Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
sed sala 21ê ye qijikê!! facebooka Hetoyê şivanê gundê me wêneyê beranek qerqaş li ser e!?
2013-10-21 10:38
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com
Ez çi bêjim ?
nazika dilber şirîn
ber bi kû biçim hesret û derd û birîn
xal û xet gerden bi qazê
ey şepala dil revîn
dil nema hêvî nema
ber ku dernamê derew
ew xala reş ser gerdenê
pêkêşkê wan şirketên roj û romel
zirtikê bûkîniyê..!
xwarina me 100 pere
ew kilên çavê te
û forsa derew
sed ne lo çarsed pere
bêxwedan qîzên cîrana
hindî zanim por reş e
min duhû dît pora zer xemla giran
ey pepûka bar dêran...
**

Ez çi bêjim ?
tu çil ne çar çil kîlo
lê cilê te , te dike çarde kîlo
hewşa mala hecî kako dawet e
dî nebe, bab jî nas nake keçê
poza fato wek sela
doxtorek nû hatiye wê taxa me
min duhû dît , poz kiriye wek zipê
sed sala 21ê ye qijikê
face booka Heto şivanê gundê me
wêneya beranek qerqaş li ser e
ez çi bêjim jinmama xwe ya dêran
hebê didan eşê de mirîşkê xwe ?