Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
(Cara pêşiyê bi kurmanciyê) hevpeyvîna Fawaz Husainî bi Mehmed Uzunî re li sala 1999ê kirî...
2013-10-11 10:55
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Hevpeyvîna ko Fawaz Husainî li sala 1999ê bi Mehmet Uzunî re kiribû û bi firansî belav bûbû, cara pêşiyê Kulturnameyê bi kurdîyê(kurmancî) weşand û Kurdîgehê ew hevpeyvîn li jêr belav kiriye...
----------------------

Romaneke xweser ku tê de dengê Hektorên roja me heye

Fawaz Husên:

Mehmed Uzun, pirseke hem pir sivik, hem pir giran. Tu kî yî?

Mehmed Uzun:

Ez kurd im, ji Tirkiyê me, swêdî me, skandinavî me, dinyayî me. Ez hem gelekî lokalîk im, ji navçeyeke girtî ya navbera çemên qedîm Dîcle û Firatê me, hem jî welatiyekî hemû cîhanê me ku di navbera ziman, çand û welatên têkel de digerim; hem bi axa abadîn a Mezopotamyayê ve gelekî girêdayî me, hem jî koçerekî alemê me. Sê zimanên min ên nivîsandinê û hin ên din ên xwendinê hene. Ez romanên xwe, bi tenê, bi kurdî dinivîsim, ceribandinên (esseyên) xwe bi kurdî û tirkî dinivîsim, nivîsarên biçûk ên curbecur jî bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsim.

Fawaz Husên:

Ji romana te Tu ta Ronî mîna evînê, Tarî mîna mirinê, tu bi xwe çi guhertinê di cîhana xwe ya wêjeyî de dibînî? Çi lehengên te digihînin hev, çi wan ji hev cihê dike?

Mehmed Uzun:

Romana min a yekemîn Tu sala 1985an weşiya û romana min a dawîn Ronî mîna evînê, Tarî mîna mirinê sala 1998an. Di vê navberê de min panzdeh kitêb weşandin. Şeş roman û yên din jî ceribandin, lêkolîn. Ji destpêka salên 80yan û vir de ye, hema çi bigire, ez her roj dinivîsim. Gava ez îro vedigerim û li pey xwe dinihêrim, ez dibînim ku gelek ji lawazî, kêmanî û şaşiyên min ên destpêkê ji holê rabûne. Di destpêkê de zehmetiyên min ên ziman, stîl, estetîk û teknîkê gelek bûn. Dinya min a ronakbîrî û çandî teng, îmkanên min, hema çi bigire, hîç nîn bûn. Ne ez û ne jî hûn, divê em ji bîr nekin ku ez bi kurdî, bi zimanekî ku bi qasî sedsalan û vir ve qedexe ye, dinivîsim. Meriv nikare bibêje ku beriya min li Tirkiyê romana kurdi hebû û hejmara kitêbên ku bi kurdî hatibûn nivîsîn bi qasî tiliyên destekê bûn. Tradisyoneke kurdî ya edebiyata modern û romanê nîn bû. Herweha zimanekî edebî yê modern jî li ber destan nîn bû. Herçî xwendevanên kurd bûn, hejmara wan gelekî kêm bû û yên heyî jî bi tirkî dixwend. Ne rojname û kovar, ne ferheng û ansîklopedî, ne rexne û lêkolîn, ne dezgehên weşandin û belavkirinê, ne unîversîte û înstîtusyon û ne jî pêwendiyeke bikêr di navbera nivîskar, tevger, ziman û gel de. Û di ser de jî zor, zulim û qedexeyên bêhejmar ên dewletê.

Bila gotinên min mîna gazinan neyên fahm kirin, lê rewş weha kambax bû. Kurdbûyîn û mîna kurdekî hatina dinyê dijwar e. Mîna kurdekî jiyîn dijwartir e. Mîna ronakbîr û nivîskarekî kurd xebatkirin dijwartirîn tişt e. Meriv çavê xwe di nav bindestî û bêgaviyên ku însanên normal tu carî najîn, vedike. Meriv gav bi gav, bi sebra Ayûbê pêxember, hewl dide ku bêgavî, yek bi yek, ji holê rabin. Nivîskarê kurd mecbûr e ku her tiştî, ji nû ve, ava bike; ziman, mijar, stîl, naverok, teknîk û hwd. Û heta xwendevan. Tiştê ku nivîskarên din ên cîhanê dikin, berdewamiya tradisyoneke edebî ye. Tiştê ku nivîskarê kurd divê bike, avakirina tradisyoneke edebî ya modern e. Ji ber vê yekê rewşa nivîskarê kurd ji rewşa hemû nivîskarên din ên cîhanê cihê ye. Xwedê tu nivîskarî nexe rewşa nivîskarê kurd!

Di destpêkê de rewşa min jî, kêm-zêde, weha bû. Lê ez dikarim bibêjim ku îro rewş hinekî guherî ye; kêmanî, zehmetî kêmtir in, tradisyoneke romana kurdî hatiye pê, zimanekî romanê derketiye holê, xwendevan çebûne û ya herî giring roman digihên dinyayê û dibin perçeyeke esasî ya edebiyata cîhanê. Kêmanî hê jî gelek in, lê ne mîna berê.

Herçî cîhana min a edebî ye, bêguman, ji do gelekî çêtir e. Berî nivîskariya xwe, ez xwendevan im. Ez ji tecrubeyên xwe dizanim, heta nivîskarê kurd nebe xwendevanekî baş, ew nikare berhemeke hêja jî biafirîne. Yek ji zehmetiyên kurdbûnê ev e; meriv ji zanîn û agahiyên herî bingehîn jî bêpar e, ewçend bêpar e ku meriv nikare li dibistanê bi zimanê xwe bixwîne û binivîse. Ji lewre eger nivîskarekî din, em bibêjin, li ser mijarekê deh tiştan dixwîne, nivîskarê kurd divê sed tiştan bixwîne û zanibe. Kûrahiyeke zanînê, hostahiyeke lêhûrbûne û jîrîyeke lihevanînê gelekî zarûrî ye. Di vî warî de, ez bawer im, rewșa min ji do zahf çêtir e.

Ez dixwazim, romana ku ez dinivîsim, bi her awayî, xweser û xwerû kurdî be. Eger romana min nikaribe rengên kurdî, bi pîvanên unîversel, bineqişîne û tahmeke taybetî bide xwendevanan, hingî, ji bo min, roman bi ser neketiye. Gava romana min bibe kopiyeke lawaz a romana zimanên serdestên kurdan erebî, farisî û tirkî, hingî tu maneya nivîskariya min jî namîne. Konseptên hunera romanê unîversel in, lê rengên wê herêmî ne. Ji lewre lehengên romanên min, însanên bêgav ên qedera yekgirtî û xirab a kurdî ne. Tevî ku ew, mîna şexis, mîna serpêhatî, ji hevûdu gelekî cihê ne, qedera wan yek e; bêgavî, jan, keder, hesret û hêvî.

Însanekî bêgav çi dike da ku karibe tora hesinî ya bêgaviyê bişkîne? Hesret, sirgûn çi ne û çi bi serê însanan tînin? Însanekî ku şikesteke xedar xwariye, çawan dikare dîsan rabe ser piyan, ji bo vê yekê çi dike? Jan û kedera însanên weha çi ne, jan û keder ji bo van însanên bêgav û ji bo însaniyetê çi îfade dikin? Ronakbîr, xebata ronakbîrî ji bo însan, gel û zimanên bêgav çi îfade dike? Ji bo însanên bindest hêvî çi îfade dike û ev celeb însan hêviyê çawan dijîn, çawan dikin beşekî esasî yê jiyana xwe ya bindest û bêçare? Ji destpêkê heta îro pirsên esasî yên romanên min ev in. Û lehengên min ku ji kategoriyên cihê yên civatê ne, xwediyê van pirsan in.


Fawaz Husên:

Erê tu “ez” di Tu û Mirina kalekî rind de bi kar tînî, gelo mirov dikare bibêje ku Mehmed Uzun xwe li paş lehêngen xwe dihêle an jî, bi tersê wê, lehengên wî xwe li paş wî vedişêrin?

Mehmed Uzun:

Pêwendiya nivîskar û lehengan, meseleyeke kevn a edebiyatê ye. Meriv nikare nivîskar û lehengan ji hev veqetîne. Di romana herî biyografîk de jî fîksiyon heye. Di romana herî fîktîv de jî deng, sî û rengên biyografîk hene. Roman, neynik e, neynika nivîskar, xwendevan, însan û însaniyetê. Hedefa romanê jî jixwe ev e, ekseke însanî, olaneke însanî, leylaneke însanî, neqşeke însanî. Di nav huneran de hunera herî însanî û şoreşger roman e. Ji Cervantes heta îro tarîxa romanê, bi serbilindahî, vê yekê nîşanî me dide; vejandin, nûkirin û vegotina destana însaniyetê. Çima? Ji ber ku lehengên çêkirî bi ders, tecrube û zanînên însanekî, yanî nivîskarî, tên pê û dijîn. Û di berhemên biserketî de leheng bi qasî nivîskarê xwe xurt û jîndar in û umrê wan, pirî caran, ji umrê nivîskarî dirêjtir e. Don Kişote, Anna Karanina, Karamazov, Faust, Esmeralda, Svanne lehengên weha ne. Flaubert ji bo lehenga xwe ya nemir weha dibêje, Madame Bovary? C’est moi…” Kî dikare bibêje ku Madame Bovary ne Flaubert e û bi qasî Flaubert ne xurt û jîndar e? Gava leheng dest pê dikin û dibin leheng, yanî dibin xwedî dengek, sûretek, qederek, êdî ew hew gotinên bêruh ên li ser kaxizan in. Ew êdî dostên herî baş, herî nêzîk ên nivîskar in. Nivîskar êdî wan, ji însanên herî nêzîkî xwe jî, çêtir dizane û dinase. Çaxa leheng weha dibe jîndar û xurt, êdî ew dest pê dikin û nivîskarî perwerde dikin. Herwekî ku Saramago di gotara xwe ya Nobelê de dibêje; leheng dibin mamostayên nivîskarî.

Herçi lehengên min in, ew hem ez im, hem jî dûrî min in. Ew, ez im; ji ber ku min ew afirandine û di jiyan, pêwendî, qeder û serpêhatiyên wan de şopên ders, tecrube û zanînên min hene. Ew, ne ez im; ji ber ku hinên wan, bi rastî hebûne û hinên wan jî xwe ji oda min a xebatê rizgar kirine û bûne hevalên bi deh hezaran xwendevanan. Yanî ew êdî xwediyê jiyaneke xweser in. Ez ji wan gelekî hez dikim, ji ber ku wan gelek tişt hînî min kirine û wan tahmeke taybetî daye jiyana min. (Ez hêvîdar im ku ew jî ji min hez dikin.) Pêwendiya min û wan, di ser her celeb hesab û kitêban re, pêwendiya herî baş, paqij û zelal a însanî ye. Ez nebûma, ew nedibûn, ew nebûna, ez nedibûm. Meriv divê, bi dil û can, lehengên edebî bijiî, wan têbigihê, xwe bigihîne deng, hîs û pejnên wan ku di kûrahiyên dil û ruhên wan ên nediyar de veşartî ne. Meriv divê lehengan jîndar bibîne û bihesibîne. Gilgamişê ku dikeve pey giyayê nemiriyê, Odyseusê ku piştî şerekî dirêj ê xwînxwar vedigere welatê xwe Itakayê, Ainedeyê ku welatê xwe Truwaya şewitî û hilweşiyayî li pey xwe dihêle û dere welatê xerîbiyê, Şehrezada ku şev li pey şevê çîrokan dibêje da ku dilê hukimdarekî xwînrêj nerm bike, Memê Alanê ku ji bo evîna xwe ya abadîn dere gorê, Şîrîna ku bûye semboleke qehîm a agirê evînê û gelek lehengên mîna van, ji bo min, însanên jîndar in û ew dostên min ên herî baş ên rojên min ên çê û neçê ne. Ez bawer im, ev evîn û heza mutlaq, yek ji şertên esasî ye ku meriv, bi xwe jî, bikaribe lehengên jîndar biafirîne.


Fawaz Husên:

Pêwendiyên te bi nivîsandina te re çi ne? Bi şêweyekî din, nivîsîn alîkariya te dike ku tu doz û aloziyên xwe bi xwe re û bi jiyanê re bixînî ser riya çareserkirinê?

Mehmed Uzun:

Belê, nivîsîn gelekî alîkariya min dike, bi her şêweyî, hertim. Carina ez dibînim û dibihîsim, hin nivîskar yan ronakbîr nivîsandinê bêfeyde, bêtesîr dibînin. Ji bo min nivîsandin, herweha xwendin, mîna nan û avê, perçeyekî esasî yê jiyanê û jiyînê ye. Em ji bîr nekin ku zimanê min ê zikmakî qedexe ye, yanî bi darê zorê, rê li dezgehên perwerdeyî, li nivîsandin û xwendina wî , hatiye girtin. Eger nivîsandin evçend girîng nebûya, çima desthilatên tirkan ê nivîsandina zimên qedexe bikirina? Ziman, ruhê însan û însaniyetê ye. Nivîsandin, şêweya herî baş a ragihandin û pêwendiya însanî ye. Navê ceribandineke min a dirêj weha ye; Berî her tiştî deng û kelam hebû… Di vê ceribandinê de ez çêla deng, gotin, vegotin û nivîsînê dikim. Ev haletên bingehîn ên însaniyetê ji bo min, ji bo kurdan ku zimanê wan qedexe ye, ji bo însan û însaniyetê çi îfade dikin? Tecrubeyên însanî nîşanî me dane ku hemû êrîşker û talankerên cîhanê, hertim, berî her tiştî, bala xwe daye hilweşandin û şewitandina kitêbxane û dezgehên xwendin û nivîsînê.

Ez ji bo şan, şoret, mal, milk û pereyan nanivîsim. Eger weha bûya, minê bi zimanekî din binivîsanda. Di nav zehmetî û bêgaviyên bêhejmar de, ez hewl didim ku zimanekî edebî yê romanê biafirînim, -ji zimanekî ku xwendin û nivîsandina wî qedexe ye. Mîna hemû kurdan birîn û kulên min jî kûr in. Bi alîkariya gotina kurdî ya qedexebûyî ez dixwazim birînên xwe biceribînim. Herweha ez dixwazim, dîsan bi alîkariya gotina bindest, birîn, jan, êş û kederên însanên bindest biqulubînim ser edebiyateke bedew. Bêguman li gora pîvanên universel ên edebî û bêyî ku ez bixwe biqulibim ser propagandîst û aktivistekî ajîtator. Navê romaneke Flaubertî L’Edication sentimentale e. Gotin, vegotin û nivîsandin ji bo min jî eynî tişt e; terbiye û perwerdayiya dil û ruh.

Fawaz Husên:

Di çarçewa wêjeyê de kamiranî, bextiyarî ji bo te çi ye?

Mehmed Uzun:

Di jiyana min de hin ji rojên min ên herî kamiran û bextiyar rojên 20, 21, 22yê nîsana 1998an bû. Hingî ez, piştî 21 salan, cara yekemîn, mîna nivîskar, çûm Diyarbekirê, bajarê qedîm ê kurdan ku mîna navenda herî girîng a çandî tê hesibandin. Ji bo îmzekirina kitêbên xwe, ziyaret û dîtina bajêr û xwendevanên min ên bajêr, ez li wir bûm. Bi hezaran xwendevanên min hatin kitêbxaneya Urartû ku min lê kitêbên xwe îmze dikirin. Roja yekemîn, bêrawest, min ji saet yekê piştî nîvroyê heta heştê êvarê kitêb îmze kirin. Bi kurdî û bi tirkî. Her celeb xwendevan li wir bûn, jin-mêr, kal-pîr, keç-xurt, xwendevan-karker. Berhem û romanên ku min li welatên gelekî dûr ên xerîbiyê afirandibûn, li wir, li ber destê xwendevanên min bûn. Min ew berhem, berî herkesî, bi zimanê wan, ji bo wan afirandibûn. Gotina qedexebûyî ku li sirgûnê hatibû afirandin, gihiştibû axa xwe ya qedîm Mezopotamyayê. Gotina ku tevî hemû qedexe, dijwarî, zor û zilmê, hertim, li her derî, herikîbû, gihîştibû çemê Dicleyê ku li kêleka me, ji hezaran salan û vir ve, mîna her carê, diherikî. Di wan rojên bihara pîroz de tarîxê careke din nîşanî me dida; ne zor û zulim, ne jî qedexe û sirgûn dikare zora gotina bedew bibe. Hêz û quweta gotina bedew ji hemû celeb hêz û quwetan xurttir e.

Germahî û ronahiya çavên xwendevanên min ên Diyarbekirê û yên din ku ji bajarên cîran hatibûn, wê rojê, rasterast gihîşte ruh û canê min. Her xwendevanekî min, li wir, ji bo min, Febûsekî nemir bû, ku jê şewq, ronahî, germahî, evîn û hêvî diçirusî. Febûsên min ku jixwe, bi ziman, tarîx, ders û tecrubeyên xwe yên sed, hezar salan nivîskariya min anîbû pê, hingî, li wê kitêbxaneyê û li dezgehên din ên çandî ku min ziyaret kirin, ez, ji nû ve, vejandim. Febûsên min, li wir, bêdeng lê bi şewqa çavê xwe, bi hêviya dilê xwe, diqîriyan; fermo, binihêrin, bibînin, zimanê ku we digot nîn e, tevîhev e, ne hêjayê tiştekî ye, îro, li vir, zimanê romanan e ku em dixwînin. Zimanê ku we gora wî kolabû, îro zimanekî rewan ê romanên nûjen e, -ku tê de çêla tarîxeke ku hûn înkar dikin, huwiyeteke ku hûn diperçiqînin, lehengên ku we kuştine, dane jibîrkirin, dibe. Hingî min ji xwendevanên xwe re weha got; “niha ez êdî bimirim an jî bêm kuştin ne xem e. Min ev roj jî dîtin…”

Bextiyarî ev e; gava tu gotina birîndar ji gorê derxî û wê biceribînî, tu bextiyar î. Gava tu zimanekî qedexebûyî ragihînî demeke nû û wî zimanî bigihînî texlîdên nû yên edebiyatê, mîna hunera romanê, hingî tu bextiyar î. Gava tu bi gotina birîndar berhemeke bedew ku çêla tarîxeke înkarkirî, lehengên jibîrbûyî, însanên perçiqî û rencîdebûyî dike, biafirînî, tu bextiyar î. Gava tu bibînî ku berhema te gihîştiye xwediyên gotina birîndar û ew bi dil û can lê xwedî derdikevin, tu bextiyar î. Gava tu bibînî ku berhema ku bi gotina birîndar hatiye hûandin, gihîştiye edebiyata cihanê û bûye perçeke esasî ya cîhanê, tu bextiyar î. Bextiyarî, ji bo însanê tî, firek av; ji bo însanê birçî, misqaleke nan; ji bo însanê xwediyê gotina birîndar, vejandina gotinê ye. Ez bindest hatim dinyê, heye ku ez bindest jî bimirim, lê bextiyar…

Fawaz Husên:

Di nav niviskarên ku di van bîst salên dawîn de ku bi kurdî dinivîsînin, tu yek ji yên ku herî cih girtî yî. Di baweriya te de ev ji çi tê?

Mehmed Uzun:

Gava min dest bi nivîskariyê kir, di serê min de hin pirs hebûn; çima edebiyata kurdî girtî maye? çima edebiyata kurdî bi tenê elementer e, bi tenê behsa derd û kulên kurdan, bi awayekî gelekî sade û rasterast, dike? Çima nivîskarên kurd nikarin şixulê xwe yê nivîskariyê bidomînin? Çima şêweyên modern ên edebiyatê di nav edebiyata kurdî de nîn in? Çima ziman, gotin, uslub, teknik nû nabe û naveje? Bi hemû nivîskarên nifşên berê re pêwendiya min hebû. Min ji Seyda Cigerxwîn ta Osman Sebrî bigire heta Mam Hejar û Hêmin ku niha êdî gorbehîşt in, didîtin û ez bi wan re dipeyivîm, min serê xwe bi nivîskarî û berhemên wan diêşand. Hemû jî însanên bêhempa, fedakarên yekta yên ziman û edebiyata kurdî bûn. Hemû jiyana wan bi xebat û lebata ziman û edebiyata kurdî derbas bûbû. Lê hemû jî gelekî lokalîk û ji dinyayê dûr bûn. Pêwendiyeke wan a xurt bi dinyayê, bi ziman û edebiyata dinyayê re nîn bû. Hemû jî hem nivîskar û şaîr û hem jî siyasetvan bûn. Û wan nikaribû, tu carî, ji ber rewşa kurdan, berdewamiyeke tekûz a nivîskarî û edebî bianiyana pê. Dersên ku min ji wan pêwendî û tecrubeyan derxistî ev bûn;
- Bi qasî cîhana taybetî ya kurdî, universalîzm
- Bi qasî derd û kulan, pîvanên edebî yên cîhanê
- Bi qasî zanîna ziman, çand û edebiyata kurdî, edebiyata Mezopotamya, Anadolî û cîhanê
- Bi qasî berhemeke hêja, berdewamiya berheman û nivîskariyê
- Bi qasî parastinê, nûkirin û pêşvexistin.

Ji destpêka salên 1980an û vir ve ku ez, li gora van dersan, dixebitim. Meraq, vekirîbûn, heyecana amatorekî, cîhanîbûyîn, xwendin, lêger, taqîbkirin, ji bo min, gelekî girîng in. Û berdewamî. Ji ber ku berdewamî tradisyonekê ava dike. Meriv dikare şaşiyan bike, kêmanî dikarin hebin, lê gava berdewamî hebe, hingî giraniyeke hêja jî tê pê. Mekanên jiyana min edebiyat e, nerînên jiyana min, eger meriv bixwaze bi gelemperî bibêje, humanîzma ye. Ez berhemên xwe bi van konseptan dihûnim. Gelek kes rexne li min digirin û dixwazin min ne di mekanên edebiyatê de, lê di hin mekanên din de bibînin. Lê hingî ez ê nikaribim berdewamiyekê bînim pê û berhemên xweser ên edebî ava bikim. Gelek kes dixwazin min mîna alîgir û berdevkê hin nerînên din bibînin, lê hingî ez ê nikaribim yekîtiya tekûz a kurdayetî û universalîzmê bînim pê û di ser hemû pêwendiyên rojane de, berhemên edebî biafirînim. Li dinyayê tu berhemeke giranbiha bêyî ked û xebatê nayê pê. Heta meriv bi şixulê xwe ve nebe yek, tu tişt bi giranbihayî ava nabe.

Fawaz Husên:

Di baweriya min de, tu cihekî taybetî didî romana xwe ya sisiyan Siya Evînê. Eger ew li ber dilê te şîrîntir be ji yên din, gelo sedem ê çi be?

Mehmed Uzun:

Ez nikarim bibêjim ku Siya Evînê li ber dilê min, ji yên din, şîrîntir e. Lê bêguman Siya Evînê xwediyê cihekî taybetî ye. Zimanê wê ji romanên min ên din cihê ye. Min hewl da ku ez wê mîna şihîreke nesîrê (prose-poésie) binivîsim, gelekî zelal, tekûz û bi uslubek ku rasterast xwe digihîne dilê xwendevanan. Li milê din mijar, tarîxeke alternatif a înkarkirî ye. Tarîxên resmî yên navçê ne weha ne. Bi gotineke din, meriv dikare bibêje ku Siya Evîna tarîxa bindest û jibîrbûyiyan e. Memduh Selîm, merivekî jibîrbûyî yê kurd bû. Serpêhatiyên wî ku di romanê de salix dibe, hema çi bigire mîna jêrenotekê jî di tarîxen resmî de cîh wernagire. Di romanê de drameke însanî, evîneke gelekî kûr û trajîk û berberiyên ruhî yên ronakbîrekî têkçûyî heye. Evana hêzeke mezin didin romanê û romanê dikin hem romaneke xweser a kurdî û hem jî universel.

Û ya herî girîng, Siya Evînê, tevî Bîra Qederê, romana sirgûnê ye. Sirgûn, welatê xerîbiyê temayên esasî yên edebiyata cîhanê ne. Meriv dikare bibêje ku edebiyata cîhanê li ser temaya welatê xerîbiyê ava bûye. Gilgamiş berê xwe dide welatên xerîb, Îbrahîm û Yûsif derin welatê xerîbiyê, qralê Itakayê Odyseus li welatekî xerîb şer dike û bi hesreta welatê xwe, vedigere warê bav û kalan, Aeneis dest ji welatê xwe yê şewitî berdide û dikeve ber pêlên welatên xerîb, Don Kîşot li welatên nenas digere. Edebiyata modern jî li ser vê şopa bingehîn a edebî hatiye avakirin; Joyce Ulyseus’a xwe li welatekî xerîb, li gora tradisyona Homeros, Broch Mirina Virgilius, li gora tradisyona Virgilius, li sirgûnê, Mann romanên Yusif, li gora tradisyona Tewrat, Încîl û Goethe, li welatekî gelekî dûr, dinivîse. Û hîn bi sedan mîsalên weha yên hêja ku li sirgûnê hatine pê. Ovidius ku li sirgûnê, qiraxên Derya Reş, ku “bi pêlên xedar ên hov hêç dibe”, di nav tenêtî û bêçaretiyeke bêpayan de dimire, di berhema xwe Tristia ku li sirgûnê dinivîse de weha dibêje; “ez, sirgûnê milê din ê cîhanê, dê bi gotina xwe, tola xwe hildim, gotina min ê bibe nemir, ji Rojhelatê heta Rojavayê…”

Kurd, perçeyekî tradisyona sirgûnê ne. Tevî ku wan hê ders û tecrubeyên xwe yên welatê xerîbiyê nequlipandine ser huner û edebiyatê, xwedî tarîxeke kevn a sirgûnê ne. Heta van demên dawîn, ez jî nivîskarekî sirgûnê bûm. Mîna Memduh Selîm. Memduh Selîm, Odyseusekî hevdemî ye. Siya Evînê jî, em dikarin bibêjin, helqeyeke nû û kurdî ya tradisyona edebiyata sirgûnê ye. Ez di ceribandina xwe Welatê Xerîbiyê de behsa pêwendiya edebiyat û sirgûnê dikim. Siya Evînê, encameke vê pêwendiya kesertijî, lê di eynî wextî de hêvîtijî ye. Û tiştê ku min, niha, bextiyar dike, ev e; Siya Evînê xwe, bi rengên xwe yên taybetî, digihîne hemû cîhanê. Ew bi tirkî, erebî û almanî weşiyaye. Ew ê bi fransî, norwecî û swêdî biweşe.



Fawaz Husên:

Tu di Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê de tradisiyona dengbêjên kurdan zindî dikî û bi şêweyekî wêjeyî radixînî, berdewam dikî. Paşê mijara dengbêjan di pirtûka te ya bi swêdî Granatäppelblomning (Kulîlkên henaran) de vedigire. Gelo çima dengbêj li ber dilê te ewqas girîng û şîrîn in?

Mehmed Uzun:

Dengbêj, hosteyên deng û kelamê ne. Deng û kelam jî, şixulê nivîskarekî ye. Eger ev nivîskar, nivîskarekî kurd e, hingî pêwendiya deng, kelam û nivîsandinê hîn girîngtir e. Ji ber ku kelam û gotina kurdî qedexe ne. Di hemû tarîxa kurdan de, yek ji tiştên ku kurd dikarin herî zêde pê serbilind bin, hunera dengbêjiyê ye. Bi xêra dengbêjan e ku kurd xwediyê zimanek, tarîxek û hafîzayekê ne. Bindestiya kurdan, ne meseleyeke îro ye. Kurd tu carî nebûne xwediyê dewleteke yekgirtî û tekûz, tu carî ziman, çand û edebiyata xwe ya nivîskî bi pêşde nexistine. Û ew hertim di bin nîrê xerîban de jiyane. Lê belê tevî vê yekê zimanê kurdî hê jî xurt û jîndar e. Çima? Ji ber ku dengbêjên kurdan hebûne. Hunereke mîna dengbêjiyê, hertim, di nav kurdan de xurt bûye. Hemû kurdên roja me, nemaze nivîskar, gelekî deyndarê dengbejan e. Eger dengbêj nebûna, hunera wan heta îro nehata, ne zimanê kurdî dê evçend xurt bûya û ne jî nivîskarên kurd ê bikaribûna bi kurdî binivîsandina.

Rewşa min jî, kêm-zêde, weha ye. Gava min dest bi nivîskariyê kir, li ber min zimanekî kemilî yê hunera romanê nîn bû. Ev ziman, hêdî hêdî, ava bû. Di avahiya vî zimanî de sê hîmên esasî hene; zimanê edebiyata klasîk a kurdî, zimanê xelkê ku zimanê rojane yê civata kurdî ye û zimanê dengbêjan. Zimanê klasîkan û zimanê xelkê bi qasî zimanê dengbêjan ne xurt û zelal in. Di zimanê klasîkan de bandora farisî û erebî gelekî zêde ye. Zimanê xelkê jî, mixabin, gelekî jar e. Lê zimanê dengbêjan mîna lehiyeke biharê diherike, zelal, xurt, dagirtî û bi xusûsiyetên kurdî tijî. Ne kurd û ne jî nivîskarên kurdan divê tu carî vî zimanî ji bîr nekin. Û riya avakirina zimanekî bedew ji zimanê dengbêjan derbas dibe. Li milê din jî jiyana dengbêjan gelekî balkêş e. Min di ceribandina xwe Berî her tiştî deng û kelam hebû de behsa hin dengbêjan kiriye; Apê Qado ku xismê min bû, Evdalê Zeynikê, Ehmedê Fermanê Kîkî, Rifatê Darê û hinên din. Lê mîna van bi sedan, hezaran dengbêjên din hene ku xwediyê ders, tecrube û jiyanên gelekî balkeş in, -ku dikarin bibin mijarên edebî. Em divê ji bîr nekin; edebiyateke nûjen bi xêra rabirdûyê tê pê. Bi gotina Eliot, modernîzm li ser hîmê tradisyonan ava dibe.

Li pey romana Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê fikrên weha hene. Lê roman, ne biyografiya Evdalê Zeynikê ye, ji bervajiyê, fîktîv e. Armanc, bi zimanê dengbêjan, nivisîna romaneke hunera dengbêjiyê bû. Teknîka romanê jî modern e. Di warê zimên de diviya min ev celeb uslube jî biceribanda. Û bi wasita romanê diviya min hunera dengbêjan berpêşî kurdan, cîranên kurdan û cîhanê bikira.

Fawaz Husên:

Rexne li te dibin ku tu bêtir dengê arîstokrasiya kurdî pêşkêşî xwendevanên xwe dikî. Malbata Bedirxaniyan di Siya Evînê û Bîra Qederê de û di piraniya nivîsên te de ne. Lê belê di Tu yê de, di Mirina Kalekî Rind, di Ronî mîna evînê, Tarî mîna mirinê de tu behsa jiyana xwe, an jî kesên corbecor û sade dikî. Bersiva te ê çi be li hemberî van rexneyan?

Mehmed Uzun:

Ez ne nivîskarê çîneke civatî yan jî kategoriyeke civatê me. Ez xwe aîdê tu çîn, kategorî, rêxistin û îdeolojiyên rojane nabînim. Eger behs were ser aîdiyetê, ez dikarim bibêjim ku ez aîdê bindest û bêgavan im. Di nivîskariya min de hîmê herî esasî ev e; salixdana bindestî û bêgaviyê, taswîrkirina jan, keder û hêviyê, vejandina haletê ruhî yê mazlûman. Kurd, tevî hemû çînên xwe, bindest in. Arîstokrat, xwende û ronakbîrên kurdan ji mensûbên din ên civata kurdî bêtir bindest in. Ji ber ku ew bêtir bîr bi nîrên bindestiyê dibin û li hember bindestî û bêgaviyê dilebitin. Ew li ber xwe didin, têdikoşin, tên kuştin, bi dar ve dibin, di zîndanan de dimînin, mecbûrî sirgûn û welatê xerîbiyê dibin, di nav tenêtî, neçarî û zîziyeke bêpayan de, bêkes, bêdeng, dimirin. Romanên Siya Evînê û Bîra Qederê, romanên ronakbîrên bindest û bêgav in, romanên jan, keder û hêviyê ne. Ev roman, du helqeyên trîlojiyekê ne. Romana sisiyan hê nehatiye nivîsîn. Min hêvî heye, piştî pênc, şeş salan, romana sisiyan jî binivîsim û trîlojiyê xelas bikim. Navê trîlojiyê Trajedî ye. Trajediya ronakbîrên bindest û mazlûm.

We romana Siya Evînê wergerandiye fransî û hûn ji herkesî bêtir pê dizanin. Di Siya Evînê de xirabî û însan, hez û quwetên xirab ne diyar in, lê tevî vê, di hemû romanê de siya xirabiyê û keder û janeke vekirî heye. Olanekî bêdeng ê bindestî û mazlûmiyê heye. Herweha di Bîra Qederê de jî ev yeka hanê heye. Li gora min, meriv divê bindest û mazlûman, ji çi welatî, çînî, baweriyê dibe bila bibe, bibîne, dengê wan ê perçiqi seh bike, guh bide wan û piştgirtiya wan bike… Di edebiyata cihanê de, ji bo min, yek ji lehengên herî balkêş ku li ber dilê min gelekî ezîz e, Hektor e, kurê qiralê Trowayê Priamos û Banû Hekabeyê ku welatê xwe, bajarê xwe Trowayê, gelê xwe, mal, jin û zarokên xwe, bi keser, jan û hêviyeke mezin, li hember êrîşen êrîşkeran şer dike. Û Hektor ku ne sebebê şerî ye, lê ji ber rewşê di nav şerî de ye, ne ji bo xwe, ji bo welat, gel, bajar, jin û zarokên xwe, bi berpirsiyareke mezin, dixebite, têdikoşe, dikuje, lawa dike, li hev tîne, bi rê dixe û dawiya dawîn, li hember Alciliyûsî têk dere û tê kuştin. Tevî ku ew kurê qiralî ye û jê re Astyanaks (mîrê bajêr) tê gotin, Hektor mazlûm e. Bêgaviyê dor li wî girtiye, bindestî li her deriyê wî ye, rizgarî jê dûr e, lê tevî vê yekê, ew li ber xwe dide.

Şopên Hektorî di hemû lehengên romanên min de hene. Memduh Selîm, Celadet Alî Bedirxan û yên din, heye ku, Hektorên dema me ne. Jan û kedera însanî abadîn e, mîna do, îro jî berdewam e. Hêvî, arzû û xwestekên însanan ên serfirazî û bextiyariyê, îro jî, mîna rojên Hektorî, xurt in. Edebiyat, mîna do, îro jî, bi xurtî, divê çêla jan, keder û hêviyê bike.


Fawaz Husên:

Bi saya gotinan tu dixwazî li tiştekî an li kesinan tesîr bikî? Lehengên te, erê, kesine ji gelê kurd in, lê tu wan mezin dikî, tu dixwazî ku ew mezin bin, wek mirovên azad bijîn. Gelo baweriya te tê ku nivîskar dikare bi wêjeyê tiştekî biguherîne? Tu xwe wek nivîskarekî “engagé”, bi pirsekê girêdayî, dibînî?

Mehmed Uzun:

Bêguman, ez nivîskarekî angaje me. Zimanê min ê zikmakî qedexe ye, huwiyeta min bindest e, tarîxa min bervajî bûye, heyîn û çanda min asîmile dibe. Ji bo huwiyet û angajmana xwe ez ketime zîndanan, min ceza xwariye, ez mecbûrî sirgûnê bûme, li welatê xerîbiyê mame, panzdeh salan venegeriyame welatê xwe. Li dadgehên serdestan jî, hakîm û sawciyên ku berdevkên serhişk ên îdeolojiyeke neînsanî bûn, li hember min, bi qîrîn û haqaret, îdia kirine ku zimanê kurdî nîn e, bi tenê pênc, deh gotinên “vî zimanê peregende” hene. Nivîskarekî ku di vê rewşê de ye û ev tişt hemû dîtine, bivê-nevê, angaje ye.

Lê belê angajmana min, edebî ye, ne siyasî û îdeolojik e. Ji bo vê yekê gelek kurd jî rexne li min digirin û dixwazin angajmana min hîn firehtir be. Lê mixabin em di dema Hektor û Akiliyûs de najîn ku xweda werin alîkariya me û em jî mîna kesên nîvxweda, xwe bi her derî bigihînin. Her tişt li gora qayideyên xwe tên pê, her huner li ser “axa xwe” hêşîn tê. Angajmaneke politîk jî gelekî pêwîst e, lê hingî meriv divê bizanibe ku berhemeke hêja ya edebî nayê pê. Propoganda û xebatên welê jî, ji bo kurdan, zarûrî ne, le ew ne edebiyat in.

Cîhana min edebiyat e, jiyana min afirîna berhemên edebî ye. Ez bi edebiyatê, bi gotina bedew a edebî gelekî bawer im. Gotina edebî tesîr li ruh û dilê însanan dike, cîhana wan firehtir bihîstiyarên wan bêtir însanî dike. Gotina edebî dimîne, ya rojane ya her celebê winda dibe. Gotina Ovidius ma, ya Agustus çû. Gotina Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran ma, ya mîr û begên kurdan û siltan û paşayên osmaniyan çû. Gotina Hitlerî çû, ya malbata Mann ma. Mîsal bi hezaran in. Di destpêkê de gotin, ji bo însanan, hate afirandin, vegotin dîsan ji bo însanan bû. Îro jî weha ye. Ez di ceribandina xwe Berî her tiştî deng û gotin hebû de dibêjim; gotina edebî, kelama însanî, stirana gelêrî dikare bibe merhem ku pê birînên hizin û kederê dicebirin.

Gulan 1999


--------------------------------------------------------
Fawaz Husên - fawazhussain@wanadoo.fr - Kulturname