Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Yekemîn kitêba çîrokan a Mehmet Dicleyî, “Asûs” bi çapa duyemîn ji nav weşanên Avestayê derket.
2013-10-26 17:32
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Duyemîn kitêba Dicle “Nara” li Avesta derketibû û rastî elaqeyeke baş hatibû. Weşanxane kitêba sêyemîn a Mehmet Dicle ji bo Fûara Kitêban a Stembolê amade dike.

“Li navçeyeke dûr jiyan xewneke dirêj bû.”

Ev navçe “Asûs” e.

Li wir mirov, di dawiya temenê xwe de şiyar dibe.

Li Asûsê insan, ber bi bayê reş dikevin.

“Li wê derê mirov neyarê xwe piçûk naxîne. Kes li hev dixin, serê hev dişkînin, carna hev dikujin jî, lê kesek pê li şerefa ê din nake.

Ji ber ku mêrekî ku navê wî hatibe binpêkirin ji gurekî birçî hartir e.”

Li Asûsê lez tune, berfê her tişt qerisandiye, zeman sekiniye.

“Asûs” ne tenê berhema yekem a Mehmet Dicle ye, tevî “Nara” û “Ta” ew êdî yek ji mekanên herî balkêş ê edebî ye.

Asûs

Mehmet Dicle

(Çîrok)
ISBN: 978-605-5279-50-9
13x19.5, 96 rûpel, 10 L
www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta
https://twitter.com/avestayayin