Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Serdema fêrisan çû, lê belê hêjî keç di xewna fêrisan de ne.
2013-10-12 14:54
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
— Di destpêka sedsala dozdehê de gelek fêris li deşta gundekî li bakurê Fransayê kom bûn. Fêrisan xwe li du grupên cuda parve kir û paşê pêşbirkeyê destpê kir. Pêşbirkeyê bi rojan berdewam kir, heçiyê ko qezenc kir dest danî ser mal û milkên yê têkçûyî.

Hejmara fêrisên (şovalyeyên) ko beşdarî pêşbirkeyan dibûn her ko diçû zêde dibû, pêşbirkeya fêrisan deng veda, bû tradisyonek û li seranserê Ewropayê belav bû. Fêrisan bi dijwarî şer dikir, di encamê de gelek caran kuştin jî çêdibû.

Kombûna hejmareke mezin ya fêrisên çekdar li heman cihî tirs diêxist dilê qiralên Ewropayê de, ew ji serhildanan ditirsiyan. Qiralên Ewropayê bi hev re biryar da ko êdî ti pêşbirkeyên şerî bêyî destûra wan amade nebin. Kesên ko li dijî biryarê derketin bi cezayên giran hukim bûn.

Dêrê jî piştgirya biryara qiralan kir. Fêrisên ko di pêşbirkeyan de dihatin kuştin êdî ne li gor tradisyonên krîstiyanan dihatin veşartin. Fêrisan şert û mercên pişbirkeyan guhert da hêdî hevdu neêşînin û kuştin çênebe, wan destpê kir ko bi şûrên kuh li hember hevdu şerî bikin.

Di sîstema feodalîzmê de li Ewropayê desthilata malbatên esilzade zêde bû û tixûbên welatan belî bûn, lê belê di pratîkê de sînorê desthilata qiralan ji qesrên wan û hinek erda derdora qesran dûrtir nediçû. Li Fransayê tenê herêma”Île-de-France” di bin kontrola qiralî de bû, ew jî herêmeke biçûk e: bajarê Parîsê û hinek erda derdora wê ye.

Hêza desthilata herêman gelekî ji ya desthilata merkezî xurttir bû. Baron, dûk, kont û mîrên feodalîst herêm bi rê ve dibirin. Dadgeh û hemî desthilatên siyasî û ekonomîk jî di destê hakimên herêmî de bû. Her herêmekê wekî welateke serbixwe ordiyên leşkerî ko ji hezaran fêrisan pêk dihat hebû. Vê rewşê li Ewropayê zêdetirî çarsedsalan dewam kir.

Ottoyê yekê ko wekî “Otto I Wittelsbach” (1117–1183) dihat bi nav kirin û dûkê herêma Bavariya ya Elmanyayê bû yek ji fêrisên qiral Friedrich I Barbarossa bû. Ottoyê yekê di taliya sedsala dehê de karî zora dûkên herêmên dî bibe û hikûmeteke merkezî ya xurt ava bike. Lê belê dûkên herêman li dijî wî xwe kirin yek û dîsa şerê wî kirin. Ottoyê yekê têkçû û desthilata wî gelekî dewam nekir.

Piştî hingê li Elmanyayê û li Italiyayê rê ji avakirina desthilatên merkezî yên xurt re venebû. Heta despêka sedsala nozdehê jî hêj axa herdu welatan di navbera herêman de parçe bû. Çi cara ko desthilateke merkezî li hinek deran ava dibû, ji aliyê desthilatên herêmî ve şerê wê dihat kirin. Dûkên feodal bi sedsalan ji milekî ve bi dijwarî şerê hevdu dikirin û ji milekê dî ve li hemberî hikûmetên merkezî şer dikirin.

Desthilatên merkezî yên xurt cara yekê di sedsala çardehê de bi pişgirî û arîkariya xelkê bajaran li Fransayê û Ingiltereyê ava bûn. Şer û dubendiyên herêman rê li ber ticareta xelkên bajaran girtibû, rewşa wan ya aborî pir xerab bibû, lewra bajariyan biryar da ko digel hikûmetên merkezî şerê dûkên herêman bikin. Desthilatdarên herêmî şikestin û aştî û ewlekariya ko xelkê bi salan wenda kiribû hêdî hêdî paşde vegeriya.

Mirovê xwedî desthilat qedrê fêrisên xwe baş dizanî, ji ber ko hebûn û berdewamiya desthilata wî bi hêza fêrisî ve grêdayî bû. Fêris ne tenê desthilata wî diparast lê belê cihê baweriyê bû ko dema desthilatdarê wî ji mala xwe dûr diket malbat, zarok, û hemî kes û karên wî jî bi hêviya fêrisî ve dima.

Fêrisê ko li gor urf û adetên civatê tişteke ne-di-rê-de kiriba, herçend şaşîtiyeke biçûk jî bûya berî ko wî ceza bikin, li hember xelkê şûrê wî jê distandin û ji mertebeya fêrisiyê dianî xwarê.

Dema ko mirov berê xwe dide lêkolînên zanyarê rûs Vladimir Minorsky yên di heqê axa, beg û mîrên kurdan de rewşa ewropiyan ya dema fêrisan û serdemên navê têt ber çavên mirovî. Wekî ko dîrokê careke dî xwe bi awayeke dî dubare kiribe. Minorsky behsê dike ka mîran çawa gund vedigirtin. Her mîrekî hêzeke leşkerî jî hebû, milkê xwe bi şerên bi eşîrên dî re berfereh dikirin. Leşkerên mîran fêris bûn. Şerên nêvxweyî di nêv eşîrên kurdan de bi biryara mîr, beg û axayan bû.

Lêkolîner û dîrokvanê navdar Basil Nikitin grêdanekê di navbera fêrisbûnê û kesayetiya mirovê kurd de dibîne. Nikitin dibêje kurd ji kevin de fêris bûn, lewra sifetên wan jî yên fêrisan in. Nikitin behsa tradisyonên kurdan yên kevin û ka çawa gencên kurdan cejn û şahiyên xwe bi pêşberkeyên “cirîdbaziyê” pîroz dikirin dike.

Nikitin behsa cihê qedirbilind yê jinan jî di civata kurd de dike. Kurdan ji kevin de qedrê jinên xwe girtine, ew jî yek ji sifetên fêrisan e. Di urfên fêrisan de ne mêranî ye ko zelamek destê xwe li jinekê bilind bike.

Lêkolînerê ermenî Xaçatûr Abovyan sala 1845-ê diçe Kurdistanê û di nav kurdan de dijî. Abovyan behsa paşayekî kurd ko di şerî de êxsîr bûye dike. Abovyan dibêje dema “Hafiz paşa” êxsîr bû pir îşkence lê hat kirin, lê belê qet qebûl nekir ko li hevalên xwe mukir bêt.

Dema ko îşkenceyê tesîr li helwêsta Hafiz Paşa nekir hewl dan ko wî bi serokatî û rêberiya deverekê tima bikin, hingê Hafiz Paşa got “rêberê kurd yê jidil, rêberî û xizmeta miletê xwe dike”. Hafiz Paşa di bin îşkenceyê de mir bêyî ko serê xwe ji dijminên xwe re niviz bike.

Abovyan bi dûrûdirêjî pesnê merdî, wefadarî û mêraniya miletê kurd dide û dibêje “kurd fêrisên rojhelatê ne”.

Di dîrokê de ti caran rojhilatê û rojavayê bi hev re hewqasê rêza serdarekî negirtine bi qasî ko rêza serdarê kurd Selahedînê Eyûbî girtine. Dijminên wî jî nedikarî çavên xwe li hemberî exlaqê wî yê bilind, mêrxasiya wî ya bêsînor, dilovanî û merdîtiya wî vekin. Heta îro jî ewropî Selahedînê Eyûbî wekî fêrisekî centîlmen bi bîr tînin.

Dema ko Selahedînê Eyûbî bajarê Yafayê dorpêç kir, herçend hêza qralê Brîtanyayê Richardê Dilşêr lawaz jî bûbû wî cardî jî da pêşiya fêrisên xwe û şer kir. Selahedîn bû heyranê mêraniya wî. Di şerî de hespê Richardê Dilşêr birîndar bû û ji ser pişta hespê xwe ket. Derfet ket destê fêrisên Selahedînî de ko Richardê Dilşêr bi hêsanî bikujin lê belê Selahedînî îşaretek da fêrisên xwe û şer sekinand. Ji bo ko qralê Brîtanyayê bikare bi rikeberên xwe re bi serbilindî şerî bike Selahedînê Eyûbî sê hespên xwe wekî diyarî dan Richardê Dilşêr.

Selahedînê Eyûbî dema ko Orselîm (Quds) vegirt rê da krîstiyanan ko li Orselîmê bimînin bêyî ko ti zerer bigihî wan. Yên ko xwestin biçin jî bi saxî û selametî zêr û tiştên xwe yên giranbiha bi xwe re birin bêyî ko malê wan talan bibe.

Kurdan hertim comerdî û diristî bi cîranên xwe û xelkên dorûbera xwe re kirine. Digel wefadariya xwe mixabin ko kurdan hertim xiyanet û xapandin ji cîranên xwe dîtine.

Di sedsala pazdehê de tifing di şerî de bi kar hat, êdî pêwîstî bi sîlehên fêrisan nema. Fêrisbûn bû statuyeke civakî, çawa li rojhilatê mirovên nêzîkî desthilatê bûn axa, beg, mîr û mîrzade weha jî li Brîtanya û derên dî yên Ewropayê mirovê ko bi wefadarî xizmeta desthilatê dikir, tîtla fêrisbûnê werdigirt.

Fêrisan şûr û mertalên xwe danîn. Wêneyê firêsan di çavê xelkê de wekî kesê merd, wefadar, mêrxas, gotinyek û kesê ko xiyanetê li pêbawerên xe nake neqişandî ye.

Lewra di xeyala her keçekê de hevjînê paşerojê fêrisek e. Xewna tradîsyonel ya keçekê ew e ko fêrisekî comerd wê bixwaze, li pişt xwe li hespî siwar bike û biçe: hingê miradê wê pêk têt, ew êdî ewle û bextewar e.

Serdema fêrisan çû, lê belê hêjî keç di xewna fêrisan de ne.

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com - NEFEL