Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Rexne - Dûvpişk bi xwe ve nade
2013-10-26 07:47
Bawer Yoldaş
info@kurdigeh.com
‘Dûvpişk Bi Xwe Venade’ romana Edîp Polat ya dawîyê ye. Heta niha gelek berhemên wî bi zimanê tirkî derketine. Cara yekem bi kurdîyê di sala 2005’an de kurteçîrokek bi navê ‘‘Şorbe û Fedî, Xela û Xeyidî’’ dinivîse. Romana wî ya yekem jî di sala 2008’an de bi navê ‘’Ristemê Zal’’ tê çap kirin.

Romannûs di romana xwe de du roman bi hev re honandiye. Her du roman jî qala heman mijarê dikin. Nivîskar di her navberê de derbasê romana biçûk dibe û hingê paragrafekê cih dide romana xwe ya duyem. Di vê romanê de pîrikek heye û heman mijarê ji zarokên xwe re vedibêje. Dibe ku nivîskar xwestiye 30-40 sal şûnda jî, bila pîrikên/dayikên me ji zarokên me re qala bûyerên 90î bikin, da ku neyên jibîrkirin. Di dawiyê de romana pîrê û ya mezin digihêje hevdu û bi hev re didomin. Piştî vê pevgirêdanê, xwîner dikeve kelecan û meraqeke mezin. Ev jî taybetiya vê romanê ya herî mezin e.

Hemîya nivîsê li ser PDFyê bixwîne: Rexne - Dûvpişk bi xwe ve nade