Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[şîrove] Berken Bereh: Şîrovekirina çîroka "jiyaneka pêguhork" ya Mirad Gundikîyî
2011-02-18 19:34
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Çîrok ji çar beşan pêk hatiye. Di beşa yekê de Xezala ku Xwedê zarokek dayeyê û rewşa wê ya bi xeter vedibêje. Xezalê hay ji halê xwe heye. Dizane ku ew rojên wê yên dawiyê ne. Lew jê re hatiye gotin ku hamle bibe dê jiyana wê bikeve di nav xetereyê de. Xezal bi zanînê dixwaze kêlîka dawî ya jiyana xwe têr û tije bijî.

Vebêjê vê beşê nivîskar e.

Peyvên bijartî; hêsir, çav, kanî, ziwa, evîna biheştî, fêkî, rêya bêveger, şîn.... hwd ne ku giş huzn, keser û xemginiyê rave dikin. Hevokên kurt ê bi peyvên bi wateya xwe tîr û kartêker, li ser xwînerî tesîreka baş çêdike.

Beşa didoyê ku beşa ji hêla mekan û aktivîstiyê beşa herî balkêş e. Tu dibêjî qey tu, li ber ekranê li tilevizyonekê temaşeyî filmekê dikî. Wiha herikbar, jîndar e. Peyv û hevok dekora her mekanê bi awayek lihevhatî pêk aniye. Em di vê beşê de rewşa civakî, çandî û sosyalî ya çîrokê û lehengê wan tên.

Di beşa sêyê de rewşa çandî, sosyalî ya civakê bi awayek hûrbînî dariştiye. Têkiliya xesû û ya bûka malê, ya mêr û jinê û her wiha cihê jinê ya di nav çanda wê netewê de xweş hatiye honandin. Her wiha dehl, tevr, herî .... li me didine zanîn ku lehengên çîrokê gundî ne û pismamê ku xezal biriye nexweşxaneyê jî têkiliya xizman a wê çandê ye.

Beşa çarê ya ku Xezal û mêrê xwe bi hev re didin û distînin û diyaloga di nêvbera wan de pêk tê. Hem mînakeke baş ya derûnî ku ne aîdî çandekê lê aîdî du insanên dikare ji her netewê bin tîne bîra mirovî. Ango êş û kesera du kesên bêgav û neçar li hemberê mirinê ye. Her kesê/a bixwîne dê heman hîssan bibihîze.

Zimanê çîrokê: têra xwe tîr, herikbar, henûn û nêzî axaftina rojane ye. Ev çîrok li ser me ferz dike ku em dev ji angaştên xwe yên vegotinên serbixêlî dûr bikevin. Ango ji bo çîrokek serkeftî ne hewceye em zimaneke dûrî jiyana rojane bi kar bînin.

Min çîrok bi kurtî û hinekî sere sere şirove kir. Lê dikarim bibêjim ku ev çîrok hêviyek wiha dide min ku xwediyê vê çîrokê dikare hefsarê hespê çîroka kurdî ber bi asoyeke fireh û rengareng vekêşe.

Sehet xweş mirad,her bijî nivîskariya bi zimanê malê/kolanê hatî pehtin.

>> Berken Bereh

__________

JIYANEKA PÊGUHORK

( Bila ev çîrok ji Dotmama min Zozan Berwarîyê re dîyarî be )

Du hêsirên ziwa ji kaniya çavên Xezalê herikîn û xwe bi ser hinarokên wê yên sor de berdan. Bi dengê îskilokên girîyî re du dilopên hêsirên ko bi ser rûyê germbûyî de diherikîn, xwe ji rûyê wê bi valahîyê de berdan. Herdu hêsirên bi kelefûra hestên dijwar germbûyîn, ketin ser rûyê keçika nûbûyî, Beybûnê. Beybûn dûndana Nêçîrvanî û Xezalê bû. Ew fêkîyê evîneka biheştî bû...

wê li ber sîngê dêya xwe niq û niq şîr dimêt. Bêhna biheştê jê dihat. Xezalê gelek caran pey hev bêhna wê kişand nêvsînga xwe. Roja ko du evîndarên dinyayî bûn xwediyê fêkîyeka biheştî çîkên zayînê destên xezalê ji jiyanê sist kiribû. Ji wan re hat gotin ko Xezal heke zarokan çêke dê bimire. Her çîkeka ji ber zayinê dihat ji bo Xezalê gaveka ber bi mirinê ve bû û ji bo Beybûnê gaveka ber bi jiyanê ve bû. Xezalê ji zû ve dizanî ko ew rêya pê ve diçe, rêya bêvegerê ye. Lê dema ko zaroka wan dihat bîra wê kenek li ser rûyê wê dibişkivî. Dema ko xwinavokên xwêdanê ji eniya wê sist bûn girîyê zarokekê bû mizgîniya şîn û şahîya mala wan. Ha hingê çîkên mirinê Xezal girt û mêrgên biheştê hatin ber çavên wê. Dema destê wê ji jiyanê sist bû destekê bi evînê, bi keyfê, bi tirsê, bi serbilindiyê û bi şînê xwe avêt destê wê. Xezalê serê xwe bi aliyê wî destî ve zivirand û dît ko du çavên wek pelên agirî sor bûyîn li nêvçavên wê dinêre. Nêçîrvanî çawa ko bihîstîbû şirîka jiyana wî dê bi jizarokbûnê bikeve li ser rêya bêvegerê çavên wî fîstanê sor li xwe kiribûn û heta wê hingê jî qet ji xwe nekiribû. Ji pencereya nîv-vekirî tirêjên tavê erd dialast û maça roja paşîyê tanî ji Xezalê re. Xezalê cara paşiyê ji kerba jiyanê li tirêjên tavê nêrî. Xwest bi şîrê xwe zaroka xwe fişk bike.

***

Wê roja şîn û şahîyê Nêçîrvan çûbû binkola dehlika xwe û li ser rêya vegerê xebera jizarokbûnê ya jina wî hatibû ji wî re. Hema bi bayên bezê tevrê xwe danibû ser milê xwe û hatibû malê û lê nêrî bû ko cihê jina wî vala ye. Ji cîrana pirsî û cîranan jê re gotin ko”jina te di haleke xetera mirinê de bû û pismamê wê biriye nexweşxaneyê” . Wî tevrê xwe yê hêj heriya wê bi devê wê ve hişknebûyî pesart dîwarê hewşê û bi erebeya cîranê xwe, xwe gihand nexweşxaneyê. Di rê de jê re gotin ko belke em negihin saxîya Xezalê. Her ko di wê rêyê de bi pêş diket wek herweko xencerek hêdî-hêdî bi nêv dilê wî de biçe êşek bêhempa dida wî. Bêhn lê çika du sê caran nefes kêşa koda sîngê xwe. Li ber binkolê de tipîskên heriyê xwe avêtibû kurtekê wî, çawa ko ew bi wê hesiya di cih de ew gelifand. Erebe cîranê wî dişixuland. Dema ko cîranê wî yê simbêl-bok diaxaft mirovî vebûna devê vî qet nedidît. Dema ko diaxaft simbêlê wî vedihêjîya û hew.

Dema ko serdeyî nexweşxaneyê bûn. Xwe nedit ka wî çawa xwe ji erebeyê avêt derve û xwe gihand ber deriyê nexweşxaneyê. Dema ko li ber deriyê nexweşxaneyê pismamê jina xwe yê ji dîtina wî eşkere bû ko ji qehran ji hal ketî ye dît. Di dilê wî de ew qitîska/çirûska hêviyê ya mayî jî di nav fehma xeman de vemirî.

Çû ber deriyê odeya jina xwe û halê wê ji bijîşkî pirsî. Bijîşkî serê xwe hêjand û got em ji jîyana wê bêhêvî ne lê li ser daxaza wê me ew rakiriye û me zaroka we daniye ber bedena wê. Wê got daxwaza mina paşiyê ye ko ez dixwazim bi xwe zaroka xwe fişk bikim. Paşê bijîşkî jê re got ” heke tu bixwazî here wê bibîne lê wê gelek newestîne.”Nêçîrvanî xwe bi bijîşkî re aciz kir û got ” çima we jê re gotiye ko halê wê di xetereya mirinê de ye!” paşê da ji derîyî ve û xwe gihand destên dilê jiyana xwe. Di nava destpêçekê de zarokekê ji sînga jina wî şîr dimêt. Du balingî pesartibûn dîwarî û serê Xezalê danibûn ser. Çawa ko Nêçîrvanî dest avêt destê jina xwe, Xezalê hêdîka serê xwe ber bi wî ve ba da. Ti gotinan têra bilêvkirina hestên wî nekir. Bi nêrînek melûl wek herweko her bêhna diçe ji kîsî wî biçe li nêva çavên jina xwe nêrî.

***

Beriya heft mehan, dema ko cara pêşiyê xezal pê hesiyayî bû ko li wê hindek guhertinên wek ducanîbûnê çêbûye. Hema zûka xwe gihandibû xwesîya xwe pîrika Zeyneb. Pîrika Zeyneb li serê malê li ser kulavokekê rûniştîbû û bi tizbehê xwe selewat dixwendin. Wê li ber selewatxwendinê de xwe bi pêş ve û paş ve vedihêjand. Kuleka malê teng bû û tavika êvarê pêlên xwe bi ser kitana pîrê de dida. Xezal çû û li raserê pîrê sekinî. Pîrê li Xezalê nêrî û got:

- Tu bi xêr hatî delala min

Xezalê li wan çavên pîrê yên dexelî nêrî û derdê xwe jê re got. Pîrê destê xwe yê ko demarên wê yên kesk li ser xuya dikirin û çermîn bûbû danî ser destê xezalê. Destên nazelînî yên xezalê li cemdahîya destê pîrê hesîya, ew nerm bû, cemidîbû û bêtaqet xuya dikir. Pîrê qasî ko karî bişidîne destên Xezalê şidand û ber bi xwe ve kişand. Du caran bi ser hev kuxîya, li ber wê kuxana ji dil de rûyê wê sor bû, lêvên wê yên çermîn ji hev vekişîya û bi devlikenîyê got:

- Delala min xwedê kerema xwe bi we re kiriye û xuyaye ko zarokek kiriye nesîbê we.Xwedê wê/î bê bela bike nesîbê we û bila navê zaroka we her li dinyayê be.

Rêya di navbera mala Pîrê û Xezalê de li ber Xezalê wek bostekê hat û wê xwe gihad malê. Nedizanî ew dê vê mizgîniya xêrê çawa ji mêrê xwe re bibêje.

Kereng pakij kirin ko mêrê wê siharê kiribûn û anîbûn malê û dest bi qelandina wan kir.

Şerm dikir û nedizanî ew dê vê xeberê bi çi awayî ji mêrê xwe re bibêje. Fehma kevin ji kuçika agirî pakij kir û agirek nû di wê kuçikê de berda darên êvistî. Dema ko miqilk û dohn danî ser agirî dengê qiçeqiça dohnî bi kizekiza kerengan re derket.

Wê destê xwe danî ser zikê xwe û xeyalên zarokeka/ê di nava mala wan de kir. Xeyalên wê jî li wê xweş dihat.

Wê kerengên xwe sor dikirin, agirî ji herdu milên migilkê ve dîqî wê dikirin. Bayeka honik xwe li ser rûyê wê gevast.

Kerengên xwe danî rexa kuçikê û li ber deriyî li hêviya hatina mêrê xwe ma.

Ti neborî malxwêyê mala wê ji biniya palê ve xuya kir. Tevrê wî li ser milê wî, kelikeka her car fêkî tê de dianî di destê wî de, bi evrazîyî re dida rê. Mala wan li nava palê bû. Reşiya şevê rengê xwe gihandibû gundî û nêzîkî roj biçe ava bû. Di pişt çiyayan re çend tirêjên tavê divemirîn û hew.

Nêçîrvanî kefîyeka cemedanî avêtibû ser milê xwe li ber avrazîyî re xwêdana xwe bi wê pakij dikir. Li ber evrazîyî re westiyayî bû û hilehil li ber ketibû.

Nêçîrvan hat malê, jina vî li ber derîyî li hêvîya wî sekinîbû. Xezalê Xwedêqewetî li mêrê xwe da. Nêçîrvanî jî li ber rehmetxwendinê re kelika di destê wî de raberî bermaliya xwe kir.

Nêçîrvanî destên xwe şûştin û kevanoyê hema di cih de sînîya xwarinê danî û kerengê ko qelandibû digel mastê mihan yê mal-xwezûrê wê danî di sîniyê de. Û rûnişt li rexa malxwêyê xwe. Nêçîrvanî pariyên ji nanê sêlê/şkevayî dikir li nava lalîka kerengan dida û nan dikir çençik û mastê malbabê jî bi serde dikir. Bala Nêçîrvanî kişand ko Xezalê xwarin nedixwar û li wî temaşe dikir. Nêçîrvanî jê re got:

- Keçê çima tu xarinê naxwî! Himm min zanîîî tu dê dîsa tiştekê bixazî neee! Immm ji bo ko tu nexşan bikî tu hewceyî mohrî û tayî yî û divêt ez pereyan bidim neee. Heke welê be ji êlekê min de bibe

- Naaa! Tişteka dî heye.

- Xezal tu bi xwedê kî bibêje ez westîyayî me taqeta min nemaye.

Rûyê Xezalê sor bû. Herdu destê xwe gihand hev. Li derdorê nêrî û nêrînên xwe ji çavên Nêçîrvanî revand.

- Dêê Xezala min ka bibêje çi ye?

- Tuu

- Êêêê ezz

- Tu dibî bav.

Xezalê wek barek ji ser pişta xwe danibe kir oxînî. Tiştên ko hat gotin li guhên Nêçîrvanî xerîp hat û di cihê xwe de ma, nezanî çi bike. Digot: ” bav, ez, zarok” piştî ko hat ser hişê xwe, xwe avêt Xezala xwe û ew pîroz kir. Hema ji kerba dilî em bi sînga xwe ve şidand. Nêçîrvanî Xezal gelek şidand û Xezalê jê re got:

- Kuroo ma tu dîn bûyî tu piçek dî min biguvêşî hestîyekê sax tu di laşê min de nahêlî.

***

Nêçîrvanî dîsa jî xwest wek wê cara mizgînîya zarokê standî, hema carekê jî be, ji dil Xezala xwe hembêz bike. Lê Xezala wî ya ko hemî mêrgên dilê wî çêrandibû, kitana mirinê bi xwe de kiribû. Rêça dilopên hêsrên ji çavên wê herikîn li ser herdu lamên wê wek daxekê mabûn û ditirisîn. Destê wê yê ko zaroka wan li ber sînga xwe digirt, direcifî. Ha hingê recîfekekê bi dilê Nêçîrvanî jî girt. Du daxên sor li ser dilê wî kir kizekiz.

Xezalê carekê li zaroka xwe nêrî û carekê jî li nêçîrvanê dilê xwe nêrî. Wan li zevîyeka lê gelek beybûn heyî hev nas kiribûn hez ji hev kiribûn ji ber wê digotin ko em ê navê fêkîyê evîna xwe jî bikin beybûn. Xezalê, wê rojê ji serkanîyê av biribû lê haya wê jê nebû ko wê digel wê avê dilê Nêçîrvanî jî biribû. Nêçîrvanî jî dema ko piyanek ava cemidî ji Xezalê xwestî haya wî jê nebû ko nêçîra wî ya wê rojê dilê keçikeka spehî bû.

***

Nêçîrvanî bi çavên melûl li kevanoya mala xwe dinihêrî. Piştî şîrdayina zarokê berdestîyeka bijîşkî zaroka Xezalê ji ber bedena wê rakir û da dest Nêçîrvanî. Zaroka nûbûyî bi wan çavên bêguneh bêyî ko haya wê ji bêsiûdiya wê hebe li bavê xwe dinêrî.

Xezalê xwe qeliqand, Nêçîrvanî ji dîtina Xezalê fêm kir ko ew dixwaze tiştekê jê re bibêje. Nêzîkî, jenîna dilê xwe, Xezalê bû guhê xwe bir hinda devê wê.

Xezalê dixwest tiştekê ji wî re bibêje lê zimanê wê nedigeriya. Ji nêva lêvên wê yên recîfek-ketiyê çend gotinên birîndar ketin ber guhê Nêçîrvanî û perpitîn. Nêçîrvanî xwe êşand û bi kotekî jê fêm kir ko Xezalê digot.

- Em biçin nik kanîya beybûn li ser şîn dibe.

Xezalê dixwest ko cihê çîroka evîna wê lê dest pê kirî, çîroka jiyana wê lê biqede. Hêsrên li kaniya çavên Nêçîrvanî pengayîn ji kesîret ketin, taqeta wan neman û xwe berdan jêrê. Destûra pêkanîna daxwaza Xezala xwe ji bijîşkî xwest. Bijîşkî jê re got ez pêşniyar dikim ko gotinên wê yên paşiyê çi bin pêk bîne.

Dîsa rêyek li pêşiya Nêçîrvanî bû bi xezala xwe re ket ser rêya mêrgê. Di wê rêyê de hemî jiyana Nêçîrvanî di serê wî de vedijîya.

Serdeyî mêrgê bûn, Nêçîrvanî bi destên xwe Xezala xwe li ber kaniyê re dirêj kir. Xezalê bi destên xwe îşaret kir ko ew piyanekê dixwaze.

Nêçîrvanî got qey Xezal dixwaze avekê ji wê kaniyê vexwe, tejî piyanê av kir, serê Xezala xwe danî ser ranê xwe û wî xwest avê bi devê Xezalê ve bike, lê Xezalê tenê qurtek bi xatira malxwêyê xwe vexwar. Wê dest avêt piyanê û bi hamî heyl û taqeta xwe ya mayî piyan li kanîyê hilanî û ji kanîyê tejî av kir. Raberî Nêçîrvanê dilê xwe kir. Nêçîrvanî nedizanî çi bike. Di raberî kirinê de nîvê avê rijîya û hinek ava ji piyanê bi zendên Xezalê de herikîn. Lewendîyên fîstanê wê bi ava kanîyê şil bûbû. Çîroka destpêka avîna wan vejîya. Nêçîrvanî bi hemî hestên tevlihev dest avêt piyana avê ji destên nazelînî yên Xezala xwe vegirt. Ji qehran wek herweko girêyek li geriya wî çêbûbû û wî got belke ew bikare bi aveka evînê wê gewriyê veke. Qurtek li wê avê da, wî rûyê xwe yê jihalketî di avê de dît û hêj qurta didoyê lê nedabû ko qêrîn û hawara mirovên li derûdora wî ew ciniqand. Ew destên nazelînî yên ko av raberî wî dikir bêrih li erdê dirêj bûbû, lewendîya wê ketibû di kanîyê de, ew ketibû ser rêya venegere...

>> Miradê Gundikî