Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Mihemed Axayê Kelhokî - Destaneke dîrokî ji nav rûpelên Şerefnameyê
2013-10-23 07:48
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Kitêba Şakir Epözdemir “Mihemed Axayê Kelhokî - Destaneke dîrokî ji nav rûpelên Şerefnameyê” din av weşanên Avesta de derket.


Mihemed Axayê Kelhokî di dîroka Kurdistanê de roleke mezin leyistiye. Ev destan, çîroka xebat û cehda vî lehengî ye. Şerefxan bi stayîş û şehnazî di rûpelên Şerefnameyê de, ev xweşmêrê rast û dirist û wefadar aniye ziman. Min jî ji vê fidekarî û qehremaniya vî pilingî destanek anî holê. Ev destan ne ji xeyalan e, lê ji rastiyeke dîrokî hatiye holê ku Şerefxanê qedirbilind û ilimdarê mezin, bi hikimdarî qala peyayekî Roşkî kiriye û ev mêrxasê Roşkî di ser hemî kesî re girtiye. Qehremanê me ji sala 1466ê heya heya 1516ê tam 50 sal peyayekî bêemsal ê dewleta Rojkan e. Fedakarî û sedaqeta wî bê hed û hesab e. Şerefxan dibêje: “Mihemed Axayê Kelhokî yê dilxwazê herî qenc û rast ku di xizmeta malbata Diyaeddîn da bijarte û mêrxasekî bêhempa bû.”

ŞAKIR EPÖZDEMİR

Di sala 1938an de li gundê Minara li ser qaymeqamiya Bayikan / Sêrtê hatiye dinyaye. Xebatên xwe bi zimanê kurdî û tirkî dike. Li ser gelek mijarên cihê rawestiyaye. Nivîs û maqaleyên wî di gelek kovar û rojnameyan de çap bûne. Berhemên çapbûyî: - Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi (1969/235) Antalya Davası Savunması (Pêrî, Stembol, 2003) - 1914 Amasya Antlaşması - Kürt Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi (Pêrî, Stembol, 2003) - Demokrasi ve Barış Gülü: Av. Şewket Epözdemir (Enqere, 2008) - İdris-i Bitlisi ve Kürt Meselesi (Fanos Enqere, 2011) - Zirkan Beylikleri Tarihinde Derzin (Fanos Enqere, 2011) - Destana Barzaniyan (Pêrî, Stembol, 2009) - Bîranîn 1938 / 1971 Cilda 1ê (Fanos Enqere, 2011) - Di Diroka Zirkan da Mîrekiya Derzin (Fanos Enqere, 2011) - Keça Gavanê Zevyasor û kurê Mîrê Derzin (Fanos Enqere, 2011)

Mihemed Axayê Kelhokî
Destaneke dîrokî ji nav rûpelên Şerefnameyê
Şakir Epözdemir
(Destan)


ISBN: 978-605-5279-52-3
13x19.5, 128 rûpel, 11 L
www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta
https://twitter.com/avestayayin