Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Abdullah Keskin: ‘Çanda erebî li Şerqê çandeke bingehîn e’
2013-10-21 11:01
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Hevpeyvîn: Heysem Husên- www.aljazeera.net-
Wergerandin ji erebî: Jan Dost


Hezkirina dengê Um Kelsûm û mûzîka erebî bi tevayî, şopa xwe di xebata nivîskar û weşangerê kurd yê Tirkiyeyê Abdullah Keskinî de hişt. Vê yekê roleke girîng di meyldariya wî ya bal bi kultura erebî de lîst û wî hin berhem hilbijartin da ku wan bi xwendevanan li Tirkiyeyê bide nasîn.

Abdullah Keskin, weşanxaneya Avestayê sala 1996an li Stembolê damezrand. Ew yekemîn weşanxaneya kurdî bû ku ruxseta fermî li Tirkiyeyê werdigire. Vê yekê herifînek di mentelîteya hişk û tundrew de pêk anî, her weha wê pirek ava kir da ku zêdetir pêwendî û tesîra hevpar a herdu çandên kurdî û tirkî hebe bêyî ku yek yekê dûr bixe, yan kêm û bênirx bibîne yan jî yekê di ser ya din re bibîne. Paşê wî xeleka guhdan û xebata xwe firehtir kir û karê wergerandinê jî kir, ji hivdeh zimanan pirtûk wergerandin ku erebî cihekî wê yî girîng di nav de hebû.

Di sikakeke ku diçe ser kolana Istiqlalê a navdar li Stembolê de, û li nêzîkî meydana Teqsîmê ya dîrokî Abdullah Keskin xebata xwe ya ku bi salane dest pê kiriye berdewam dike. Al Jazeera.net ew dît û ev hevpeyvîn li gel wî pêk anî:

Sazkirina te ya Avestayê gavek girîng bû ber bi formek nû ji hevpêwendî û diyaloga di navbera herdu kulturên tirkî û kurdî de, tu dikarî ji me re behsa destpêkê û astengiyan bikî?

Abdullah Keskin:
Ji ber ku min edebiyata tirkî xwendiye û ez mijûlî çanda kurdî û tirkî me, her weha ez gelek giringiyê didim sazkirina çarçoveyên pêwendiyên kulturî, min hewl da ku bingehin çandî saz bikim da ku em bikaribin li ser ava bikin û mesafeyan nêzîk bikin. Dema ku sala 1992an qedexe ji ser zimanê kurdî rabû, min edîtoriya rojnameya Welat kir, her weha min alîkariya derxistina hinek kovar û projeyên çandî kir ku ji bo gelek sedeman berdewam nekirin. Paşê min biryar da ku ez dest bi projeya xwe bikim ku wê demê digotin ew talûkeyek e ji ber ku hîn pirr astengî û serêşî di riya me de hebûn.

Lê mîna hezkiriyekî wêjeyê min xwest jêdera hezkirina xwe bigihînim kesên din jî, min xebat kir ku nameya xwe bigihînim dawiyê, ewa ku hewl dide herdu çandên kurdî û tirkî ber bi hev ve bibe. Wê demê zêde guh li zimanê kurdî nedibû, ew zimanekî qedexe bû û nivîsandina pê jî zor û zehmet bû. Ez ji bêgavî bûme weşanger, min her astengî dane ber çavên xwe: hepis, qedexe û zordarî. Min xwe da nav û çar pirtûk çap kirin. Ew bûn destpêka karê me û berdewamiya karê me.

Destpêk rastî jî bi talûke bû û metirsî hebûn. Piştî ku min ruxset wergirt, gelek doz derheqê me de vebûn (bêtirî bîstan). Ji me re serêşî derdixistin û kitêbên me qedexe dikirin. Peyvên mîna kurd û Kurdistan qedexe bûn, lê piştî sala 2007an ev qeyd û bend hinekî sist bûn û hema hema zext li ser me nema. Lê me curm û cezayên xwe ku dirav û heps bûn, dan.

Piştî hivdeh salan ji belavbûn û berdewamiyê hûn çawa li gava xwe ya yekem dinêrin?

Abdullah Keskin:
Di bala me de tesewwureke mezin hebû, loma jî me berhemên xwe pirrengî û pirmijarî kirin, di siyasetê de, wêjeyê de, felsefeyê û ji xeyrî wê jî. Ev bêtirî deh salan weha çû paşê êdî nasnameya weşanxaneyê û armanc û meylên wê xuya û zelal bûn û me êdî giranî da çand û edebiyatê. Me ji hivdeh zimanan pirtûk wergerandine zimanên kurdî û tirkî. Para edebiyata erebî ne hindik bû. Me guh da wêjeya cîhanî û ya nûjen û me di tirkî de rêzweşanek saz kir bi navê (Bayê Şerqê) ku ew taybet e bi wergerandina wêjeyên modern ên rojhilatî li zimanê tirkî. Her weha me rêzpirtûkên akademîk û rojhilatnasî û felesefî jî weşandin. Her weha em bi hin zimanên din jî ji bilî tirkî û kurdî berheman çap dikin, mîna fransî û ingilîzî. Em her û her hewl didin ku xebatê firehtir bikin.

Cihê edebiyata erebî di nav weşanên we de çi ye û heta kîjan radeyê wergerandin ji erebî karibû kulturan nêzîkî hev bike?

Abdullah Keskin:
Edebiyata erebî edebiyateke kevnare ye, çanda erebî jî çandeke dewlemend û ji mêj de xwedan roleke mezin e. Ez li vê çandê mîna ku ew çanda min e dinêrim, ew handeke girîng e ji bo rojhilatê û tevayê dinyayê jî. Mîna ku tê nasîn her cografyayek û tarîxek û milletek xwedan kesayetî û nasnameyeke cuda ye. Di piçûkaniya xwe de min Qurana pîroz xwend, li herêmên me yên li ser sînorî me li kanalên Sûrî û Iraqî guhdarî dikir. Min mûzîka erebî guhdarî dikir, wê mûzîka ku tesîr li avakirina ruhiyeta min kir. Dengê Ûm Kelsûm pirr bala min kişand, her weha sitran û dengê Feyrûzê jî. Wan hişt ku ez bi aliyê çandî ve werim girêdan û bêtir guh li wê çandê bikim. Min hewl da tiştê ku divê li tirkî û kurdî were wergerandin, wergerînim. Min bala xwe dayê ku di kitêbxaneya tirkî de valahiyeke mezin heye ji alî berhemên çanda erebî ve. Ev xaleke negatîf e dibe jî ku di koka xwe de vedigere wê nêrîna ku gelek tirk pê li çanda cîranan dinêrin, ew cîranên ku berê bindestê imperatoriya osmanî bûn. Ew mîna çandeke rojhilatî li wan dinêrin, çiku her cihek / kesek rojhilatekî (şerqekî) xwe heye.

Xaleke din jî di warê wergera li tirkî de: Ewropa pusula (qiblenameya) wergerandinê ye û hema nivîskarek, şairek li Ewropayê navdar dibe, balê dikişîne ser xwe û riya xwe digihîne çanda tirkî û tê wergerandin. Ev yek ji şaşiyên ku em dikevinê li Tirkiyê. Em ê ereb di riya kesê din ê dûr re nas dikin. Me ev rewş mîna pirsgirêkekê dît û me hewl da ku vê klîşê bişikînin, qeydên ku hene rakin û me berê xwe da hin pirtûkê bijartî di wêjeya erebî de da ku wergerînin. Di rêza (Bayê Şerqê) de me hin pirtûk li tirkî wergerandin, ji wan (Bîrmendiyek ji bo jibîrkirinê) ya Mehmûd Derwîşî, û (Li Beyrûdê derya nîne) ya Xada es-Semanê û hin dîwanên Adonisî jî. Her weha me (Bireweriya Laş) ya Ehlam Misteğanmî û (Feqiyên Tariyê) ya Selîm Berekatî û (Sirûda Baranê) ya Bedr Şakir el Seyabî li kurdî wergerandin. Me kitêbek derbarê Ûm Kelsûmê de bi navê (Stêrka Şerqê) weşand û çend berhemên lêkolînerî jî derbarî çand û tarîxa erebî de.

Têkilî û pêwendiya we bi weşanxaneyên erebî re çawa ye?

Abdullah Keskin:
Lawaziya pêwendiyan di navbera çanda tirkî û erebî de tesîra xwe li ser têkiliyên me yên bi weşanxaneyên erebî re kir. Hin caran em wergêrên ku ji erebî wergerînin tirkî nabînin. Islamiyan giranî dane wergerandina pirtûkên dînî û yên edebî dane aliyekî û guh lê nakin.

Nisbet bi wergera ji erebî û li kurdî, wergêrên me yên kêrhatî hene çiku nivîskarin ji kurdên Sûrî û Iraqê hene herdu zimanan baş dizanin û wergera du alî dikin. Ez dizanim ku edebiyateke erebî ya zêde zengîn heye lê pirsgirêka wergerê nahêle ku em mîna ku plan û hêvî dikin berdewam bikin. Her weha ji aliyê weşanxaneyên erebî ve jî neguhdaneke di vî warî de heye. Vê dawiyê projeya “Kelima“ li Abû Dabî derfeteke hêja da û hişt ku sê berhemên me yên ku me bi kurdî weşandibûn li erebî werin wergerandin.

Jêder: aljazeera.net
----

kulturname-kurdigeh