Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Kitêbeka dî jî li zazakîyê zêde bû
2013-10-23 08:30
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Rêjeya kitêbên bi zaravayê Zazakî her ku diçe zêdetir dibe. Xwendin û nivîsandina Zazakî, heta 2010an jî nîsbet bi Kurmancî gelekî kêm bû. Lê van salên dawiyê, gelek xebatên hêja di warê weşangerî û çapemeniya Zazakî de têne kirin. Kovar, rojname û weşanxaneyên ku tenê weşana bi vî zaravayî dikin, êdî ber bi geşbûnê ve diçin. Jimara kitaban ji berê pir zêdetir e.



Weşanxaneya Dîwanê jî, yek ji wan weşanxaneyan e ku berê xwe daye weşandin û geşkirina kitêbên bi zaravayê Zazakî. Weşanxaneyê ji xwe re kiriye armanc ku rêzekitêban bi zaravayê Zazakî derxîne. Di vê çarçoveyê de jî, hetanî niha kitêbeke risteyî ya ku jiyana Pêxemberê Îslamê Hz. Mûhemmed rave dike, bi vî zaravayî weşandiye. Niha jî kitêba bi nav “Qê Tûton Hîkayet û Cuyayîşê Peximberon” diweşîne. Di vê kitêbê de, jiyana pêxemberan bi zimanekî sivik û bi şêwazeke nazik, ji xwendevanên biçûk re tê vegotin.



Ji dervayî vê kitêbê, hedefa weşanxaneya Dîwanê ew e ku di demeke nêz de, Dubeytiyên Baba Tahirê Uryan bi Zazakî biweşîne.



Xwendevanê ku bixwaze vê kitêbê bi dest bixîne, dikare ji hemî kitêbfiroşên Kurdî peyde bikin. Herwiha dikare ji weşanxaneyê bi xwe jî bixwaze.



Nav Qê Tûton Hîkayet û Cuyayîşê Peximberon

Nivîskar Hesen en-Nedvî

Werger Feqî Çolîg

Weşanxane Dîwan Kitêb

ISBN


978-605-63170-92-18

Biha


8,00 TL

Rêz


Hîkaye

Rûpel


96



Dîwan Kitêb

Zeyrek Mah. İtfaiye Cad.

No: 17/3 Fatih İstanbul

Tel: 0212 5344830/0538 776 99 05

diwankitab@gmail.com