me re werin gorê. Îro her tişt hêsane, di nav hefteyekê tu her tiştê xwe davêjê hindir. Her tişt bi xwe tê dikeve kadînê û emrê mayî jî tu dijî. Tu kes me nas nake. Heyat, bi xwe Pale ye, pêşî emrê me diçîne, tîne bêderê, Bi şêxreyê gêle dike. Hûr hûr dike, yên giran li cihê xwe dimîne, yê sivîk dûr diçe. Li cîh dimîne êşên me, dûr diçin kêfên me. Piştê ku weşî û heb ji hev vediqetiyan karê me jî xelas dibûn, paşê emrê me jî pê re xelas dibûn.

Mala te ava ji bo xeberdanê. Gotina te ya dawî heye bo me?

Pale:


Mala we jî ava berxê min. Xort pir naynê rûnanin li cem me. Li hev nayên Gotinên me û we.

Em dikarin bi xaltiya Nazê re jî xeber bidin?

Pale:


Ji min destûrê nexwazin. Dema ew hat ji wê destûrê bixwazin.

Mala we ava Kalo.

Pale: Mala te jî ava, xwedê we bihêle û bi we re be û xwedê we hezar salî bike.

Têbînî: Ev hevpeyvîn bi temamî xeyalî ye. Em ê careke din hevpeyvinê bi Bermalî re yanê bi Nazê Xanim re bikin...


B’arî Jiya / 12.06.213- 13.06.2013/ Diyarbekir