Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] ziman û kesayetî
2011-02-21 08:57
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
>> Ramazan Pertev / Remezan Pertew

“Me zanî ko xweseriya me di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û bi parastina wî, di civata miletan de wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.”
(Celadet Alî Bedîrxan)

Qazî Mihemed kitêba Folklora Kurmanca ya Heciyê Cindî û Emînê Evdal digre destê xwe, bilind dike û dibêje: “Aha ev e Qurana me”

Mele Mustefa Barzanî timî di çentê xwe de du kitêb digerand, yek jê Quran bû ya dî jî Dîwana Melayê Cizîrî bû.

“Ji bo mirovekî welatê rasteqîne zimanê wî ye û ez nobedar im di sînorên wî de” (Albert Camus)

Gelo ev helwesta serokê û pêşengên Kurdan tesadufî bû an bi zanebûnî bû. Wan çira ewçend girîngî didan zimanê dayikê? Bersîva vê pirsê ez bawer dikim dê mesela zimanê dayikê û pêkhatina kesayetiyê jî diyar bike.
Prosesa heta heşt salê pêşî di jiyana zarokan de gelek girîng û krîtîk e. Çawaniya kesayetiyê, têgihîştina xwebûna (self) taybet, hesta bi qîmetbûniyê û hwd. gelek xisûsiyetên girîng di vê heyamê de pêk tîne. Kesayetî (personality) wisa dikare bê tarîfkirin ku, ew têkela (terkîb) xisûsiyetên hest û tevgerên mirov e ku wî ji kesên dî vediqetîne. Herkes bo ku di civakê de jiyana xwe biahengî bidomîne hest û tevgerên bi cih (maqûl) pêşve tîne.
Bingehên kesayetiyê di heft heşt salên pêşiyê de çê dibe. Kesayetî hem bi xisûsiyetên irsî û hem jî bi tesîrên derûdorê ve şikil digre. Ji bo ku kesayetî bi awayekî tendurist bi pêş ve biçe divê merhaleyên bipêşveçûnê neyête asteng kirin. Zarok di hin tevgerên xwe de ji dayîk û bavê xwe piştgirîyê digire her wiha di hin tevgerên xwe de jî tê asteng kirin. Ew tevgerên ku ji layê dayîk û bavê xwe ve nayête astengîkirin zarok ewan dubare dike. Herçî tevgerên ku bo wî/wê hêsan e û li gorî berjewendiya xwe ye, wana dipejirîne. Bi vî awayî encamên tevgerên xwe û şertên derûdorê tîne ber hev, miqayese dike. Bi wasitayên ewên ku li hev têne ahengî bi jiyana civakî ve pêk tîne. Tiştê balkêş ew e ku van xisûsiyetên pêk tên êdî dibin qalibên kesayetiya mirov bo jiyana mayî û bi hêsanî naguherin.

Hînbûna zimanê zikmakî/maderî prosesek e ku ji zikê dê ve dest pê dike heta dawiya jiyanê didome. Heta 5 saliya xwe tekamûla binyada gîrîft a zimanê devkî di hemî mirovan de alemgiştî ye meger ku muşkîle û arizayeke tune be. Çawaniya bi pêş ve çûyina zimanî ya zarokan bi saya xebatên epîstemologên navdar Jean Piaget ve bêtir ronî bû. Ew dibêje ku: “Pitikê nûzayî pêşî ferqa xwe û cîhana derve nizane, zarok pêşî egosantrîk e(xwenavendî), lêbelê hêdî hêdî ligel hînbûna ziman şûn ve ferqa xwe û jêtirî xwe dinase, dikeve nav heyamekî fewqalade ya zîhnî. Yanî hînbûna ziman şoreşa zîhnî ya zarokan e. Ji layê pêşveçûnî de merhaleyên bîolojîk, neuorolojîk, psîkososyal û psîkolînguîstîk bi hevûdu re, li dû hev û li ser hev pêktêne. Em dikarin van merheleyan bi kurtasî wiha birêz bikin;

-Du mehên pêşîyê zarok dengên wek girî, qirpik, kuxîn û bawîşk derdixênin.

- Di navbera mehên 2-5an de dikarin xilfik û bişirînan bikin.


- Di navbera mehên 4-8an de bikaranîna yek kîteyên bideng û bêdeng û egixkirin dest pê dike.

- Ji meha 6an şûn de dubarekirina kîteyên wekî "ma-ma-ma" dest pê dike.

- Peyvên yekemîn li dora meha 12an dikarin bêjin.

- Di 18 mehiya xwe de dikarin nêzîkî dozîneyek peyv yekoyek bêjine.

- Di dawiya sala 2an êdî dikarin du peyvan bînin ba hev û di bêjedanka wan de nêzîkî 200 peyv hene.

- Piştî du sal û nîv ê 400 peyvan dizanin.

- Ji sê saliya xwe şûn de herçend hin xeletiyan bikin jî êdî dikarin baş biaxivin.

- Di salên sê sal û nîvan de dora hezar peyvî dizanin.

- Zarokê çar sal û nîvî êdî dikare bi hevokên durust wekî têrhatî biaxive.

Ji aliyê tekamûla zanistî ya mirovan de bikêrtirîn heyama vê prosesê ew 5 salên beriya dibistanê ye. Lewre binyada wî ya gewriyê, têlên dengê wî, derxistina dengê tîpan, bikêrîbûna guhan, tesîra guhdarîkirina lorî û stran û kilamên mezinan, naskirina cîhanê, yanî bi tevahî hebûna xwe, haletî ruhiya xwe di vî heyamê de şikil digre. Zarok di navbera salên 6 û 12an de wekî bi giştî bikaranîna usûl û qaydeyên zimanê xwe hîn dibin. Yanî zarok beriya dibistanê bikaranîna zimanê devkî û ji dibistanê û jê şûn de jî bikaranîna tevahî xisûsiyetên zimanê nivîskî hîn dibe û ev yek her wisa ta dawiya jiyana xwe dom dike.

Zarok di babeta zimên de xwedî qebiliyeteke xwezayî ne. Ev rewş bala gelek pîsporan kişandiye. Ji zayînê şûn ve mekanîzmaya norofîzyolojiya mejiyê gelek bizav û aktîf e û her wiha bi arîkariya vê mekanîzmayê ziman di mejî de bixweber tête qeydkirin. Zarok herçî tiştên ku gulî dibe, pêdihese wekî kaseta teybê lêdigerîne û diparêze. Piştî vê heyamê ev mekanîzma taybetiyên xwe winda dike û êdî rewş berovacî dibe. Li gorî encamên gelek legerîn, lêkolîn û azmûnan ew zarokên ku di çar pênc saliyên xwe de zimanê xwe ên zikmakî bikaribin biaxivin naxwe dê bikaribin zimanên dî jî biaxivin. Lêbelê hînbûna zimanên biyanî bi mekanîzmaya norofîzyolojiya mejî ve pêk nahêt, berovacî vê bi ked û zehmet û xebateke giran ve pêk tê. Ev rewş dikare barê zarokan giran bike û herwiha rê veke bo gelek encamên neyênî. Herwekî ku tê zanîn zeka û qabiliyeta her zarokî ji hevûdu cuda ye. Eger zarokekî di hînbûna zimanê biyanî de zehmetî bikşîne û xwe bi zarokên dî ve muqayese bike ev dê bibe sedema hin muşkîleyên psîkolojîk ên wekî asosyalî, tirsa neserkevtinê, bixwe nebawerbûnî, fediyokî, tirsonekî, lalûteyî û hwd. Mirov zimanê biyaniyê ku dû re hînbûye ekserî bi aksan(devokî) diaxive. Ev yek jibo zimanê zikmakî ne weha ye, lewre zimanê zikmakî bi têkiliya malbatî û derûdorî ve tête hînkirin, girêdayî nasnameya xwe î etnîkî ye û nêzîkayiyek genetîkî an irsî tê de heye.

Zarok cîhana ji bilî xwe bi zimanê xwe î zikmakî ve dinase û îfade dike. Herçî tiştên ku yekemîn car rastî wan tête bi taybetî bi zimanê zikmakî ve navên wan dinase. Zimanê zikmakî bo nasnameya bingehî ya zarok unsûreke eslî ye. Lewre di nav zimanê zikmakî de ne tenê kelîme henin her wiha hin faktorên cuda jî bixweber zarokî hîn dibe. Zarok digel zimên çanda xwe jî hîn dibe. Bo jiyana xwe yê li pêşî, nuqteyên xwe ên referansê di vê demê de pêk tîne û ev hemî tiştan dibin qalib û bi vî awayî di bîra wî de dimîne. Dema ku zimanekî dî hîn dibe bivê nevê ew qalib yekser dîsa cihê xwe digrin û bo hînbûna zimanê biyanî dibine rêber. Yanî em dikarin visa bêjin ku eger zarok zimanê xwe î zikmakî baş hîn kiribin dê hem li layê akademîkî baştir serkevin û hem jî dê zimaneke dî baştir û zûtir fêr bibin. Dîsa li gorî hin encamên lêkolînên UNİCEFê, zarokên kêmneteweyên ku bi zimanê xwe î zikmakî ve perwerde dibin li gorî zarokên ji vî mafî ve mehrûm in bêtir tendurust û serkevtî nin. Her wiha qabiliyeta wan î hemahengiyê hîn baştir e. Herwiha dibêjin ku hînkirina bi zorê ya zimanekî dî û redkirina zimanê zikmakî xisaretên mezin peyde dike di kesayetiya zarokan de.

Gelo mirov dikare encamên van lêkolînên ji bo Tirkiya jî wisa bi rehetî bêje. Belê, lewre herçend mirov li aliyê ziman û çand û adetan cuda bin jî ji aliyê fîzyolojîk, bîolojîk û ruhî ve gelek dişibin hev. Hetta mirov bo Tirkiya dikare hê zedetir tiştan jî bêje. Çunkî li wan welatên navborî axaftin û perwerdeyiya zimanê zikmakî ne qedexe ye. Perwerdeyiya bi zimanê zikmakî tunebe jî qene zimanê eqaliyet û neteweyên dî piçûk û bêqîmet nayê dîtin. Lêbelê li Tirkiya dev ji perwerdekirinê berdin heta salên nodî xwendin û nivîsandin jî qedexe bû û sedema girtin û lêdanê bû. Hîn jî zimanê Kurdî ji aliyê damûdezge û burokrasî û çapemeniya Tirk ve biçûk û bêqîmet tê dîtin. Bi taybetî li malbatên ku hesta Kurdayetî lawaz e ev piçûkdîtîn û qîmetnedan bêtir bi tesîr dibe û dibe sedema terkkirin û ne axaftina zimanê Kurdî. Yanî bi taybetî zarokên Kurd ev yek baş dizanin ku zimanê wan zimanekî qedexe ye, zimaneke nihên e û nayête taswîb kirinê. Her wiha zarok li ser vî fehmî hin mekanîzmayên parastinê bi kar ve tînin. Mekanîzmayê xweparastinê bo rewşên ne tendurust û bi awayeke ne tendurust têne bi kar ve anîn. Yanî rêbazên tabiî nînin. Eger em behsa hin ji encamê van mekanîzmayan bikin;

1- Paşdemayîna hînbûnê: Zarokên ku bi zimanê xwe î zikmakî ve neyên perwerde kirin dê di prosesa hînbûnê de pir caran zehmetî bikşînin û dê paşde bimînin. Gelek caran zarokên Kurd yên li dibistana Tirkan rastî vî mûameleyê dibin.

2- Kêmasiya bixwe bawerbûniyê: Zarokên ku di merhaleyên perwerdeyiyê de paşde bimînin pir caran dê baweriya wan î serkevtinê bişkê û dê sewiyeya wasatî qebûl bikine. Statîstîkên serkevtina akademîkî yên xwendekaran bête lêkolîn dê ev yek baş diyar bibe. Gelo li Kurdistanê rêjeya çûyina zanîngeh li hember xwendekarên Tirk çî ye.

3- Lalûteyî û zimangiranî: Yên ji tirsê pêktêt ne têde sedema lalûteyî gelek car ji kêmasiya bixwe bawernebûnêyê pêk têt û prosesa tefekurê qut dibe. Lewre zarok xwedêgiravî bi du zimanî dizane halbûkî bi herduya jî nikare xwe baş îfade bike. Ez bawer im li Tirkiyê di vî warî de eger statîstîkek bê kirin, dê hejmara li Kurdistanê pitir derkeve. Gelo li Tirkiyê em hemî jî têde ew zarokê Kurd ê ku li dibistanê rastî zimanê Tirkî bûye û pê re bo demekî be jî lalûteyî peyde nebûbe heye?

4- Ji rastiya xwe dûrketin: Kesê ku bawer bike zimanê xwe î zikmakî ne têrhatiye, dê zimanê dî û çanda dî têrhatî qebûl bike û her wiha dê bi wan emel bike. Pêşî malbata xwe, dûre zimanê xwe û talî jî neteweya xwe dê piçûk û bêqîmet bibîne û rojek ji ya dî zûtir dê bixwaze jê xelas be. Di encamê de mirov rastiya xwe înkar dike û dijminatiya malbat û neteweya xwe dike. Lewre malbata xwe wekî sedema rewşa xwe î niha dibîne.

5- Bêhêvîbûna bo dahatûyê (kêmhêvîtî): Zarokên ku bawer bin ew li gorî zarokên dî dûrî îmkanên civakî yên wekî perwerdeyî, aborî û hwd. nin piştî demekê ewê hêviya xwe bibirin û derî li ser bigrin. Pitir ewê nekevin nav têkiliya jiyana civakî û dê li ser meseleyên civakî xemsar bin.

6- Mêla tawankirin û agresîvî (êrîşokîbûn): Herçend sedema vî yekê pitir sosyolojîk û siyasî be jî zarokên ku bi rêyên tabiî ve nikaribin xwe îfade bikin dê bi rêyên wekî dî ve xwe îfade bikin. Eger hun li rêjeya tawankirinê binerin hunê vî rastiyê pitir bînin ber çavên xwe. Îroj li dadgehên zarokan yê Tirkiya binerin gelek ji wan Kurd in di nav yên têne darazdinê de.

Di encamê de zarok ji realîteya xwe direvin, xwe ji cîhana derve re digrin, bêhêvî dibin, qabiliyeta xwe î afirandinê dikujin û derheqê xwe de dibin xwedî hestên bêçareyî û gunehkariyê.

Li gorî pîvanên nexweşiyên psîkiyatrîk ên navneteweyî (DSM-İV) xerabiyek bi navê “xerabiya têgihîştina zimanê tevlîhev” heye. Ev nexweşî pitir di welatên mêtingeh û bindest de çêdibe. Lewre li van deveran li ser zimanê zikmakî zimanekî dî serdest dibe, wî diçewisîne û di encamê de zimanekî wisa derdikeve holê ku ev ne ew her du ziman e û hem jî ne zimanekî dî ye. Zimanekî ecêb, tevlîhev û bêbingeh e. Îroj li Tirkiya eger em binerin em dê vî yekê baştir fehm bikin. Lewre dema Kurdekî ji Diyarbekirê an ji Mêrdînê an ji Serhedê bi Tirkî diaxive heman gavê diyar dibe ku ew Kurd in. Ji ber ku xwe nikarin baş îfade bikin û telafûza wan ne li cih e û ji ferqa devokî cudatir hin tiştên dî heye. Yanî mirov dizane di axaftinê de kêmasiyeke heye. Dema Tirkekî Erzoromê an Kayserî jî diaxive em dizanin ew ji ku derê ye, lêbelê di axaftina wan de pirsgirêka xweîfadekirinê an xerabiya telafûzî nîne bes ferqa devokî û telafûzî heye.

TİŞTÊN KU WEK FERDÎ DİKARE BÊTE KİRİN



Herçend ne çareyên mayînde bin jî mirov wekî ferdî/malbatî dikare hin rêbaza pêkbîne bo ku zarokên xwe hînî zimanê zikmakî bike.
Jibo hînkirina zimanê zikmakî hin qaîdeyên ku pêwîst e ev in:

1- Heman mirov-heman ziman: Ew kesê ku bi zarok re diaxive divê hertim bi heman zimanî ve biaxive. Eger zarok bi zimanê dî biaxive divê guhê ker bidin ber wî. Zarok hêdî hêdî dê bi wî zimanî hevokan saz bike.Yanî zarok divê bê îqna kirin. Divê dê û bav ji berê de peyman kiribin da ku kî dê bi kîjan zimanî ve biaxive.

2- Heman kes divê li cihê ku zarok gel wî ye heta jê te bi heman zimanî ve biaxive. Yanî zarok zanibe ku dayîka wî an bavê wî li gelek deran wisa diaxive. Bi vî awayî di mejiyê wî de dubendî çênabe.

3- Divê kesên derdorê jî li gorî vî qaîdeyê ve hereket bikin. Dapîr, bapîr, xal, mam, met, xalet li gorî peymana dê û bav hergav bi heman zimanî ve biaxivin.

4- Divê materyalên dewlemend bête bi karanîn. Yanî bila zarok hînbûna ziman wekî barekî giran nebîne, jê zewq bigre.

5- Jiberkirin: Zarok pêşî tênegihe jî stran, çîrok, çîvanok, tiştonek, helbest û hwd. tiştên kûrt pê bidin jiberkirinê. Lewre hem bo binyada wî ya gewriyê û hem jî bo bikêriya guhên wî ev yek pêwîst e.

6- Divê her roj pê re xebat û temrîn bê kirin. Lewre dubarekirina temrînan piştî heyamekî şûn ve encamên erênî pêk tîne. Eger zarok di dema temrînan de aciz bibe hingê divê neyê dewamkirin û hinek navber bê dayîn û piştî bêhnvedaneke kurt dîsa xebat berdewam be.

ENCAM

Kêşeya ziman an jî perwerdeyê bêguman ne kêşeyên bi serê xwe ve nin. Ji van her yekan serê şaxekê kêşeya navendî nin û pêve girêdayî nin. Çareseriya mayînde bi her awayî girêdayî çareseriya siyasî ye. Îroj kêşeya navendî meseleya statûya miletê Kurd e. Mirov dikare bêje ku statûkoya niha ber bi parçebûnê ve diçe. Lingê Başûr ya statûkoya niha şikest û diyar e ku ev parçebûn dê tenê bi tixûbên başûr ve nemîne. Sedema şikestina statûkoya niha çi dibe bila bibe ev rastî hene ku tu kes nikare înkar bike. Kurd miletek in û di cografya xwe ya dîrokî ya bi navkirî de bi hezar salan e hene. Xwedî zimanek serbixwe û xwedî kulturek taybet in ku ji neteweyên cîranên xwe cuda nin. Hingê wekî dewletek serbixwe endamtiya wan î Neteweyên Yekbûyî (UN) mafê wan î tabiî ye û meşrû ye. Lê li gorî peymanên navnetewî ev maf ne qanûnî ye. Çunkî Neteweyên Yekbûyî çar parçebûna Kurdistanê bi peymanên xwe tesdîq kiriye û her wiha cografyayek bi navê Kurdistanê qebûl nekiriye û vê axê wekî malê çar dewletan tescîl kiriye. Pir bi rihetî em dikarin bejin ku siyaseta NYê bo kurdan siyaseta bêstatûkobûnê ye. Îroj cografya Kurdistanê hem ji aliyê demografîk û hem jî ji layê ekolojîk ve di bin gef û xetereke mezin de ye. Ev gef û xeter ji aliyê psîkolojîk de jî her wisa ye, lewre statûya kurdan ya nediyar li ser mirovan psîkolojiya travmayê, bêçareyiya hînbûyî û civakek nerêxistinkirî desthilat kiriye. Ji zû ve ye ku kamranî û şadî di ser vê cografyayê re derbas nebûye û dûrî van mirovan e. Yanî bi awayeke giştî texrîbateke mezin pêkhatiye û hê jî pêktête. Di nav guherîn û pêkhatinên niha de eger wekî sedsala derbasbûyî di encamê de Kurd careka dî winda bikin bawer im îcar ev texrîbat dê bêveger be, lewre dê tu refleksên zindî yên neteweyî nemînin.

Di “pîramîdên ajoyan (saîq/motîve)” yên navdar ê Abraham Maslow de pêdiviyên mirovan hatine rêzkirin. Pîramîd ji ajoyên bîolojîk destpê dike û bi ajoyên psîkolojîk ve temam dibe. Di bingeha pîramîdê de ajoyên bîolojîk hene weke birçîbûn, tîbûn, pewîstiya cînsî û hwd. Di bilindtirîn mertebeya pîramîdê de ajoyên psîkolojîk hene ku nuqteya wê ya dawî bo mirov xwe pêkanîn/xwe aktûalîzekirin e (self-actualizaion). Yanî rewşa bextiyarî û aramiyek wisa ye ku jê wêdetir çi qonax nîne. Lewre di her organîzmayek zindî de meyla xwe geşkirin, xwe mezinkirin, xwe temamkirin û berfirehbûn heye.

Bawer im jibo milletan jî ev yek her wisa ye. Jibo miletan jî ajoya xwe pêkanîn/ aktûalîzekirinê dewletbûn e. Eger Maslow bijiya û bi siyasetê ve jî meşxûl bibaya îhtîmaleke mezin dê wisa bigota. Di pîramîda ajo yên milletan de jî bikaranîna zimanê zikmakî, perwerdeyiya bi zimanê zikmakî ajoyên binê pîramîdê nin. Li serê pîramîdê ajoya serxwebûniyê yanî ajoya desthilatbûna li ser axa xwe heye.